Mihemed ŞAHÎN
Tifaqa Kurd û Emerîkayê ji neçariya Emerîkayê pêk tê.
Çewa piştî berxwedana Kobanê Emerîka neçar ma bi vîna Kurdê azad re tifaqê çê bike, piştî geşedanên biryara vekişînê careke din Emerîka neçar ma vegere Kurdan.
Yên ku herî zû kirêtiya şerê Sûriyê fêm kirin Kurd bûn. Ji bo xwe ji wê kirêtiyê biparêzin nebûn alîgirê her du refan yekî. Di xeta xwe ya sêyemîn a nirx û rûmet parêzde xwe birêxistin kirin, bi kêm derfetên xwe civaka xwe û civakên derûdorên xwe bi awayekî serkeftî parastin.
Ji sala 2011’an hetanî dawiya sala 2014’yan Koalîsyona Navneteweyî ya ku di bin pêşengiya Emerîkayê de li dijber DAÎŞ’ê hatibû avakirin êrîşên qirker yên li ser civaka Kurd û berxwedana civaka Kurd a li dijber wan êrîşan ji nedîtîve dihat.
Emerîka û dewleta Tirk a hevalbenda xwe hinek çeteyên din perwerde dikirin ku qaşo li dijber DAÎŞ’ê şer bikin. Lê yên ku perwerde dikirin piştî ku diçûn qada şer piraniya wan bi tevî çekên xwe ve derbasî nava refên DAÎŞ’ê dibûn.
Armanca dewleta Tirk ne têkbirina DAÎŞ’ê bû. Armanca wî ya sereke têkbirina Kurdan bû. Her çiqasî qaşo li gel Emerîka û koalîsyonê di nava refê dijber DAÎŞ’ê de cih digirt jî di bin re her tim alîkariya DAÎŞ’ê dikir. Alikariya wî ya DAÎŞ’ê bi raporên dewleta Rûs û gelek raporên din hatin mîsogerkirin. Piştî wan raporan êdî hemû cîhanê dizaniya ku dewleta Tirk alîkariyê dide DAÎŞ’ê. Di serî de Emerîka û hemû dewletên cîhanê baş dizaniyan ku dewleta Tirk ji bo qirkirina civaka Kurd piştgirî dide DAÎŞ’ê. Lê mixabin hemû bêdeng bûn. Ji xwe sed sale Kurd di encama siyaseta wan de li ber çavên wan dihatin qirkirin. Carek din jî qirkirina Kurdan ji bo wan ne xem bû.
Plansaziyên wanên dijber DAÎŞ’ê yek bi yek têk diçûn. Tu hêza ku karibe li dijber DAÎŞ’a hov li berxwe bide tune bû. Çeteyên DAÎŞ’ê weke artêşa Moxol berê xwe didan kîjan heremê, kîjan bajêr û navçeyê piştî talan û wêrankariyê dagir dikirin. Mînak, artêşa Iraqê nekaribû li hember DAÎŞ’ê çend roj li berxwe bide û bajarê Mûsilê ji êrîşên DAÎŞ’ê biparêze.
Ji bo berdêla piştgiriya dewleta Tirk bide û dilê desthilatdarên Tirk şad bike di sala 2014’an de DAÎŞ’ê berê xwe da Kobanê. Berxwedana destane ya şêr û pilîngên Kurdan a dijber DAÎŞ’ê di cîhanê de dengveda. Di vê berxwedanê de mirovahiyê dît ku yekane hêza ku karibe li dijber DAÎŞ’ê li berxwe bide û DAÎŞ’ê têk bibe şêr û pilingên Kurdên xwediyê vîna azad in. Piştî ku wijdanê mirovahiyê li berxwedana Kurdan xwedî derket û hat asta bê tehamuliyê Emerîka neçar ma vê berxwedanê bibîne û pêre tifaqê çêbike. Ji bo meşrûbûna hebûna Emerîkayê ya li Sûriyê û şerê DAÎŞ’ê vebjêrkeke duyemîn tune bû. Emerîka neçarê Kurdan bû.
Piştî çar salan serokê Emîrkayê di 19’ê berfanbara 2018’ de biryara vekişînê da û xwest dawî li vê neçariya Emerîkayê bîne. Xwestin bi vê biryara xwe careke din civaka Kurd bi qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê re rûbirû bihêlin û teslîm bigrin. Tramp hêvî dikir ku Kurd weke berxê ber kêrê sutiyê xwe ji biryara wê re bitewînin û erdnîgariya ku bi xwîna deh hezaran şehîdên xwe rizgar kirine di bin pêşengiya wî de radestê dagirkeriya dewleta Tirk bikin.
Vîna azad bi hewldanên xwe yên dîplomasiyê careke din planên Tramp û Erdogan serûbino kirin. Gelek derfetên nû derxistin holê. Îhtîmalên hevsengiyên nû afirandin. Bi hevdîtinên xwe yên bi dewletên Rûs û Sûriyê re, yên bi serokomarê Fransayê û gelek derdorên din re nîşan dan ku bê alternatîf nînin û ne neçarê Emerîkayê ne. Û wê sutiyê xwe ji biryarên nebixêr re netewînin û bi tu awayî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Ya herî girîng wijdana mirovahiyê jî li gel Kurdan cih girt û biryara serokê Emerîkayê mehkûm kir. Bi kurtahî hesabê şaş careke din ji dîwarên vîna azad vegeriya.
Piştî rayedarên Emerîkayê dîtin ku bi vekişîna wan rê li dagirkeriya Tirkiyê venabe û ev biryar di her warî de dibe sedema têkçûna vîn, bawerî û berjewendiyên Emerîka û hevalbedên wî bi lez û bez ketin nav hewldana sererastkirina biryara Tramp.
Ji nişkeve qanih bûn ku armanca dewleta Tirk ne şerê DAÎŞ’ê ye, qirkirina civaka Kurde. Ji nişkeve lêhengiya Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê ket bîra wan, ji nişkeve Kurd bûn hevalbend û ewlehiya civaka Kurd ji bo wan bû xala sereke û gotin hetanî em ewlehiya civaka Kurd mîsoger nekin em venakişin û hwd.
Sed sale di encama siyaseta wan a nebixêr de li çarparçeyên Kurdistanê li ber çavên wan Kurd tên qetilkirin. Haydî em dev ji wan berdin. Tenê di van salên dawînde weke ku Efrîn li ber çavên wan nehatibe dagirkirin û wêrankirin, weke ku piştî referandûma başûr li ber çavên wan nîvê erdnîgariya başûr nehatibe dagirkirin û wan jî lê temaşe nekiribe ji nişkeve bûn parazvanên Kurd.
Biryar û guherînên ji nişkeve mirov dikin nav şik û gumanan. Ji van gumanan yek, gelo tiştê ku Emerîka nekarî bi biryara xwe ya bêbext pêk bîne niha hewl dide di bin navê dostaniyê de pêk bîne?
Kurd ne kurdên sed sal berê ne, êdî baş dizanin ku bi kulîlkekî zivistan nabe bihar û bi berfa tîrmehê jî havîn nabe zivistan.





