Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çawirwanî

05/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çawirwanî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan CAN

Tiştekî xwazayî ye ku mirov li hember her buyerekî  refleks û helwesta xwe nîşan bide. Ne tenê li ser asta mirovekî civakek bi xwe jî li hember buyer û rûdanên li hawîrdora xwe refleks nîşan dide.  Beşek ji wê civakê jî tenê li hêviyên derdor û xapînok çawirwan dimîne. Ango, hin kes hene hertim bi hêvî û bendewariyên hêsan amil dimînin û çareya xwe di wir de dibînin.

Gotin li cih be, gelek hekîm û fîlosof jî ev gotin raber kirine “divê mirov li benda şert û mercan nesekine, divê ew bi xwe şert û mercên xwe ava bike”  ango, li benda soz û peymanan mayîn xwe xapandina herî mezin e. di demeke gelek kurt de ku para xwe ji dawiya sala 2018’an û destpêka sala 2019’an bir, bi gefên dewleta Tirk û her wiha piştre biryara sûrprîz ya xwekişandina Amerîkayê herêm û cîhan li bin guhê hev ket. Her hêz û welatek, herêmî dibe an jî cîhanî êdî li benda ka wê çi biqewime çawirwan man. Li Rojava bakur û rojhilatî Sûriyê jî hem civak bi hemû pêkhateyên xwe û hem jî hêzên siyasî û rêveberiya wê jî ketin nava liv û tevgerê.

Ta asteke gelek mezin hêviyên ku dewleta Tirk ji şerê taybet dixwest li ser herêmê pêk bîne şikest in. Belkî di serê her welatiyekî de goman çêbûn lê; bi berdewamiya jiyana xwe û baweriya xwe ya cewherî ew rewşa bi fikar derbas kir. Ev jî wateyek wê heye. Berî demekê hevalekî min ku ez naxwazim navê wî bi lêv bikim li ser malpera xwe nivîsan dibû – hêzên Rojava berê ciwanên gelê reben dide sengeran û vala vala jiyan xwe ji dest didin- helbet ew li derveyî welêt e. lê mirov dema kelcana gel û bawerî her wiha nirxandina xwe ya ji buyeran re û refleksên ku nîşnandana dibîne, tişet ferq dibe ku yê reben û normal her wiha besît besît li buyeran dinêre ew ê ku ji derveyî sînorên welatê xwe çawirwan maye, nizana ku 8 salên bihûrî bi roj û şev gel di nava xebatekî bê hempa de xwe bi rêxistin dike.

Ev yek ji aliyê gel de ye, lê ji aliyê rêveber û siyasetmedar bi partî û kesayetên wê, dîsa çîroka yekîtiya netewî xistin dewrê. Ji xwe tenê dema sûrprîzên mîna Trump û gefên Erdogan gur dibin çîroka kongreya netewî tê bîra wan. Ev partiyên me jî li gorî hêviyên gel jî derneketin tenê xwe li benda şert û mercan çawirwan dihêlin, her wiha ji cîvînan wêdetir jî tiştekî pratîk xwedîgiravî nekirine. Bê başe Erdogan gef xwarin, ger ew jî nebana belkî ev partî jî kom nebana.

Wek ereb dibêjin, welhasil, yê ku hesab ji her rewşê re kiribe, li benda hêviyên xapînok çawirwan namîne û dizane bê ew dikare bibe faktora guhertin û vegihetina şert û mercan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.