Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedan, çiqas xweş li Kurdan tê

15/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedan, çiqas xweş li Kurdan tê
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Pêla berxwedanê her ku diçe li tevahiya welat belav dibe. Ji heft û heta heftê salî gelê Kurd, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û li hemberî pêla faşîzmê li ser piyane. Di sala nû de faşîzm kirasê nû li xwe fesilandiye da ku li xwe bike. Mixabin û sed mixabin, her tim hewl hatiye dayîn ev faşîzma ku tevahî mirovahiyê dixe bin metirsiyê di serî de li ser Kurdan tê meşandin. Em ji bîr nekin kengî berxwedanî, weke heq kiriye hatiye pêşxistin ew dem, faşîzm bi halê xwe yê herî hovane derketiye ser dika jiyanê. Berxwedanî, bi jina serhildêr û bi civaka xwediyê çanda berxwedêr dikare pêk werê. Di rojhilata navîn de, gelan û jina ku timî ji bo hebûna xwe têkoşiyaye, her tim bawer kiriye, parastin û avakirina jiyaneke bi rûmet tenê bi Berxwedanê pêkane. Lewma em karin bi rihetî bêjin Berxwedan, pir xweş li gelan û jinan tê. Bêguman dema berxwedan, bi pêşengtiya jinan tê pêşxistin xweşikbûnek bê hempa ava dike. Em di dîrokê de jî dibînin û dixwînin ku şopên gelên berxwedêr her tim hatiye dîtin. Di cewherê gelan de, çanda berxwedanê heye. Her çendî bi avakirina dewlet neteweyan re, ev çand hatibe paşvexistin jî lê di esasê xwe de nehatiye windakirin.

Ev ne windakirin herî zêde jî di nava civaka Kurdistanê de hatiye parastin. Gelê Kurd, nebû xwediyê netew dewlet. Gelê Kurd, bi sedsalan di bin dagirkerî û zilma netew dewletan de hebûna xwe domand. Ji bilî fizîkî jiyankirinê tu şopên li ser navê gelê berxwedêr tunebû. Ev hebûn her çendî ji aliyê dinyayê ve nehatibe dîtin jî lê heqîqet ewe ku kurdayetî cewherê hebûna xwe heya kêliya derketina tevgera azadiyê jî parastiye. Ev parastin, bi çanda berxwedanê û mirovên berxwedêr hatiye kirin.

Çawa di dîrokê de gelê Kurd, her tim bi bilindkirina berxwedanê dijminên xwe û dostên xwe şaş û maşû kirine îro jî gelê Kurd, careke din bi zanebûna Apo’yî, bi avakirina rastiya gelê şerker, bi pêşxistina çanda gelê şoreşger bûyî, dîroka xwe ji nûve zindî kiriye. Em dema rastiya jina berxwedêr, Leyla Güven, radixin ber çavan bingeha xwe ji vê heqîqetê digre. Berxwedana destanî, Leylaya xwe di oxira Rêberê xwe, gelê xwe û welatê xwe de xweşik kirî afirand. Leylaya gelê xwe afirandî. Leyla; bi vê vîna xwe, bi vê girêdana xwe bûye rastiya dayîka niştîmanî. Di şexsê Leyla de, jina Kurd carek din girêdana bi Rêberê xwe re daye îspatkirin. Leyla, bi vê çalakiya xwe peyama jina Kurd ji hemû cîhanê re wiha ragihandiye; ‘ger tercîha me ya jiyankirinê hebê, wê ew jî li ser bingeha jiyana bi Rêbertiyê ra be.

Piştî 66 rojan dewleta Tirk, ji ber metirsiya xwe, destûr da biraya Rêber Apo memed Ocelan biçê hevdîtinê pêk bîne. Heya vê kêliyê naveroka hevdîtinê nayê zanîn. Wê di rojên pêş mede ev hevdîtin gelek werê nîqaş kirin û armanc û sedema pêkanîna vê hevdîtinê werê zelal kirin. Bi bihîstina vê agahiyê re gelê Kurd, kêfxweşiya xwe bi darxistina şahiyan anî ziman. Her wiha KCK’ê li ser pêkanîna vê hevdîtinê daxûyaniyekî nivîskî weşand. KCK’ê di daxûyaniya xwe de, aniye ziman ku ev hevdîtin, ji bo sabotekirina pêngava; “em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.” pêk hatiye. Lê ji roja rojê de daxwaza gelê Kurd ewe, li Kurdistana azad, bi Rêberê azad re jiyankirine. Dem hatiye û heta ji zûve derbas bûye ev daxwazî werê pêkanîn. Ev helwest hem helwesta Rêber Apo ye û hem jî helwesta tevahî gelê Kurde.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.