Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welat li benda me ye!

07/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Welat li benda me ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Dîroka qedîm dide nîşan ku azadiya gelê Kurd girêdayê yekitiya netewî ye. Wekî gotina Cigerxwîn ger ku gelê me nebe yek dê biçe yek bi yek. Kurdan ev rastî bi windahiyên mezin tecrûbekirin. Mixabin êdî şansê kurdan ya windakirinê tune ye. Windakirin têkçûne.

Ji ber vê rastiyê gelê kurd di 5-6 salên dawî de ji bo yekîtiya netewî ketin nav hewldanên girîng. Kîjan siyaset dibe bila bibe dizane ku pêwîstî û neçarî bi yekîtiyê heye. Yên ku vê rastiyê piştgûh dikin, li pey hesab û berjewendiyê biçûk in li hemberî dîrokê jî li hemberî gelê me jî di bin barekî giran û mesûliyetek mezin de ne.

Di vê merheleya ku gelê kurd çaralî di bin êrişên îmhakirinê de pêwîstiya yekîtiyê zêdetir derketiye pêş û bûye qederekî û tu kes nikare ji vê rastiyê bireve. HDP wekî tevgerek siyaseta demokratîk ji bo yekîtiya netewî ji hemû fedakariyan re amede ne. Dildar û şopdarê siyaseta demokratîk, welatparêzên kurd  jî divê ku li gor vê hesasiyetê tevbigerin.

Hilbijartinên heremî ji bo me firsenda vê yekê dihewîne û pêşkêşê me dike. Ji bo ku bingeha yekîtiya netewî bê avêtin HDP’ê, hilbijartinên heremî wekî firsendekî nirxand û gav avêt. Ev helwdan di van hilbijartinan de gihîşte merheleyek girîng. Niha partiyên Kurd, tevgerên Kurdistanî tên cem hev û tifaqa hilbijartinê li dar dixin. Ev tenê li hemberî xeta faşîst û dijberê kurd xeta netewperwer nîne, xeta demokrasiyê nîne di heman demê de ji bo siberoja gelê kurd bingeha yekîtiya netewî ye.

Lê belê derdikeve holê ku li hin deveran, ev mijar têrî xwe nehatiye fêmkirin. Her kesekî ku di gotinê de pêwîstiya yekîtiyê tîne ziman dema ku dor tê fedakariyê dikeve nav xweparêziyê û hesabên biçûk.

Bêguman beriya neha van partiyan li hemberî hev siyaset meşandiye û gelek caran hev êşandine. Lewre normal e ku gel dem dem van hesasiyetan bîne ziman. Lê divê bê zanîn ku di dawiya dawî de yekîtî hewcedariyek jiyanî ye bo kurdan.

Kes li hemberî yekîtî û tifaqa netewî dernakeve. Lê ji ber hin hesabên biçûk îtirazên şexsî hene.

Niha derketiye holê ku heya gelê ku bi giştî bi ser nekeve tu parçeyek, tu hîzb û partiyek, tu beşekî civaka kurd, tu kesekî mensubê vî gelî bi ser nakeve. Demsala azadiyê girêdayê feraseta “bila mezin be bila ye me hemûyan be” ve girêdayî ye. Gelê kurd firsendê nade hesabên biçûk û kî dibe bila bibe yên ku van hesaban dikin jî dê li hemberî dîrokê jî li hemberî vê gelê jî mehçub bibin. Niha welat li benda me ye û li gel hemû xeletiya dê gelê bi ser bikeve.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.