Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê bi serkevin

08/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gel li hember zulmê bi  biryar e
Share on FacebookShare on Twitter

Hozan SEYÎDXAN

Civak an jî mirov dema ku dikevin sala nû, dixwazin xwestekên wan, hêviyên wan bi cîh were. Helbet ev daxwaz û hêvî li gorî civakan diguhere. Belê kurdên ku di ser pênc hezar sale li ser axa qedîm ya mezopotamiya yê jiyaye, tenê çend daxwazên wan heye. Li gel welatek azad û demokratîk, nasname û çandek azad, aşitiyek mayînde û bi rûmet. Ji ber van sedemên sereke kurd li her qadê têdikoşin.
Di serê sala 2018’an heta bi sala 2019’an kurdan di encama tekoşîneke bê hempa de di serîde li Efrînê berdelên mezin dan. Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan her roj di nava çalakiyan de bûn.
Di sala 2018’an de zext û êrîşên desthilatdariya faşist a AKP û MHP’ê bê rawestin domiya. Îradeya siyasî ya gelê kurd hatin dîl girtin. Di encama siyaseta qirkirinên siyasî û çandî de ji ber azadiya ramanê her kes hatin darizandin.Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê kurd birêz Ocalan her kêlî û roj metirsînên mezintirin bi xwe re anîn.
Li aliyên din li rojava şoreşa neteweya demokratîk rê li pêşiya jiyana hevpar ya hemû çand, ziman û pêkhateyan vekir. Şoreşa Rojava di vê sala 2019’an de jî ji hemû gelan re bû qada azadî û hêviyan. Di vê sala nû de jî tekoşîna azadkirina ji bo nirxan bê rawestan didome.
Gelê kurd bi çalakiyên xwe bi biryare ku vê sala nû wergerîne sala serkeftinê. Parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê gelê kurd birêz Ocalan kete çalakiya grêva birçîbûnê, bû çurûskek û li tevahiya Kurdistanê û derveyî Kurdistanê belav bû.
Belê du meh li ser çalakiya Leyla Guven ya grêva bircîbûnê re derbas bû. Çalakvanê ku di grêva bircîbûnê de ne bi biryarin, di peyamên xwede yek gotina hevpar dibêjin, “Emê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkînin, sala 2019’an bikin sala serkeftinê.”
Çalakiya ku li zindanan hate destpêkirin li hemû qadan belav bû.Li bakûr, başûr, mexmûr, rojava û li Strasburga Fransa yê berdewame. Bi hezaran Kurdistanî her kêlî û her roj li kêleka çalakvanan di nav berxwedanê de ne. Ev helwesta gel jî vîna çalakvanan qewîntir dike. Baweriya wan bi hêztir dike.
Herî dawî Leyla Guven bi boneya sala nû peyamek da û di peyama xwe de wiha dibêje. “Sala 2019’an ew ê bibe sala azadiyê. Ew ê pêşveçûnên demokratîk li vê erdnîgariyê pêk werin. Bila sala nû bibe sala serkeftina berxwedanê.”
Ji loma jî, li kudera cîhanê dibe bila bibe, bi ramanê û baweriyê bibe bila bibe, îro tekoşîna ji bo maf, parastina nirxan, azad kirina rêber Apo û hem û dîlên azadiyê rewa ye. Di destpêka vê sala nû de gelê kurd di serî de li Rojava bi giştî li Kurdistanê, hîna di nava metirsînan de ye. Loma çalakvanên ku di grêva birçîbûnê de ne dibêjin, “êdi dem hatiye pêwiste hemû kurd destên xwe têxine bin bar û li dora berxwedanê kom bibin û têbikoşin.”
Gelê kurd di sala 2018’an de li dijî êrîşên zalimên desthilatdariyê, bi sekneke bi biryar û bi tekoşîneke qewîn li ber xwe da. Ev rastiya di sala nû de hêvî û bendewariya me qewîntir dike.
Belê di destê me de ye ku em sala 2019’an ji bo nirxên mezin ên însanî, mafên gerdunî, wekhevî, demokrasî, edalet û azadiyê bikin saleke serketî. Eger em ji baweriya xwe qewîn bin, em ê karibin serkevin.
Li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ku hemû nirx û pîvanên însanî û exlakî binpê dike, em bi bawerin ku zutirîn roj wê zalim û dagirker têk biçin. Serkeftin wê her ya gelê kurd û bindesta be.
Sala 2019’an li we pîroz be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.