Sîpan CAN
Ev demeke, her ku salvegera êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê nêz dibe rojane xwenan dibîn im. Di Gelemperiya xwenan de her dibînim ez vegeriyame Efrînê. Lê bi du rengan vedigerim. Ya yekem bi dizî, ango di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ya din jî û Efrîn rizgarkiriye. Lê; ez di wê baweriyê de me, ne tenê ez, hemû Efrînî her ku 20’ê Çileyê nêz dibe heman hestê dijîn. Gotineke Efrîniyan heye dibêje “ qey lê eyane bûye” ango tiştê ku bibe hîs dikin lewra di xewin û hişê wan de hertim dizivire.
Di rastiyê de, belkî kesek bêje ev xwenin û tenê ev li ber dilê xwe reşandin e. lê em li gel û îsrara jiyan û berxwedanê tevî ewqas zehmetî binêrên, mirov dibîne ku xewin di jiyana rasteqîn de dike ku xwenên bi vî rengî bên dîtin. Em çiqasî behsa gelê Efrînê bikin em nikarin mafê wê bidinê, gelemperiya gel li Şehba û her wiha yên di hundir Efrînê de jî li ber xwe didin. Roj bi rojê hêviyên xwe yên vegera xaka xwe û her wiha bi serbilindî rizgariirna bajêrê xwe qut ne kirine. Dijminan digotin em ê wan şerpeze bikin û belav bikin, wê êdî nikaribin xwe komî ser hev bikin. lê ev yek berûvajî bû. Yên li Şehbayê, yê xwe gihandina herêmên Cizîr û Firatê jî ew tenê rêwî ne an jî ji bo karekî berê xwe dane van herêman.
Li welatê me sloganek heye ew jî wê gel çarnûsa xwe bi xwe bi xwe diyar bike. her çiqasî dijmin û sîstemên desthilatiya cîhanî bi perçiqandina gelan berjewendiyên xwe diparêzin, lê şoreşa gelan li bakurê Sûriyê îro li sernaserî cîhanî hêştiye şamanên welatên rojavayyî di daxiyaniyên xwe de bilebitin û tevlîhev bikin. bi berxwedana gel, taybet berxwedaniya kurdan îro dengayên cîhanê li bin guhê hev dikevin.
Ya girîng ew e ku mirov zanibe, ku ne her tişt bi realîte ve girêdayî ye. gelek zaniyar jî di xwenên xwe de teorî naskirin û di jiyaên de pratîk kirin û rast derketin. Mîna kuwantomê ku ne tenê her tişt reş û spî ye. lê, rê û dergeh gelek in û mirov dikare li wan bigere, her wiha eger mirov li jiyanê wek notekî muzîkê binêre herman tişte. Heft kilîtên muzîkê hene û mirov dikare pê tirilyon mûzîkê û meqameyan biafrîne. Di rojên pêş de jî di wê baweriym de me ku xwenên min dîtine wê pêk werin û di xwazayeke bedew û azad de dîsa jiyan û xeyalên xwe pêk bînin.





