Farûk SAKIK
Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, 9’ê Çile 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin.
Di 17ê Çile de Omer Guney hat girtin. Li ser vî navî lêkolînan destpêkir. Di çentê wî de şopên barûdê hatin dîtin.
Omer Guney berê gelek caran çûye Tirkiyê û vegeriyaye. Hemû delîlan îşaretî MÎT’a Tirk dikir.
– Lê di demek waha de MÎT jî ketibû nav hewldanan ku şopên xwe wunda bike. Li ser vê yekê, 10 roj piştî komkujiyê, bi navê Rûhî Semen endamek MÎT’ê ji Almanya çû zîndanê serdana Omer Guney. Ev agahî ji aliyê rayedarên Almanya û Fransa ve hat piştraskirin. Hevdîtinan herdûyan girtin kasetek û ev axaftinên wan di dosya dozê de jî cîh girt. Omer Guney peyamên taybet dide Rûhî Semen. Dibêje “çi dibe bila bibe min ji vêderê birevînin ku ew emanetê li gel minin bidim rayedarên îstixbaratê.” Ji Rûhî Semen ji bo revandina ji nexweşxanê alîkarî dixwaze û dibêje “ Bi Yadê û Beg re biaxive, ewê alîkarî bidin ji bo revandina min.” Ev yadê Afet Guneş û Beg jî Hakan Fîdan bû.
Dewleta Fransa pêdivî nedît di derbarê endamê MÎTê Rûhî Semen de doz veke an jî lêkolîn bike. Lê dewleta Almanya ev yek kir û Rûhî Semen girt binçavan. Di encama lêpirsinê de û lêgerîna mala wî de gelek belgeyên ku Omer Guney ji MÎT’ê re şandibû bi dest ketin. Dîsa gelek nameyên MÎT’ê ji Omer Guney re şandibû derketin holê. Ev name her wekî ku diya Omer Guey ji kurê xwe re şandibe hatibû organîzekirin.
– Herwiha belgeya MÎT’ê ya ku ji bo sûîqestê kujer Omer Guney wezîfedar kiribû jî bidest ket. Ev belge di 18ê Mijdara 2012an de hatî amadekirin. Di vê belgeyê de navê 3 endamê îstixbaratê nivîsandîbûn. Ev endamên Mîtê di belgeyê de waha hatibûn nasandin. U. K. Uyanik, S. Asal, H. Ozcan. “Ji bo bêtesîrkirina, anqo qetilkirina Sakîne Cansiz kodê wê Sara ye, dive dest bi operasyonê bikin” Piştî lêkolînek berfireh hat îspatkirin ku ev belge orjînal e û ji aliyê MÎTê ve hatî nivîsandin.
– Di 12’ê Çile 2014’an de kasetek ket rojevê. Di qeyda deng de ya li ser înternetê hate weşandin de, derket holê ku Omer Guney bi endamên MÎT’ê re rûniştiye û plana komkujiyê kirine. Qeydiyên deng ên hevdîtinên wî yên bi MÎTê, talîmata bi şîfre ya MÎTê ji bo kuştina Sakîne Cansiz dabûyê û diyarbûna şahid û hevparên wî yên sûc jî li delîlên sûc ên der barê wî de zêde bûn.
– Dema ku Guney li Fransayê hate girtin, qerteke telefonê ya Tirkiyeyê pê re hebû û yek ji nûmarayên ku timî lê digeriya, ya MÎT’ê bû. Ev belge, tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bû hîna jî nehatiye eşkerekirin. ANF’ê nivîsên navbera Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya wê demê û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi dest xist û eşkere kir ku nûmara “0442 – 2301209” a Guney berî komkujiyê di serdana dawî ya Tirkiyeyê de lê geriya bû, nûmaraya şaxê MÎT’ê yê Erzîromê ye. Ev yek di nivîsa 13’ê Çileya 2014’an a Turk Telekomê de derkete holê.
Turk Telekomê 13’ê Çile 2014’an ji Emniyeta Enqereyê re şand û emniyetê jî radestî dozgeriyê kir, der barê nûmareyên ku Omer Guney li wan geriya ye, ev agahî hatin dayin:
Bi Ahmet güney, Azmi Akbaş, Banu Sevil Oner, Salih Coşar, Ramazan Yavuz Yaşar, Mustafa Şahbaz û bi Serokatiya Rêxistina Îstîxbarata Millî ya serokwezaretiyê re axiviye.
Pêvajoya hiqûqê bi serê xwe wek şanoyek bû. Di 4 salan de negihîştin encamek. Doza ku wê di dawiya sala 2016an de destpêbikira, avêtin 23 Çile 2017an. Di pêvajoyek ku herkes li benda wê rojê bû, xebera mirina tetîkkêş Omer Guney hat. Di 17’ê Kanûna 2016’an li Fransayê li girtîgeha lê dihate girtin bi gumanbarî mir. Berî mirina wî û piştî mirina wî dewleta Fransa bersiv neda daxwazên edaletê yên ku kurdan dixwest. Di gelek mijaran de dewleta Tirkiyê hat parastin. Her çiqas bi gelek delîl û belgeyan sûcê dewleta Tirkiyê hat îspatkirin jî, dewleta Fransa lêkolînek berfireh nekir.





