Burhan ERDEM
Dîrokê gelekî dubarekiriye ku li her welatî dawiya her dîktatorî bi awayekî tê. Mirovahiyê gelek awayê ji textxistana dîktatoran dîtiye. Carina bi destê xwe dawiya xwe anine ku mirovên tayin kirine li dîktator xayin (!) derketine, hêza wî bi dest xistine. Ew li dewsa yê beriya xwe bûne dîktator. An jî dîktatorên dewleteke din, bi şer dawî li wê dîktatoriyê aniye. Jixwe dîktator ji dîktatoran hes nakin. Di salên dawî de vê yekê bi ambargodanînê dimeşînin. Ji dêleva şerkirinê çend dîktator tên cem hev û dîktatorekî ji aliyê bazirganiyê ve dorpêç dikin. Lê ji vana gişan xweştir heta ya herî xweş bi îsyana gel hilweşandina dîktatoriyê ye ku me kurdan gelekî jê heskiriye. Herî dawî me kurdan pêvajoyeke bi vî rengî li Iraqê jiyabûn. Niha jî tê xwestin li Sûrî, Îran û Tirkiyeyê jî were jiyîn.
Jivan her sê dewletan ya herî nêz a vê daxwaza kurdan Dêktatoriya Sûriyeyê ye. Partiya El baasê bi hatina xwe ya ser hukum, hemû civak xistibû bin zexta xwe û li nava civakê mirovên partiya xwe bi cîh kiribû. Ev herî zêde jî di nava kurdan de hebû. Di mada 8 an a destûra Sûrî de a ku di sala 1973 de hatibû danîn ku partiya El Baas xwe wek seroka dewlet û civakê îlan kir. Jixwe bi vê biryarê re dema dîktatoriya Hafiz Essad ku bi inqilaba 1973 an hatibû ser hukum destpêkiribû.
Rewşa Awarte ya vê dîktatoriyê zêdetirî 40 salan jiyana mirovan li Sûriyê xistibû tengasyek mezin û li pêşiya azadiyan bûbû astenga herî mezin. Li gorî mada 2 an a qanûna leşkerî ku konseya birêvebirna qaşo şoreşê derxistibû maf dida dozgerê leşkerî ku hemû şêweyên jiyana sivil kontrol bike. Tu desthilatdariya dadgehê, wezareta dademendiyê li himberî binçavkirna mirovan nînbû. Yanî dadgehê nikaribû biryara binçavkirin, serbestberdan, ifade stendin, cezakirina hemwelatyan bide. Ev hemû ji aliyê dozgerê leşkerî yê Rewşa Awarte ve dihate birêvebirin.
Kurdên di zindanên Baasê de mabên qala wê dikin. Mafê ew kesê tê binçavkirin tune bû ku, di dema girtina xwe de parêzerekî bigre da ku wî an jî wê li dadghê biparêze. Dadgeha sivîl nikarîbû biryarên dadgehên leşkerî yên awarte iptal bike an jî rê li ber pêkanîna wan bigre. Li gorî Rewşa Awarte, qedexebû ku tu kes cih an jî sedema girtinê an jî çarneûsa wî mirovê ku hatiye binçavkrin, bizanibe û imkana serdanan ji binî ve tune bû. Ew kesên ku li gorî qanûna Rewşa Awarte hatine darazandin , qedexe bû ku pasportan bistînin an jî ji Sûrî derkevin .
Gelek ji biryarên li gorî Rewşa Awarte yên ku ji himberî dadgeha ewlekarya dewletê hatine dayîn , bû sedema bidarvekirin û kuştina hezarên mirovan û komkujiyên mezin. Di encama van kiryarên li dijî mirovan, gelek ji hemwelatiyan reviyabûn welatên din. Di serî de jî yên xwedî hebûna mal û milk û pere. Lewra mafê milkiyeta şexsî her dihate binpêkirin, û bi biryara dadgeha ewlekariya leşkerî gelek mal û milkên hemwelatyan ji wan dihatin stendin. Gelek caran mirov û xizmên wî kesî an jî kesê ku biryara girtinê jê re hatiye dayîn, tên binçavkirin heta ew kes xwe teslîm neke nayên berdan.
Suriyeya berê weha bû! Weke Tirkiyeya îro!..





