Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rolên Civakî

12/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rolên Civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Heftiya bûrî me behsa qalibên civakî kiribû. Vê heftiyê ji em dixwazin li ser ‘rolên civakî’ bisekinin. Ya rast ev nivîsên wiha ji bo quncik nivîsan ne zêde guncavin. Lê emê hewl bidin bi xetên giştî vê mijarê vebêjin. Civak, ji zarokî dest bi belav kirina rolan dike. Rolên civakî, ji biçûkatî heya mirinê didomin. Gelo civak van rolan li gor çi krîterê belav dike? Di belav kirina rolan de krîtera serete “zayend”e. Civak ne li gor jîrîtî, fêhma, çîn yan ji tişteke din, tenê li gor zayenda zarokan rolên wana belav dike. Ji heyamên berê û pêde civakê li gor zayendê rol li zarokan belav kiriye. Eva henê bi lîstokan destpê dike heya karê nava malê, karê çolê, yê sûkê, têkilî û peywendiyên bi kesan re, yên civakî dewam dike. Her civak li gor irf, edet û nirxên xwe zarokên xwe mezin dikin. Lê rolên civakî di nav dinyayê de bi giştî dişibin hevdû.
Di nav civakên serete de rol her çend li gor karê çolê û yê malê hatine belav kirin ji bes ne gelik hişkin. Zarokên kur li gor karên çolê hatine perwerde kirin, keç ji li gor karên malê hatine perwerde kirin. Di nava demê de kurik hînî nêçîra sewalên kovî, girtina masiyan, kom kirina cureyên giyayan û hwd kirine. Keçik ji hînî nan çêkirinê, firax şûştinê, cil şûştinê, zarok xwedî kirinê û hwd kirine. Ji bo perwerde kirina zarokan ya li gor rolan ji hema her tim di destpêkê de lîstok hatine şixwilandin. Civakê lîstokên xwe ji li gor zayenda kirine bir. Lîstokên li gor kurikan cuda kirine, yên li gor keçikan cuda veqetandine. Herweha pêlîstok ji eyn wisa cuda hatine veqetandin. Her çend di heyamên berê de qasî îro pêlîstok nebîn û cureyên wan ne evqasî zêde bûn ji, her dîsa pêlîstokên li gor keçikan û yên li gor kurikan dihatin dîtin ji hev cuda bûn. Mînak ji bo zarokên kurik pitirê xwe pêlîstokên nêr ango hişk-şer hatine çêkirin û destûr dane pê wan bilîzin. Ji bo keçikan ji her weha pêlîstokên mê ango nerm-aştiyane hatine çêkirin û li gor rolên mê hatine perwerde kirin. Dema zarokek keçik di nav kurikan de yan ji kurikek di nav keçikan de dilîzin dê û bav li wan diheytînin û dibêjin here nav hevalên xwe de (zayend) bilîze.
Civak dema rolan belav dike di heman demê de tixwîban ji didane di navbeyna herdû zayendan de. Piştî demekê ev tixwîbên di nava rolan de weke taqên kelha stûr bûne. Di nava mejiyê civakê de rol her kû çûne zelaltir ji bûne û zarokan ji li gor van rolan di nav civakê de ciyê xwe girtine. Piştî demekê ev rol di bin hişmendiya herdû zayendan de ji dirûnin. Êdî ew her yekê weke pêlewanekî hewl didin kû rolên xwe baştir bilîzin. Ji xwe civak ji, ji wan dixwaze kû ew rolê xwe baş bilîzin. Zilamên kû carna xwestine di nava malê de xwarinê çêkin yan ji kareke din yê ‘li gor rolê jinan’ bikin, ji aliyê civakê ve hatine şermezar kirin. Ev yek bi taybetî ji di nav civakên cahêl û pajve mayî de li pêşe. Di roja me de eva henê di nava civakên, kesên pêşketî de hinekê hatiye şikandin. Tixwîbê di nava rolên zayendan de qederkê hatiye rakirin. Êdî jin û mêr li gelik cihan bi hevre yek rolî parve dikin. Lêbelê hêj di nav welatên cîhana sêyem de ev tixwîbên rolan bi awayekî hişk tên parastin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.