Derwêş M. FERHO
Yek ji Kurdên bîrewer ku di demên herî pêşin de berê xwe da Ewropa û bi cî bû Mahmud Baksî ye. Temamiya jiyana xwe di ware nivîskarî, rojnamevanî, civakî û siyasetê de ked daye.
Wî,ji sedema nexweşiyê zû koç kir. Lê şopeke serbilind, têr berhem li pey xwe hişt.
Ji sedemên siyasî xwendegeha Dicle Öğretmen Okulu terk kir û pê re pê re dest rojnamevaniyê (Batman Gazetesi) kir. Di 1961de Türkiye İşçi Partisi ava dibe, di bernameya wê de li ser pirsgirêka Kurdî çavdêriyeke erênî heye. Bo wê jî M. Baksî di 1968 de li Batmanê dibe berpirsiyarê wê. Di heman demê de di nava refên DİSK de jî çalak e. Di 1969 de romana wî Mezra Botan tê weşandin. Pirtûka wî ku di derbareyê doza Şadî Akkiliç nivîsîbû jî der tê. Lê her du berhem têne qedexekirin. Baksiyê ku nizanê serê xwe li ber dijmin xwar bike xebata xwe ji bo pirsgirêka Kurdî didomîne. Ji sedemên xebata siyasî di destpêka 1970 de 15 sal cazayê girtîgehê didinê û ji vê sedemê ew der tê dervayê welêt.
Swêd ew ziman hîn dibe û ji rojnameya Aftonbladet û gelek kovar, rojnameyên din re dinivîse û rojnamegeriyê dike. Di 56 sal jiyana xwe de bûye xwediyê 22 berhemên bi zimanê cuda.
Berhemek wî bi navê Isveç Isveç dedikleri di 1976 de bi zimanê Turkî û bi Swêdî Hörru’du der tên. Berhema wî, Zarokên Ihsan, ku ji aliyê Wezareta Kultûrê ya Swêd hatibû weşandin, di xwendegehên Swêdî de bû berhema perwerdê (1978). Heman wezaretê pirtûka wî ya bi navê Keça Kurd Zozan bi wergera Swêdî weşand. Wek tê zanîn ew berhem wek rêzefilm bi zaravayên Kurmancî û Soranî, di televîzyonên Swêdî de hate weşandin.
Ji sedema cunta faşist li Turkiyê ya sala 1980 gelek şoreşgerên Kurd diçin aliyê Rojava. Yek ji wan jî xwişka wî Necla Baksî ye. Dewleta Turk di mala ku ew tê de ne sabotaj dike û 15 kes dikuje. M. Baksî vê bûyerê jî bi navê Kamişli Katlîami di 1981 de dinivîse û diweşîne.
- Baksî di nivîsa xwe de hoste bû. Kurdiya wî xweş û gelerî, hişmendiya wî di warê orf û adedên Kurdî de xurt bû. Dema di 1984 de pirtûka bi navê Hêlîn diweşîne çend xelat di qada navneteweyî de distîne. Gelek rexnegîrên wêjeyê ew yekemîn romana modern ya Kurdî bi nav kir. Di dû salên pey re du pirtûkên din ji aliyê têne nivîsîn û weşandin. Li Beljîka ji aliyê Enstituya Kurdî ya Brukselê pirtûkên wî Hêlîn û Ik was een kind in Koerdistan di 1998 de bi wergera Hollandî diweşîne.
Di nav berhemên wî de Kürt Gözüyle Yilmaz Güney, Video Gelîn, Teyrê Baz ya da Bir Kürt Işadami Hüseyin Baybaşin, Her Kuş Kendi Sürüsüyle Uçar, Trial by Silance – At War with the State, The Huseyin Baybaşîn Story, Mine Exil, hene. Romana wî ya bi navê Serhildana Mala Eliyê Yunus, 2001, ku paş koçawî hate weşandin, mînaka xurtiya hişmendiya kultûra Kurdî li ba Baksî ye. Şîroveya wî ya xurt hostetiya wî dide xuyakirn.
Dema rêberê Kurd birêz A. Öcalan tê Roma, diçe dîtina wî. Bi vegera xwe re pirtûka Roma Yürüyüşü, 2000, dinivîse. Heman pirtûk bi zaravayê Soranî jî tê çapkirin.
- Baksî gelekî ji gerrê hez dikir. Berî koça dawî bike di wasiyeta xwe de dibêje min bibin Amedê û li wira veşerin. Cenazê wî dişinin, lê bi şaşî ew diçe bajarekî din li Turkiyê. Şîrketa firokê wî vedigerîne Stockholm. Wê demê hevala wî Eline Clason dibêje “Baksî hewqasî hez ji gerrê dikir ku li wê dinyayê jî digerrê.” Cara duyem wî dibin Amedê û li wira vedişerin.





