Xakî BÎNGOL
Bê guman me dengê Evdalê Zeynikê guhdarî nekir, lê me kilamên wî ji devê gelek dengbêjên sedsala bîstan û sedsala bîst û yekan guhdarî kir. Evdalê Zeynikê ji herêma Sedhedê ye û dengbêjê surmelî Memed Paşa ye. Bi qasî ku em ji pirtûkên lêkolînan ên derbarê Evdal û hunera wî de fêr bûn, wî di wexta xwe de xizmeteke mezin ji wêjeya Kurdî ya devkî re kiriye û vî barê giran bi serbilindî radestî kesên weke Mistefayê Xalê Heyran, Resoyê Gopala, Mihemedê Canşa, Şeroyê Biro, Şakirê Bedîh ango Dengbêj Şakiro û gelek dengbêjên din kiriye. Divê em ji bîr nekin ku; Li herçar hêlên Kurdistanê dengbêj hebûn û bi dengbêjiya xwe xizmeteke mezin ji netewa Kurd re kirine.
Têkiliya ziman û hunerê.
Bi ya min têkiliya hunera devkî yekser bi ziman re heye. Ziman amûrê navbera felsefê û hunerê ye. Eger mirov ziman baş nizanibe, mirov nikare hunereke felsefîk jî biafirîne. Lewma jî di kilamên dengbêjiyê-kilasîk de Felsefeyeke bêhempa xuya dike. Eger van dengbêjên em bahsa wan dikin rojane û her kêliyên jiyana xwe de bi Kurdî nejiyabana dengê wan çiqas xweş ba jî; wê nikaribana ewqas ji ber xwe ve kilaman bigotana û hunereke weke dengbêjiyê bigahandana serdema me û êwê nikaribana zimaneke ku pê perwerdehî nahatibû dayin bigihandana roja îro.
Hunermendên vê serdemê, ên stranbêj û têkiliya wan a bi ziman re.
Di serî de divê ez bêjim: Hinek hunermendên me ên bi rastî jî dikarin hunerê biafirînin hene. Pêdivî nabînim navê wan li vir binivîsim. Lê belê gelek ji hunermendên qaşo hunera Kurdî diafirînin mirov nikare li sitranên wan guhdarî bike. Bi ya min du sedemên bingehîn ên vê “stranbêjiyê” hene. Yek bi Kurdî nafikirin, naxwînin, bi Kurdî xewnan nabînin û di jiyana rojane de bi Kurdî napeyivîn. Ya duyemîn jî; Li ser hunera kilasîk hûr û kûr nabin û hunera kilasîk huner nahesibînîn. Dema mirov di ziman de têgihiştî nebe, fêm neke ku ziman bi rastî jî amûrê di navber huner û hunermen de ye mirov nikare tekstên stranan ên bi edebê dagirtî û felsefîk binivîse.
Stranbêjiya Kurdî xitimiye
Ji salên 90’î hetanî salên 2000’î gelek albumên baş derketin û bi rastî jî hunermendên wê demê yên welatparêz rola xwe lîstin. Lê belê ev çend salên dawî di stranbêjiya Kurdî de xitimandinek heye. Divê stranbêjên Kurd li ser vê bifikirin û rêya xwe a rast bibînin. Tişta bala min dikşîne bi piranî naveroka tekstên nûjen ên vê serdemê ne. Çiqas dengê hunermend xweş be jî; dema naveroka stranên wan dagirtî nebin, tekstên wan edebî nebin mixabin nayên guhdarîkirin.
Piraniya stranbêjan dixwazin him tekstên xwe bi xwe binivîsin û him jî muzîka xwe bi xwe çê bikin û mixabin ev jî hunermend dibe li ciyekî ku nikarin jê derkevin asê dike. Bi nêrîna min ev çandeke populîzm e. Wusa difikirin ku; eger him tekst û him jî mûzîk ya wan be wê populer bibin. Lewre heta deverekê diçin û pişt re dixitimin. Pêşniyara min: hunera kolektîf hunera herî dewlemen de.





