Zekî BEDRAN
Tirkiye, li Sûriyê ji dev ji armanc û daxwaza xwe ya qirkirina Kurdan bernade. Peymana Bahçelî, Erdogan û Ergenekonê dixwazin Kurdan tine bikin û wisa ji krîza Rojhilatanavîn derkevin. Pêwîste ev rastiya dîrokî baş bê dîtin û li gorî wê pêşketin bên nirxandin. Rastiya bingehîn neyê dîtin wê nirxandin nehihêjin armanca xwe û polîtîkayên erênî neyên diyar kirin.
Mînaka Efrînê gelek balkêş e. Dewleta Tirk timî got PKK terore û ev yek jî li ser dunyayê ferz kir. Di berdêla gelek tawîzan de bi Rûsyayê re li hev kir. Dewletên weke DYE jî ev yek erê kirin. Efrîn bi êrîşeke mezin hat dagirkirin. Li gor daxuyaniyên rêveberên Tirk “terorîst û hêzên çekdar” ji wir hatin derxistin. Serkeftina xwe ragihandin. Di vê rewşê de diviya dewleta Tirk Efrîn biterikanda û radestî rêveberiya Sûriyê bikira. Lê tiştekî wiha çênebû. Ji wê kampaxtir dest bi paqijiya etnîkî ya ku sûcê mirovahiyê kir û hê jî vê yekê dewam dike. Hat fêhmkirin ku pirsgirêk tenê Kurdên rêxistinkirî nîne. Êrîş li ser hebûna Kurd hat kirin. Niha bi sed hezaran mirov ji cih û warên hatine derxistin û nahêlin ku vegerin. Mal û milkên wan tên talan kirin, li cihê wan çete û malbatên wan û mirovên ji derve tên bi cih kirin. Ji bo ku Kurd careke din venegerin her tiştî dikin.
Niyet û polîtîka dewleta Tirk ya ku bi vî rengî eşkere bû lê dunyayê li hember vê xwe kerr û kor kir. Rewşa Efrînê nexistin rojeva ti saziyeke navnetewî û bîryarek nehat girtin. Tirkiyê ji vê yekê hêz girt, planên xwe yên êrîş û dagirkirinê xist meriyetê. Dema ku şerê li Îdlibê di rojevê de bû Tirkiyê gef li Bakûrê Sûriyê xwar. Gef li herêmên Sûriyê yên herî bi ewle, herî demokratîk ku gel û bawerî bi hevre lê dijîn, hatin xwarin. Her wiha Rûsyayê ev yek qebûl kir û piştgiriya wê kir. DYE jî di nav de kesekî ji Tirkiyê re negot bisekine, tu çi dike, Sûriye erdê te nîne. Di dawiyê de Trump got “min erk daye Erdogan, ez Sûriyê ji wî re dihêlim û ewê DAIŞ’ê paqij bike.”
Bi deh hezaran hêzên çekdar li Îdlibê kom kiribûn. Erdogan ew diparast û berdevkiya wan dikir. Rûsyayê bi Erdogan re bazarî kiribû. Lê Erdogan li şûna ku vê peymanê bi cih bîne ew çete parast, ji rojevê derxist, hêzên xwe li sînorê Bakurê Sûriyê kom kir û ev yek li ser herkesî ferz kir. Tirkiyê DAIŞ, El Nûsra û hêzên din yên çekdar di bin banê xwe de hewand. Niha ji derveyî Tirkiyê ti dewlet xwedî li van hêzan dernakeve û bi awayekî eşkere piştgiriya wan nake. Erdogan çawa ku niha penaberên Sûriyê li dijî Yekitiya Ewropayê bi kar tîne û ji bo paqijiya etnîkî ya li ser Kurdan di destê xwe de digire, bi heman rengî van hêzan jî amade dike ku li dijî Kurdan bide şerkirin. Bi van hêzan hewl dide li Sûriyê destê xwe xurt bike û Sûriya ku ji nûve tê avakirin de dixwaze bibe xwedî gotin. Weke ku tê dîtin hesabên rêveberiya Erdogan tenê li ser tinekirina Kurdan nîne. Ji bo hemû Rojhilatanavîn û Sûriyê jî gelek xeter e. Tê gotin ku li Îdlibê di navbera El Nûsra û hinek komên din de şer diqewime. Tê gotin ku El Nusra li qadê bandora xwe zêdekiriye û koma ku şerê wê dike ji Îdlibê derketiye. Bi dehan mirov mirine. Ger ev tişt ji bo Rojhilatê Feratê bihatan gotin wê Tirkiyê dunya rakiriba ser piyan. Wê bigota “ezê biçim herêmê ji terorê rizgar bikim” û zext li dunyayê bikira. Tevî ku li Bakurê Sûriyê aşitî û aramî heye dibêje “ezê biçim Kurd û Ereban ji terorîstan rizgar bikim.” Bala xwe bidinê Erdogan ji bo pevçûnên xwînî yên li Îdlibê yek gotinekê nabêje. Erdogan di van lîstikên qirêj û xwînî de xwedî rola herî sereke ye. El Nusrayê dide êrîşkirin, hêzan bi rêxistin dike û bi vê jî hewl dide plana ku zextê li Rûsya û rêveberiya Esed bike, pêk bîne. Tiştên ku diqewimin bê xebera Erdogan pêk nayên.
Di dawiyê de ji bo Kurdan û Bakurê Sûriyê hinek fikar hatin ziman û daxuyanî hatin dayîn. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê jî got ku divê pêşî li kuştina Kurdan were girtin. Ya ku niha dixwaze Kurdan qetil bike rêveberiya Erdogan e. Ger ku DYE’yê ev yek fêhmkiribe başe. Lê ya girîng ew e ku bi daxuyaniyan ev rewş neyê derbaskirin û herêm bi komkujî û hilweşandinên nû re rû bi rû nemîne. Di vê mijarê de hem berpirsyariya DYE û koalisyonê heye û hem jî hêza wan ya ku Tirkiyê rawestînin heye. Pêwîste hemû barê şer û dagirkirinê nedin ser milê Kurdan û gelên herêmê. Divê rêveberiya Sûriyê jî bi berpirsyarî tevbigere, bi hêzên li Rojhilatê Feratê re li hev bike, yekîtiyeke demokratîk ava bike û pêşî li gefên dagirkirinê bigire. Dikare bê gotin ku hêza rêveberiya Esed têra vê yekê nake. Lê rêveberiya Esed vê yekê dikare bi Rûsyayê re muşterek bike. Ev yek ji bo yekîtiya Sûriyê şansekî mezin e. Lewra hêzên Bakurê Sûriyê alîgirê yekîtiya Sûriyê ne.





