Medeni FERHO
Mirov azad tê cîhanê, wek kole dimire… Gotin, ji destpêka mirovahiyê ve azad e, azad dijî û nemir e!..
Şoreşên cîhanê bi gotinê dest pê kirine û serketine. Gotin jî karê qelemşoran e… Dema gotin bi beden bû, dikevê bin xizmeta civakê, eger bi beden nebe, afirgerê gotinê nekêrin!…
Serdema me, ya “veda” û “upanîşadan”e. Lehengên ku destanên “veda” û “upanîşadan” dinivîsin, li hemberî dîwarên ganîtî têkoşînê dikin. Dîwarê granîtî, sîstema dewşirme ye û aşufte ye. Biqasî pêyamberên sexte, biqasî ‘satana’yê ku sêv da Adem û Hawa metirsînî ye… Têkoşîna li dijî vê, biqasî berxwedana Promethosue pîroz e.
Ev pîrozî, hem di folklora Kurdî de, hem di destan û çîrokên wek Şahmaran, Berxwedana Çûkê Beytik û Mîrza Mihema û hwd. de veşartî ye… Destan metafîzîk in, lê hêza wan jî gotin e.
Aktorê dîrokê hişmendî ye, hişmendî bi gotinê bi beden dibe û azadiyê dixwaze. û li ser hişmendiyên din pêşdikeve. Demeke pirr dirêj e ku gelê Kurd, destîniya cografya xwe dijî. Ji bo guhertina vê destîniya bêqudoş, 29 berxwedan kirine. Lê, felsefeyek ku bi pêşengiya gotinê pêşbikeve û bibe bingeha şoreşa Kurd ne afirandin. Hemberî ku “veda” û “upanîşad” hatin nivîsandin, li hemberî êrîşên dijmin yên îdeolojîk û fizîkî serneketin.
Sedema vê yekê, nekêriya dezgehên hişmendiyê bû; hem ji metodê, ji enformasyonê, ji taktîkê bînasîb bûn. Îro, rewş guheriye, felsefeyek Kurd heye û cîha jî, nikare wek berê tevbigere.
Li Kurdistanê, afirgerên gotinê lewaz û nekêr in… Balkêş e, nivîskarên Kurd, yan naxwazin, yan jî nikarin pirsgirêkê di çavkaniya wê de zemt bikin. Di demeke ku gotin, ligel enerjiya civaka rêxistinkîrî, bûye hêza atomîk, nivîskarên Kurd, di “qast”ek bêzar de ne. Di lêgerînên şaş de tevdigerin.
Bêguman lêgerîn baş e, pêşketinan tîne… Lê divê lêgerînên wêjeyî, di riyek rast de bin û sûdê bidin. Eger lgerînên wêjeyî, ne di xizmeta civaka xwe de be, nabê berdevkê dema xwe û nekêr dibe.
Kurdan, dîroka cîhanê kirine bin otopsiyê, divê nivîskarên Kurd jî vê rastiyê bibînin û bêjin ya huuu!…
Mebesta van gotinên min, nûçeya di 2 Çileya 2018an de, di DiyarNamê de derketiye ye: Sernav: 2018: Juriyê pirtûkên salê yên bi kurdî hilbijartin bû û dibêje: “Wekî DiyarName, me îsal xebateke cuda da dest pê kirin. Me got, em pirtûkên salê hilbijarên. Li gor vê yekê me juriyek hilbijart.”
Ev karekî pîroz e û li her welatan, juriyên bi vî rengî çêdibin. Lê, di qonaxa îro de, di mercên bakurê Kurdistanê de, lêkolîn û bijartinek wisa ne pêkan e… Li Kurdistanê, bazara pirtûkan ne rêxisinkirî ye û belakirinek navendî nine, jurî li pirtûkfiroşan geriya bin jî, xwe ne gihandine girtîgehan. Girtîgeh eniya herî zêde pirtûkan dixwînin e. Destpêkirina kar pîroz e, lê destpêk û encam şaş e.
Şaşîtî ew e ku, pirtûkên kesên di jurî de hatine bijartin e. Dibe ku ew pirtûk gelekî baş bin, herî zêde jî hatibin xwendin. Lê bijartina pirtûkên kesên di jurî de, ne etîk e.
Jurî, di nava xwe de deng dane pirtûkan, ev jî ne rast e… Jurî, dengên ku ji bo pirtûkan tên dayin dihejmêrin, ew bi xwe pirtûkan bibijêrin, dive pirtûkên kesên di jurî de li ber çavan negirin. Nabeee!
Kurdan, dîrok li ser textê otopsiyê dirêj kirine û otopsiyê dikin. Divê nifşê nivîskarên îro, nebin qadatsrofa nifşê paşerojan.





