Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jean- Émile Humblet: Min di nav ala Kurdistan de veşêrin

14/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jean- Émile Humblet: Min di nav ala Kurdistan de veşêrin
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Merivê zana, parazvanê mafên merovan û gelên bindest, senator, Prof. Dr. Jean- Émile Humblet di hevdîtina payiza 2014 de ev daxwaz dikir. “Dema ez hatim veşartin, min bi alaya Kurdistan bipêçin.” Nexweş bû û dizanî êdî dema koça wî hatiye. Jiyaneke têr xebat, bi derdorê xwe redostaniyeke durust û alîkarê têkoşîna mafên merovan û Azadiya gelan. Min ala Kurdistan jê re şand. Ciyê wî buhuşt be.

Saziya me nuh ava bûbû. Destpêka xebatê bû. Li temamiya Kurdistan zor û zilma li ser gel bê sînor dom dikir. Faşîzma Cunta leşkerî li Turkiyê, rejîmên Baas li Iraq û Suriyê, Mele û sofî li Îranê jiyan tert û bela kiribûn. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, gundî û bajarî li her çar aliyên herêmê di bin êşkenceyeke giran de dinalîn. Gelek kesan berê xwe dan Ewropa û ji dûr ve têkoşîna xwe didomandin.

Di Temûza 1980 de civînek bi şexsiyet, profesor, rewşenbîr, parlementer û rojanmevanên Beljîkî re amade bû. Yek ji wan jî Prof. Dr. Jean- Émile Humblet e. Biryar hat stendin ku Komîteya Alîkariya Gelê Kurd were avakirin. Encama wê civînê, avakirin, destûr û armanc ji raya giştî re belav bû. Bê goman, rayedarên Turkiyê jî pê hesiyan û di qada siyasî, akademîk û ragihandinê de ketin nava xebata xwe ya qirêj. Konsolos û Balyozê Turk her roj li ciyekî bi hin kes û koman re dijî vê komîtê û kesên beşdar xebitîn. Weke her dem, tehdîdên ewlekariyê dikirin. Lê bê wate bû. Komîtê di xebata xwe de bi biryar bû. Saziya Kurdî jî li ser wî esasî tedbîrên xwe distendin.

Di destûra Komîtê de xalên taybetî hebûn. Ne di bin sîwana partiyek siyasî de, ji bo temamiya Kurdistan û li ser esasê di warê siyasî, aborî, kultûrî, mafê jiyaneke azad, di çarçeweya Peymana Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Gelan, Cezayir 1976, xebat dibe. Di wê çarçeweyê de çalakiyên agahdariyê û kultûrî, konferansên çapemeniyê, nivîsên di rojname û kovaran de, peywendiyên siyasî, akademîk, rêxistinî hatin plankirin. Ji bo van çalakiyan jî hem bi Kurdistanî, hem bi Beljîkî û Ewropiyan re têkilî ten xurtkirin.

Di nava vê xebatê de cî û rola Prof. Dr. Jean- Émile Humblet, Prof. F. Rigaux, nivîskar Pierre Mertens, parlementer Cl. Dejardin, nivîskar M. Alalouf, Keşe Fr. Houtard, di aliyê Frensizan de giring bû. Her yek ji wan di ciyê xwe de xwedî gotin û navdar bûn. Ev jî bûbû sedema ku rayedarên dewleta Turk û bi wan re jî yên Iraq, Îran û Suriyê nerehet bûn. Ev nerehetbûn di gelek ciyan de ket pêşiya me. Mînaka sazî û rêxistinên çep û rast yên Beljîkî ku di hember me de propagandayek dijwar dikirin balkêş e. Ketibûn bin bandora propagadaya dijî Kurdistaniyan. Demek dirêj û xebatek bi wate ji me re diviya ku hişê van sazî û rêxistinan were serê wan û bi awayekî din bi me re biaxivin.

Di 2 Adara 1981 de vê komîtê civîna çapemeniyê di IPC (navenda navneteweyî ya çapemeniyê), roja agahdariyê 11ê Adarê li zanîngeha Brukselê, 12ê Adarê li zanîngeha Louvain-la-Neuve û ji 11 heta 17ê Adarê pêşengeha Kurdistan li navenda Brukselê pêk hat. Ji bo van çalakiyan jî saziyên mîna V.O.C.O.M., O.C.G.B., B.R.A.X., Saziya Mafên Merovan, Saziya Interantional ji bo mafên gelan piştgirî kirin. Û hêjayê gotinê ye ku rayedarên dewleta Turk bi van çalakiyan gelek nerehet bûn, hevdîtin pey hevdîtinê bi rayedarên Beljîkê re, bi taybetî di qada siyasî de, pêk anîn. Lê wan, ji sedema vê xebata bi wate, her tim pişta stuyê xwe dixwerandin û vedigeriyan ciyê xwe.

Ev awayê xebatê berdewam e. Bi vê wesîleyê jî Prof. Dr. Jean- Émile Humblet bi rêzdarî bibîr tînim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.