Qasim ENGÎN
Erdoxanê Tirkparêz ji rojnameya Newyork Tîmes re qaşo gotarek nivîsandiye. Û di gotara xwe de gelek mijara tîne ziman.
Yek ji wan gotinan: “Êdî dem hatiye ku tevahî hêz ji bo parastina yekbûyîna axa Sûryê bi hevre kar bikin” e.
Xalek din ya girîng jî: “Di axa Suriyê de meclîsên herêmî yên ku di milê gel ve werin hilbijartin yê xwe bi xwe îdare bikin.”
Her wiha ya herî balkêş jî: “Di Bakûrê Suriyê de, cihê ku pirranî niştecihên wan Kurdin meclîsên ku di wan deran werin avakirin de, yê pirranî bi nûnerên civaka Kurd werin avakirin. Lê pêwîstî heye ku hemû derdorên din jî bi şêweyekî adilane nûnertiye wan a siyasî were misoger kirin.” Dîsa di devama van de: “Rayedarên Tirk yên ku bi ezmûn, ji bo şewirmendiya van meclîsan jî yê xebatên xwe ji bo karkerên şaredariyan, perwerde, tenduristî û xîzmetgûzariyê lez bike.”
Ev û gelek tiştên din Erdoxan di gotara xwe de tîne ziman. Qaşo hewldide ku rayagiştî ya Emerîka îqna bike ka ew çendî demokrat û çendî gelan difikire.
Lê pêwîstî heye ku ji Erdoxan re were gotin; ji kerema xwe xwar rûne lê rast biaxive.
Gotinên Erdoxan ger ji bo yekbûyîna Suriyê rast bibin, wê demê pêwîste were gotin ku, hêza ku axa Sûriyê- bê destûra Sûriyê- dagirkiriye Tirkiye ango desthilatdariya Erdoxan bi xwe ye.
Dîsa gotinên derbarê meclîsên herêmî yên ku di milê gel ve werin hilbijartin de jî, pêwîste hinek tişt werin gotin. Îro li Tirkiyê kîjan meclîsên herêmî bi îrade xwe meclîsên xwe ava dikin û rêvedibin. Ev yek. A duyêm jî cihê ku dewleta tirk dagirkirine kîjan meclîs bê tirkan rêve diçe.
Her wiha mijara cihê ku niştecihên piraniya wan Kurd in, di wan cihan de piraniya nûnerên Kurd yê xwe rêvebibin ango meclîs bi kurdan ve ava dibin, dereveyekê ewqas mezin e ku ne gengaz e ku serê wê derewê were girtin ango veşartin.
Pêwîstî nîne ku em dûr biçin, li Bakûrê Kurdistan de cihê ku niştecihên xwe piranî Kurdin, Kurd dixwazin xwe rêvebibin. Ji bona wê jî diçin helbijartinan û di wan helbijartinan de jî bi caran dehan şaredarî qezençkirin. Lê niha di piraniya wan şaredariyan de nûnerê dewleta tirk bi navê qayûm bi zorê dest daniya tevahî wan meclîs û şaredariyan.
Erdoxanê ku qaşo dibêje cihê ku Kurd zêdene û dikarin xwe bi xwe rêvebibin, çima rê nade ku Kurd di bakûrê Kurdistanê de şaredariyan xwe rêvebibin?
Kî yê bawer bike ku yên ku nahêlin Kurd li cihê kî din şaredariyên xwe rêvebibin yê bêhêlin ku di Rojava de meclîsên xwe rêvebibin?
Her wiha gotinên wek “Rayedarên Tirk yên ku bi ezmûn” qayûmên faşîst bi xwe nin.
Erê bêyî ku em dirêj bikin, Erdoxan bi gotinên rojnamegerê Kurd Reşat Sorgûl tam gotareke tiro-viro nivîsiye.
Ruxme ku gotara Erdoxan wiha ye lê mixabin ji ber berjewendiyên qirêj yên hêzên hegemonîk dikare di rojnameyeka ewqas cîdî were veşandin…





