Zekî BEDRAN
DYE’yê diyar kir ku wê ji Sûriyê vekişe. Ev daxuyanî ji bi twiteke Trump ji dinyayê re hat ragihandin. Ya balkêş jî ewe ku got ku ew ê Sûriyê ji Erdoganê ku her kêliyê de dijmintiyê li Kurdan dike, re bihêle. Qaşo ew DAIŞ’îyên ku mane wê Erdgogan wan paqij bike! Lê belê yê ku li Sûriyê piştgiriya DAIŞ’ê kir û ew ajot ser kurdan Erdogan bi xwe bû. Dema ku ev gotin hatin kirin QSD’ê li dijî DAIŞ’ê operasyon dewam dikir. Li dijî QSD’ê ya ku di bin şertên giran de şehîdan dide û DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve dibe, weke ku tune ye û bi rengekî înkar helwestek hat nîşandan.
DYE’yê diyar kir ku wê ji Sûriyê vekişe lê çarçoveya wê nedaxuyakirin. Lê Tirkiyê yekser ev daxuyanî xist rojevê. Ji ber derd û armanca wan Kurd in. Ji bo ku Kurd tine bibin û nebin xwedî statu amade ye ku ji her tiştî re bêje erê. Ji xwe rêveberên Tirk bi îştahekî mezin amadekariyên dagirkirinê berdewamkirin. Dema ku Kurdan diyar kirin ew amade ne bi rêjîmê re li hev bikin, Rûsya û rêjîm dikarin bên Minbicê û sînorên xwe biparêzin, Tirkiye weke ku axa wê ji dest çûye tevgeriya. Ji nişkave heyetek şandin Moskow. DYE’yê li Minbicê xwepêşandana hêza xwe kir. Nîşan da ku wê Rûsyayê nêzîk neke. Rûsyayê jî eşkere kir ku ew hatine ser sînor û wê dewriyeyên xwe derxin.
Rûsyayê ji aliyekî din ve jî hesiband ku Kurd û hevparên wan yên li Bakurê Sûriyê di rewşa zehmet de ne xwest ku herêmên di destên xwe de dewrê rêjîmê bikin. Helwesteke keysbazî nîşan da. Lê hevdîtinên bi Kurdan re jî dewam kirin. Hesibandin ku wê Kurd di bin gefên dagirkirinê de ferzkirinên wan qebûl bikin. Gotinên, mîna li Efrînê DYE wê Kurdan bifiroşe, kirin û xwestin ku bêjin tenê şensê we ev e. Halbûkî yê ku Efrîn pêşkêşî Tirkiyê kir, qada hewayî ji bo wan vekir Rûsya bi xwe bû. Lê Emerîka jî erê kir. Ger helwest nîşan bidana wê Tirkiye neketiba nava hewldanên dagirkirinê. Li der û hundir rexneyên cidî li rêveberiya Trump hatin kirin. Hat gotin ku Kurd xistina bin gefên dagirkeriyê û bi komkujiyan re rû bi rû hiştina wan ew ê DYE’yê li dinyayê bixe nava tengaviyan û baweriya bi DYE’yê wê nemîne. Ji hikûmeta wî îstifa hatin kirin. Hêzên cuda yên cîhanê ji bo piştgiriya bi Kurdan re dengên xwe bilindkirin. Hat gotin ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir û niha jî bi komkujiyên Tirkiyê re rû bi rû tên hiştin. Tirkiye ewqas xistina nava Sûriyê, rê li ber nerazîbûna dewletên Ereban û derdorên din vekir. Ev yek di heman demê de dihat wateya parçekirina Sûriyê jî. Tirkiye ji cihên ku dagir bike jê dernayê. Her wiha bi deh hezaran çete bi çek û rêxistin kiriye. Bi van çeteyan bi qasî dixwaze wê Sûriyê tevlihev bike û dagirkeriya xwe jî veşêre.
Daxuyaniyên DYE’yê yên ku digot “em nahêlin Kurd bên qetilkirin” bi derengî be jî hat kirin. Dema bertek zêde bûn DYE neçar ma ku daxuyaniyeke wiha bide. DYE wê li ser gotinên xwe bimîne an ji bo ku bertekan kêm bike ye, ev mijara nîqaşê ye. Ger ne ji dil be jî û di nava xwe de lîstikan bihewîne jî, lê girînge ku cara ewil dewletên mîna DYE dibêjin em destûrê nadin ku Kurd bên qetilkirin. Ger bala xwe bidinê ev çil sale Kurd li dijî nijadperestiya Tirk û polîtîkayên tinekirinê li ber xwe didin. Bi deh hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran gund û bajar hatin hilweşandin. Balafir her roj bombeyan li Kurdistnê dibarînin. Lê ti caran DYE’ê hevokeke mîna “Kurdan qetil nekin” bi lêv nekir. Lê niha bi lêv kirina van gotinan girîng e. Pirsgirêka Kurd her diçe dikeve rojeva cîhan û herêmê. Ya ku Tirkiye naxwaze jî ev e. Gelek li pey daxwaza dagirkirinê ket û ji bo vê jî zext li hemû dinyayê kir. Lê tê fêhmkirin ku ev yek li wan vegeriya. Li şûna ku bi ser DYE’yê de biçin û qîr bikin, destpêkirin û gotin “Bi Kurdan re ti pirsgirêka me tune ye, em biran e û me nanê xwe parve kiriye.” Me li Efrînê biratiya wan dît. Hê berê selekê bi hêrseke mezin du meh li ser hev Efrîn bombebaran kirin û Efrîn ji destên Efrîniyan girtin. Niha bi deh hezaran Efrînî li Şehbayê di çadiran de dijîn. Paqijiya etnîkî ku sûcê mirovahiyê ye li ber çavên hemû cîhanê kirin. Niha jî dema ku DYE’yê hinek gotin ji bo wan kirin, gotinên weke biratiyê hat hişê wan.
Emerîka ti migogeriyekê nade Kurdan û gelên Bakurê Sûriyê. Dev ji Sûriyê jî bernadin. Ji bo ku Îran û rêjîmê bê bandor bikin hewl didin dewletên weke Tirkiyê hê zêde bikişînin nava Sûriyê. Bi tevlêkirina dewletên Ereban jî dixwazin eniyeke nû ava bikin. Hewl didin ku Sûriyê bikişînin nava cîhana Ereban, bi yekê Îranê bi tenê bihêlin û Rûsyayê jî sînordar bikin. Tehdît û xetereya li ser Bakurê Sûriyê û gelê Kurd ji holê ranebuye. Divê gelên Bakurê Sûriyê bibin yek, nirxên demokratîk derxin pêş û di nava yekîtiya Sûriyê de çareseriyê esas bigirin.





