Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qalibên Civakî

05/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qalibên Civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Civak, di dîrokê de xwediyê jiyaneka hevpar, çandeka hevpar, peywendiyên têkele. Di nav vê têkeliyê de gelik tiştên balkêş hene. Çi ji aliyê jiyana civakê ve be, çi ji aliyê têkiliyên civakê ve be, dema mirov berê xwe didiyê, hinek qalibên civakî hene kû bala mirov gelik dikişînin. Qalibên civakî, kirasê kû mirov kesan yan ji biran têxe têde û li gor wê wana dinirxîne. Dema mirov hinan têxe di nava qalibekê de, cih de mirov di derbarê wan de fikrekê dibêje û evên henê fikrên lez û bez in. Di nava hinek şertan de ev hizir bingehî çêdikin û hema cih de derdikevin pêş. Ev qalibên civakî ‘rê kurtik’ên hizirandinê ne. Bingehê qalibên civakî razberin. Lêbelê ew paşê girber dibin. Her çend di serî de ev qalib bi pirranî li mirov girber tên ji, lê ew bingehê xwe ji hizran destînin. Qalibên civakî, li ser bîr û baweriyan tên ava kirin û li gor bîr û baweriyên civakê ji di nava civakê de cih digirin. Gelik caran ev qalibên civakî tiştên xelet ji dibêjin lê mixabin ewan weke qalib di nava civakê de cih girtine û di demeke kurt de ji mirov nikare wan ji nava civakê rake. Gelik caran, ew kesên kû şibandin ango layêq dîtina wan qaliban heq ji nakin, lêbelê bi pirranî ji ber cil û berg yan ji qam û qelefet, şikl û şemala xwe mirov wan têxin di nava wan qaliban de û mirov li gor wê nirxandinên şaş di derheqê wan de dikin. Mînak dibêjin; ‘tu çi bikî kuwarê ewê bê xwarê’. Eva henê bi pirranî li ser perwerdehiya dê û bavan tê gotin. Yan ji dema hinek bixwazin hinan kiçik bikin, henekê li zarokên hinan bikin, wan têxin di nav van qalibên civakî de.

Di nav civakê de gelik qalibên civakî hene kû li gor zayenda ji hatine gotin. Mînak dibêjin; ‘jina fihêtûyî bi welatekê, mêrê fihêtûyî bi bizinekê’. Eva henê qalibek civakî ye. Ji kiçkayî civak van qaliban têxe di serê zarokan de û li wê gorê wan mezin dike. Civakê viyaye jin şermok be, ne biste be, nekare di jiyanê de xwe li ser lingê xwe bigire. Lê berovajî vê, herweha civakê viyaye mêr biste be, di jiyanê de  bikaribe xwe li ser lingê xwe bigire, bikaribe xwe bi rêve bibe. Dibêjin di jiyanê de teybetiyên keseyatiya mêran ‘nêr’e, ya jinan ji ‘mê’ ye. Li gor nêr û mêyîtiyê civak rolan li wan bar dike. Mêr serdest, serbixwe, lawê keyfê. Jin dilnazik, nefskiçik, şermok, xwdiyê baweriyên batinî. Teybetmendiyên derûniya nêr, di jiyana civakî de serkevtîtir dide xwiya kirin. Teybetmendiyên derûniya mê, di nav jiyana civakî de pitir karên mal û rolên girêdayî wê dide pêş. Yanî hizir û nêrînên di derbarê jin û mêran de weke qalibên civakî yên zayendî tên bi nav kirin. Di têkiliyên jin û mêran de, li gor qalibê civakî divê mêr pêşiyê dilketina xwe ji jinê re bêje. Yan ji divê mala mêrî biçe mala jinê û wê ji dê û bavê wê bixwaze. Divê mesrefa dawetê mêr bike. Civakên jin lê serdest bin ev rol û qalib tên guhertin. Gelo ma ev qalib qet nayêne guhertin? Belê têne guhertin lê gelik hêdî. Mînak piştî jin bi awayekî zêdetir tevil jiyana civakî, yan ji ya kar dibe ev guhertin xwiya dike. Di nava demê de ev guhertin wê zêdetir ji bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.