Burhan ERDEM
Piştî hilbijartina Serokkomariyê ku Erdogan serkeftiyê wê bû, Serokê DYAyê Donald Trump Erdogan tebrîk kiribû. Ev tebrîkkirina wî jî di demekê de pêk hatibû ku, ewrên reş li ser dahatûya têkeliyên Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê hebû. Çapemeniya amerîkî wî rexne kiribû, gelekan digotin dîktatorek tebrîk kiriye ku bi rêxistinên îslamîst re dijminahiya wan dike. Di civîneke çapemeniyê de ev yek tê bi bîrxistin. Ji berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee hatibû pirsîn ka çima, Tramp ev şaşî kiribû, bersiva wê jî ew bû ku; Serokê wan ji bo parastina berjewendiyên Amerîkiyan, Erdogan tebrîk kiriye. Lê nerazîbûna ji vê yekê di siyaseta Amerîkî de her hebû, yên nêzî wî jî ev rexne vedigotin û dixwestin ku Trump ji vê helwesta xwe vegere.
Trump ev nekir. Lewra siyaseta adeti ya DYAyê nikaribû dest ji Tirkiyeyê berde. Di herdema ku alozî jiyabû de, siyaseta Washingtonê mudaxeleyî nava Tirkiyeyê kiribû. Van mudaxeleyan jî bi xwe guherîna îktidarê anîbû. Diviyabû vêcarê jî îktidar guherîba. Lê Erdoganê desteka xwe ya li hundir bi neteperestên ji her aliyê siyaseta Tirkiyeyê û terêqatan qewîn kiribû, kanîbû li ber xwe bide. Amerîkiyên di hewldana guherîna îktidarê de biserneketin, vêcarê dest bi guherîna siyaseta Tirkiyeyê kiribûn. Bi her daxuyaniya rayedarekî Amerîkî, li Enqereyê siyaset diguherî. Qîmetê pereyê Tirk a li hemberî dolarê kêm dibû.
Heta sala 2017an hin caran alozî di têkeliyan de derketibûn. Amerîkî û Tirk xwe li hev rakişandibûn. Heta dagerkirina Kibrisê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, di têkeliyên Washington û Enqereyê de krîzeke ciddî ewqas ciddî nehatibû jiyîn û tucarî Enqere ji aliyê Washingtonê ve ewqasî nehatibû tehdîtkirin. Herçiqasî girtîbûna rahîbekî amerîkî yê li Tirkiyeyê, weke sedem dihate nîşandan jî, di bingeha xwe de, şikestineke ciddî ya têkeliyên DYA û Tirkiyeyê hebû. Dîrokîbûna van têkeliyan û kûrbûna berjewendiyên ji hevdû yên aliyan, derbeyeke mezin xwaribû. Diviyabû bihatiba çareserkirin. Çareserî weke berê guherîna rêveberiya Enqerê bû ku herkesî bilêv dikir. Di roja me de jî yên hînê vê yekê dibêjin hene. Lewra, di dîroka van têkeliyan de, ev hertim bi vî rengî pêk hatiye. Lê nebû an jî nekarîbûn vêcarê biguherînin û xwe dane benda fersendeke din.
Lê çareseriyeke li gorî berjewendiyên aliyan pêwist dikir. Berdana rahîbê amerîkî weke destpêka ketina riya çareseriyê tê nîşandan. Lê beriya wê hê wê telefona tebrîkê ya Trump hebû. Bi wê telefonê Trump êdî Erdogan qebûl kiribû. Heta fersandek ji bo guherîna bi dest ketiba wê bi Erdogan re li hevkiribana. Mînaka vê yekê hebû: Tezkereye 1ê Adarê. Tirkiyeyê nehiştibû Amerîkî ji îşgala Iraqê axa wan bikarbînin. Ev krîza han, heta guherîneke bingehîn a di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de pêk hat dewam kiribû. Tirkiyeya ku li dijî dewleteke serbixwe ya Başûr tevdigeriya, mecbûr mabû hertiştê xwe bide amerîkiyan.
Îroj jî rewşa têkeliyên aloyan wisa ye. Di bin navê vekirina rûpelekî nû yê têkeliyên Tirkiye ê DYAyê de, lîska li ser hessasiyeta (!) li dijî kurdan a Enqerê heye. Tirkiyeya dike qire wir, hazir e hertiştê xwe bide Amerîkiyan daku kurd li Sûriyeyê nebin xwediyên statuyekê. Amerîkiyên bi vê yekê dizanin jî her Tirkiyeyê didoşin.





