Qasim ENGÎN
Di sala nû de tekoşînek mezin li benda Kurdan û dostên wan e. Dibe ku ev ne tercîha wan bibe. Lê, ev ferz kirineke faşîzma Erdogan û hevalbendên wan e. Kurd û dostên wan, xwe ji bo tekoşînek mezin amade bikin û nekin jî lê hêzên dagirker û neviyên Osmaniyên xwînxwar çavên xwe li ser erdnîgariya me bi mabesta ku dagirbikin digerînin.
Em di dîroka mirovahî de dizanin ku, her şer ango her tekoşînên ku hatine dayîn ne ku daxwaza gelan bûye. Berovajî gelek caran gel neçar mane ku li hember zaliman li ber xwe bidin û tekoşînê bikin. Lê em jî dizanin ku dema gel û mirovên ku rastî êrîşan tên, ger xwe amade nekiribin, gelek caran bi komkujiyan rûbirû mane heta hinek caran jî di qirkirinan de derbas bûne.
Bêyî ku em dûr biçin, gelên wek Ermen û Suriyan-Keldanan yên ku bi mîlyonan li ser vê axê dîjiyan, ji ber ku li hember erîşên dewleta Îttîhatî Terakkiya Osmaniyan xwe amade nekirîbûn, di qirkiran de derbas bûn. Heta wiha bûye ku îro li ser erdnîgariya me him qirkirina wan hatiye ji bîr kirin, him jî îro li ser erdnîgariya me nufusa wan -ji ber qirkirinê- gelek kêm maye.
Heman çarenûs ji bo Îyoniyan û Pontûsan jî derbasdare. Beriya sed salî bi mîlyonan li ser axa xwe dijiyan, lê mixabin îro nemane an jî gelek kêm mane.
Niha jî heman çarenûs li pêşiya Kurdan û dostên wan wek xeteriyek disekine. Neviyên Enwer û Talat paşayên faşîst xwe amade dikin ku carek din kiryarên xwe yên hovane û derveyî mirovî pêkbînin. Em ji bîr nekin ku modela faşîzma cîhanê ev bûn. Sembolên Hîtler ev bûn. Niha jî heman feraset û heman faşîst di heman rêyê de dixwazin erdnîgariya me dagirbikin.
Em hîç nebêjin hêzên navdewletî hene û wê Kurdan, Ermenan, Keldan-Suryanan, Çerkezan, Tirkmenan, Ereban biparêzin. Tiştekî wiha tine. Beriya sed salî yên ku herî zêde rê dan ku Îttîhatî Terakkiyên Osmanî qirkiran pêkbînin hêzên navdewletî bi xwe bûn. Çawa Kayzerên Alman rê dabûn ku Ermen bi destên van faşîstan werin qetilkirin bi belgeyan di holê de ne. Fransî qaşo ji bo ku Tirkiye neçe ba Hîtlerê faşîst Antakya pêşkeşî Tirkan kiribûn. Her wiha Îngîlîstanê çawa rê da ku gelek rengên din werin tasfiye kirin jî bi belgeyan sabîte. Wekî din Efrîn li berçavan e. Çawa hêzên hegemon Efrîn pêşkeşî dewleta dagirkirker ki û îro bi demografya wê dilîzin herkes dibîne.
Em carek din bêjin di sala nû de tekoşînek mezin li pêşiya ye. Ger rastî ev be wê demê serî de pêwîstî heye ku tevahî Kurd di eniyekê de bibin yek. Ji bo faşîstên Îttîhatî Terakkî, kurdê baş an jî kurdê xirab tine, ji bo wan tenê Kurd hene. Ji ber vê jî ji bo wan Kurdê baş, Kurdê miriye.
Heman destûr ji bo Ermenan û Suryan-Keldanan jî derbasdare. Ji bo neviyên Îttîhat Terakkiyên Osmanî tenê Ermen û Suryanên ku werin kuştin hene.
Bi kurtasî, ev destûra ji bo hemû rengên Sûriyê derbasdare.
Ger rastî ev be, wê demê pêwîstî heye ku tevahî rengên Sûriyê bi kurdan re xwe bikin yek û ji niha de li hember neviyên Enwer, Talat û Cemal paşayên faşîst bi her avayî bibin yek.
Ya girîng ew e ku, em ji xwe û ji tifaqan bawer bikin!





