Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bazar buye komkujiya Kurdan

12/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bazar buye  komkujiya Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLÛ

Bîryara vekişîna leşkerên Emerîkayê ji Sûriyê, wek mijareke germ di rojevê de dewam dike. Herkesî berê xwe dabû hevdîtina 8’ê mehê ya dewleta Tirk û Emerîka. 8’ê mehê hat û derbas bû, lê ne di gotinan de û ne jî di helwestan de ti guhertin çênebû. Herkes li bendê bû ku di vê hevdîtinê de dewleta Tirk xwestekên xwe bide qebûl kirin. Lê xuya bû ku dewleta Tirk tiştê hêvî dikir bi dest nexist. Ev jî nayê wateya dewleta Tirk wê dev ji siyaseta xwe ya êrîşkar û komkujiyan berde. Berovajî, xuya dibe ku dewleta tirk piştî hevdîtina bi rayadarên Emerîkî re, gotinên xwe hinek din jî tûndtir kirin. Bi taybet Erdogan dagirkirina Kibrisê bibîrxist û gotina ‘Ayşe tatile çıksın’ ya destpêkirina êrîşa li ser Kibrisê bikaranî. Lê rayadarên Emerîkî bi gotinên ‘hevdîtina wan baş derbas bû’ dixwazin rewşê nerm bikin.
Tişta tê xuya kirin dem ne diyar be jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Ev êdî zelal buye. Lê wê ev vekişandin heta çend mehan dirêj bike ne diyar e. Emerîka got, “Trump li beramberê vê vekişînê ji dewleta Tirk ya dagirker dixwaze berjewendiyên wan li Sûriyê biparêze, li herêmê êrîşkariyeke ku Emerîkayê bixe tengaviyê neke û li Kurdan bide jî komkujiyan neke.” Emerîka ji Tirkan re dibêje ger komkujiya Kurdan nekî, tu dikarî derbasî nava Sûriyê bibî û li gorî berjewendiyên Emerîka li Sûriyê bimînî. Dewleta Tirk ya dagirker jî dibêje “ez ê li dijî Kurdan komkujiyan bikim û kes nikare vê asteng bike.”
Mijara dewleta Tirk ne tenê dagirkerî, guhertina demografîk ne jî heta asteyek kuştina Kurdan e. Mijara dewleta Tirk ya dagirker komkujiya Kurdan e.
Jixwe Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Pompeo jî dema got “em dixwazin pêşiya Tirkan bigirin ji bo komkujiya Kurdan nekin” ev mijar anî rojevê. Bazara li ser komkujiya Kurdan, bazara herî bê exlaq e. Niha cîhan hemû ji tirkan re dibêje temam Kurdan bikuje, lê bi komî nekuje.
Dewleta Tirk ya dagirker ne tenê Kurdan, hemû pêkhateyên herêmê hedef digre. Ev rastiya êdî ji aliyê herkesî ve eşkere bûye. Çawa li Efrînê jiyana aram hate xerab kirin, bi sed hezaran welatiyên Efrînê ji warên xwe hatin derxistin, mal û milkê wan hatin talan kirin, niha jî dewleta Tirk ya dagirker dixwaze, tişta ku li Efrîn kir, li herêmê din yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî bike. Lê ev wiha hêsan nîne. Gelên herêmê dema êrîşa dijwar ya li ser Efrînê de ne amadebû, lê niha xwe ji bo hemû êrîşên dijwar amade dike. Cîhana îro jî wê li beramberî dagikerî û komkujiyên dewleta Tirk wek li Efrînê bêdeng nemine.
Gotina ‘operasyon divê bi mere bê koOrdîne kirin’ yek ji helwestên herî xeter e. Him Rûsya him Emerîka vê gotinê her dem dubare dikin. Êrîşeke li ser herêmê, dixwaze bila di bin koordînasyona Rûs û Emerîkayê de be, him li gorî hûqûqa navnetewî him jî ji aliyê mirovî de rewa nîne. Ji aliyê hûqûqî de dewleta Tirk li Sûriyê dagirkere û Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Bab dagir kiriye. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe fireh bike.
Gotinên rayedarên Emerîkayê yên di derbarê Sûriyê de heta niha jî zelal nîne. Bi gotinên Trump wek serokê Emerîkayê bi Erdogan re li ser dagirkirina Sûriyê lihevkirine. Ev lihevkirin bi gotina “yê ku herî baş dikare berjewendiyên Emerîkayê li Sûriyê biparêze Erdogan e. Erdogan dibeje ew ji bo parastina berjewendiyên Emerîkayê û ji bo her tiştî amade ye. Lê li gorî rayedarên din yên Emerîka, divê dewleta Tirk ger tiştek bike, bi temamî bi wan re xwe koordîne bike û gotina ‘komkujiya Kurdan neke’ tê çi wateyê heta niha kesî baş fêhm nekiriye. Ger bi rastî Emerîka li ser wan gotinên xwe be, divê ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê parastinek navnetewî bixe rojevê û di Neteweyên Yekbûyî de bike rojev.
Balkêşe li beramberî van guhertinan heta niha Rûsyayê helwestek eşkere nîşan neda. Siyaseta Rûsan ya “li bendê be bila av zelal bibe” xwe di vê mijarê de jî dubare kir. Lê av zelal nabe. Xuyaye piştî hevdîtina Tirk û Emerîka wê Rûsya helwesta xwe eşkere bike. Bi taybetî redkirina Erdogan ya Bolton ji bo rê ji hevdîtina Pûtîn re vekirin bû. Erdogan jixwe bi rêya şêwirmendê xwe gotinên ji Bolton re got û hevdîtinek ne plankirî wek plankirî daxuyakirin û redkir. Ev jî lîstikên Erdogan ya ji bo razîkirina Putîn bû.
Bazara Sûriyê niha zîviriye ser komkujiya Kurdan. Dewleta Tirk di komkujiya Kurdan de bi rik e. Gotina herî makûl buye Kurdan bikuje lê bi komî nekuje ye. Ji bo vê gelê Kurd bi gelê herêmê re ji bo li dijî vê komkujiyê bisekenin divê hemû rê û rêbazan bikar bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.