Avesta AMARGÎ
Çîroka şervanek di şopa hevrê Sara de têdikoşe dide zanîn ka bê çiqas şopên şoreşgera mezin Sara li Kurdistanê bi bandor bûye. Ev çîrok bi xeyalê dest pê dike û bi rastiyê tê dawî kirin. Beşek ji çîroka şopdara hevrê Sara ya bi navê Şaristan wiha ye; “Hinek dem hene pêwîste mirov bijî. Demên wisa ne ku berî tu jiyan bikî hewceye tu xewn û xeyalên xwe ji wan roj û deman re ava bikî. Ew xewn û xeyal dema ku li deriyê rastiyê dixin heqîqet, di hizir û hestan de tê strandin.
Carna xeyalên me ewqas mezin dibin ku di hindirê bedena mede bi cih nabin. Belê, ez di temenê xwe yê 8 saliyê de bûm. Ango ez di dema serwextbûna bûyer û jiyanê de bûm, min di wê temenê xwede peyva PKK’ê li her qada jiyan û li ser lêvên her kesî dibihîst. Di civatan de dihat gotin; zarok berî fêrî navê dayik û bav bibe fêrî bijî Serok APO dibin. Me çavên xwe di wan civatan de vekir. Ev ruhek bû di wan deman de digeriya. Di wan deman de rastiya herî zêde dihate bi lêvkirin û bihîstin berxwedana li zindana Amedê bû. Di wê berxwedanê de jina ku ji rêgez û rêbazên xwe yên têkoşînê nedihate xwarê dihate behskirin. Behsa jina ku ‘bawer dike jiyan, bi têkoşîn û şer tê bi serxistin’dikirin.
Kê bû ew jina serhildêr?
Êdî dem hatibû ez xewnên xwe bi wate bikim. Jina ku her tim ez bi meraqa dîtina xwe ve hêştibûm li benda min bû. Meşa min a di nava têkoşînê de bi qasî heşt salan kişand. Min baweriya xwe winda nekir. Û ez qet ji xeyala xwe ya zarokatiyê nehatim xwarê. Ji ber min dizanîbû ezê rojek ji rojên salan bidizim û destê xwe bidim jina serhildêr.
Çavên min ên ku qet ji hêviyan re nehatin girtin bewer dikirin wê xewnên min bên bi cih anîn. Hestên min xwe ji dema kamilbûnê re amede dikirin. Ramanên min xwe ji sohbetek têr û tijî re dihunandin.
Di çarê îlona sala 2010’an de, li herêma Metîna şevên tarî xwe ji bê dengiyê re berdabûn, stêrkan xwe ji mizgîniyê re kiribûn xelek, hevaltiyê xwe ji pêşwazîkirinê re strandibû.
Saet dehê êvarê bû, êdî xewa giran xwe li çavên me digerand. Lê kêliya bêsebiriyê xwe li xewê radikişand û nema dihat xewa miriniyê. Kêliya pêşwazîkirinê hatibû. Dengek ji derve hat, em hemû heval rabûn ser xwe û di rêza silav dayinê de sekinîn. Kêliya bi kelecan destpêkir û bi hembêzkirina min a hevala Sara, Sakîne CANSIZ re xewn bûn rastî.
Di ew şeva tarî de dilê min xwe ranedigirt û lêdida. Şahidiya wê hevdîtinê ronahiya stêrkan bû, kelecana dilê min bû.
Êdî dem hatibû ez xwe di kelecana xeyalên xwe de bişum, dem hatibû kêlî xwe biçemîne li ber rastiyê. Dem hatibû em birêsin kûrahiya ruhê ji kêliyê bê xebar. Dem hatibû xeyal serî biçemîne û rastî strana xwe vebêje.
Tekoşîna heval Sara, bi rastî kirina xewn û xeyalên jinên Kurdistanî, dest pê kir lê, di roja îro de, ne tenê li Kurdistanê û rojhilata navîn, li her çar aliyê cîhanê ev xewn û xeyalên jiyana azad belav bûye.





