Medeni FERHO
Cîhan di tariyê de ye, Kurd jî, di vê tariyê de li edaletê digerin.
Piştî komkujiya namerdî û şehîd kirina 3 jinên şoreşger yên Kurd li Parîsê, Kurdan, “lêgerîna edaletê”, dan dest pê kirin.Fransa, cihê şoreşa mezin e û beyannameya mafê mirovan li wir hatiye nivîsandin, lê bi lîstika entelektueliya populîst, edelat kuştiye.
Di cîhana ku bûye tora berjewendiyan, mixabin zimanê feylesofan jî hatiye kilît kirin. Lê Kurd, bi bedena xwe di lêgerîna edalatê de berxwedanê dikin.
Kurdan, da xuyakirin ku, razê rizgariya cîhanê, di fedekarî û dilsoziyê de ye. Di şerê li dijî çeteyên DAÎŞê de, îro jî, di şerê li dijî faşîzma Turk-î îslam de, ev rastî eşkere kirin. Mixbain, Kurd, di vî şerê dîrokî de, rastî dîwarê “kîklop” yê xwedawendên serdemê hatin û ji felaket, êş û azaran rizgar nebûn. Ji şerê Wietnamê zêdetir, biqasî şerê 2.yê cîhanê, bombe bi ser Kurdistanê de hatin barandin. Edaleta cîhanê jî, lîstika sê meymunan dilîze…
Di vê serdemê de, Kurd di çalên asîtê de, bi çekên kîmyewî hatin kuştin, 5 hezar gund hatin xera kirin, gundî 10, 11, 12 kes ji helikopteran hatin avêtin… Li Roboskê, Mereşê komkujî kirin… 8 bajarên Bakurê Kurdistanê xera kirin, bi di jêrzemînan de komkujî kirin.
Kurdan, li her qada jiyanê banga edaletê kirin. Parlamenterên ku çavdêriya komkujiyên li 8 bajaran kirin, li Ewropa deriyek nema ku lê nedan… Deriyê edaletê venebû…
Nobeta azadiya “ji bo Ocalan” zêdetir 5 salan e, li ber avahiya CPT û Konseya Erwropa dewam dike. Kurdistanî, her hefte, bang li giyanê demê, vîjdanê şiyar dikin. Lê edaleta cîhanê, ji tunela tarî derneket.
Faşîzma Turk-î Îslam, ji rêbazên Hîtler, Mussolînî, Franco dijwartir, li her qada jiyanê, Ewropa jî di nav de, Kurdan dikuje. Desthilatdarên cîhanê, ji bazara selefkarî, saziyên mafên mirovan, Dîwana Ceza ya Navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, Komîseriya Mafên Mirovan ya NY jî, ji populîzma entelektuelî rizgar nebûn.
Kurdan fêm kiriye ku ne aqil, faktorên cûda dîrokê rêve dibe, ji bo vêjî, bi paradigmeya Birêz Ocalan û teza gelê demokratîk, endesyariya giyanê di tunela tarî de dikin… Ev otopsiya dîrokê ye…
Leyla Guwen û hemû çalakgerên li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan, bedena xwe li hemberî mirinê kirine mertal û li edalatê digerin; bi afirgeriya dîrokî, bi endesyariya canê xwe, otopsiya bedcanê kujer dikin. Ev zimanê li hemberî entelektueliya populîst e û zimanê felsefeya matametîkî ye.
Berxwedana Leyla Guwen û bi sedan dîlên azadiyê û Kurdistaniyan, parastina nirxên mirovahiyê ye. Nirx û pîroziyên mirovahiyê, dibin tecrîd û metirsîna faşîzma Tirk û çeteyên DAIŞê de ne. Berxwedana Leyla Guwen û t çalekgeran, bi zimanê felsefeya matematîkî, kujeriya faşîzma sedsalê diqîre.
Faşîzma AKP/MHPê, dixwazin herka çemê dîrokê biguherin û “keşfa kuştina însanî, ji nû de bidin dest pê kirin”. Çil sal in, dixwazin qirkirina gelê Kurd, bi cîhanê bidin qebûl kirin. Erdogan, bi mêjiyê peyamberî hareket dike û dixwaze, fermanên xwe, ilahî nîşan bide û tunekirina gelê Kurd “şer’î” bike. Faşîzma Turk-î îslamî, dixwaze, “tunekirina gelê Kurd”, wek qirkirina Ermenî, Rum û Suryaniyan, dibin navê terorê de, bi cîhanê bidê erê kirin. Ev teza Îttîhadiyan e, doh bi pêşengiya Enwera Paşa, îro, bi pêşengiya Erdogan tê meşandin.
Wê demê, xaka Osmanî Enwerland bû, îro jî Tirkiyê xaka Erdoganland e. Ev tez, “şîrka” bi Xwedê û pêxember re ye. Divê dînamîzma gelan, kesên xwedî felesefeya matematîkî û hawariyên vê felsefê, bi giştî rabin ser piyan, ne tenê bi daxuyaniyan, bi çalekiyên pratîkî li dijî faşîzma serdemê têkoşînê bikin.





