Idrîs HENAN
Ev bû demeke li herêmê qirecira lihevhatin û daxuyaniyên cur be cur e. Dîplomasiya cîhanî ketiye lebateke dişibe ya beriya şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn. Li hinek cihan dengên gefan bilind dibin. Ew jî li ser hîmê pir bixwaze û hindik bibe ye. Li hinek cihên dîtir dengê çekan bilindtir kirine. Ew jî li ser hîmê teqereqa li vir wê li cihekî dîtir qezencê bîne. Li hinek cihên din jî bêdengiya beriya bahozê serwer e. Ew jî li benda bidawîbûna van hemû teqereq û gefan e ka wê encamên li ser erdê çawa bin. Mixabin hemû qirecira em qalê dikin li ser qada Sûriyê bi destê aliyên biyanî pêk tê. Gelê Sûriyeyê ti têkîliya wî bi vê heyamê re nîne. Ne ji dû û ne ji nêz ve pê dihese ka wê nexşeya welatê wî bi destê van hêzên iqtîdarê çawa bê nîgarkirin? Di esas de ne ji mafê wî ye ku bipirse yan biponije! Pêşeroj û destnîşankirina şêwazê rêveberiya vî welatî ne karê wî ye! Karê wî tenê temendayîn û serî çemandine! Qey mirov dibêje li vî welatî ne şaristanî hebû û ne jî gelên bi kok û resen ên vê herêmê hene?
Sîstemên hiyararşîk û olîgarşîk ên li herêmê hatine keviya rizînê, hewl didin bi rêbazên klasîk ên pala xwe didin zor û şîdetê gelên herêmê weke keriyekî bajon. Diyardeya wan a desthilatdariyê ewqas pîroz kirine ku di oxira wê de dikarin şaristaniyên herî qedîm ên herêmê di kêliyekê de kavil bikin. Bijangên wan jî nahejin!. Sîstema hegemon a ku bi maskeya mirovî ya modern jehrê li ser serê gelan dibarîne, di biçûktirîn şert û mercên ku serweriya wê ya mutleq domdar dike de plan û xefkan dirêsîne. Ji bo ku kirîzên xwe bibihure; him sîstemên herêmê û him jî tevgerên gelan diçewisîne. Ji bo berjewendiya xwe ya tekane ti giranbuhayên wê nînin. Evya rastiyeke dîrokî û tesbîteke bi hezarê salane. Ger em çavekî li qada Sûriyê bixin û bibînin ka kîjan hêzan û çi dek û dolab li ser serê gelan digere, em ê cewherê vê rastiyê bibînin. Li Sûriyeya ku kirine navenda kaosê, hemû hêzên hegemon ên navneteweyî û yên herêmî hene. Bi gotineke din; heza navendî bi hêzên hawîrdorê re ketiye nava pevçûna ferzkirina rêbaz û şêwazê domandina desthilatdariyê. Navend dixwaze li gorî xwe sîstemên herifî ji nû ve perspan bike. Sîstemên misyoner ên herêmê dixwazin di rewşa heyî ya faşîzm û dîktatoriyê de bimînin. Di esas de ti aloziyeke wan ya bingehîn nîne. Armanca herduyan jî tekûzkirina desthilatdariyê ye. Lê hinek li ser rêbazên berê bi israr in û navenda ku rûyê mudexeleya xwe guheriye li ser şêweyê xwe yê nû bi israr e. Ji ber vê sedemê em dibînin ku sîstemek faşîst nola ya AKP-MHP dikare di her tengasiyeke biçûk de tawîzên giran li ser hesabê civakan bide. Li cihên dîtir ji bo parastina rêbazên klasîk itîfaqên cihê îmze dike. Li cihên cuda jî bi rûyê reş bê maske di şexsê DAIŞ de tevdigere. Bê goman sîstemên dîtir jî di heman mewziya AKP û Erdogan de ne. Armanca hemûyan jî di dawiya dawî de têkbirina xeyalên gelan ên azadî, demokrasî û xwebirêvebirinê ye. Bi qasî ku gelan dagir û kole bikin li hev dikin. Qirecira wan a yedestariya nirxên gelan e. Ji vê wêdetir ti pirsgirêka wan nîne.





