Ezîz KOYLUOGLÛ
Herkes li ser Kurdan nîqaş dike. Li Rojava wê rewşa Kurdan çawa be, wê çi bi Kurdan were? Niha ev pirs hemû ne tenê di rojeva Kurdan de ye, di rojeva hemû cîhanê de ye. Lê di heman demê de herkes bi herkesê re li ser Kurdan bazareke pirr alî dike. Di vê bazarê de gelek hêz dixwazin destê Kurdan lewaz nîşan bidin, lê berovajî vê destê Kurdan belkî ji hemû deman zêdetir bi hêztire. Kurd nikarin xwe li gorî gotinên rojane birêxistin bikin.
Piştî gotinên Serokê Emerîka Trump hemû dewletên li ser Sûriyê siyasetê dikin û dixwazin Sûriyeke li gorî berjewendiyên xwe çêbikin, ji nûve ketin nava tevgerê û bûn xwedî seknekî nû. Ev sekna jî ne siyasetek nû ya bisekine û bibine bû. Dewletên wek Rûsya, Îran, û Sûriye wek eniyek ji şerê Sûriyê him bi Kurdan re ketin nava têkiliyan him jî niha li bendê ne wê Emerîka çi bike. Dewleta Tirk ya li ser du bena dilîze di siyaseta xwe ya li Sûriyê de kete nava valatiyê û heta niha jî nikare siyaseta xwe nû bike. Dewleta Tirk di mijarekê de bi îstîkrar tevdigere, ew jî dijminatiya li Kurdan e. Yekitiya Ewropa ku ev demeke bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka re tevger digerî, bi helwesta Emerîka ne tenê di siyaseta xwe ya li Sûriyê di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de kete nava valatiyek pirr cidî.
Daxuyaniya dawî ya Trump dîsa di rewşê de guhertinek din da çêkirin. Trump got ew ê bi demê re vekişin û dem diyar nekirine. Got ew dixwazin piştî vekişînê jî parastina Kurdan bikin. Lê ev guhertina siyasî ne di biryara vekişînê de guhertin e, di şêwazê vekişînê de guhertin bû. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka teqez dixwaze xwe ji Sûriyê vekişîne. Jixwe di nava rayadarên Emerîkî de binketina di siyaseta Sûriyê de êdî tê qebûl kirin. Ya ku hişt siyaseta Emerîka di vê astê de binbikeve, siyaseta dewleta Tirk ya dagirker ku alîkariya çeteyên wek DAIŞ’ê kir bû.
Niha jî dewleta Tirk ya dagirker bi armanca aramiya herêmê ji nav bibe ketiye nava tevgerê. Çawa bi destek dayîna DAIŞ ve xwest gelê Kurd û deskeftiyên wê ji nav bibe, vê carê jî dixwaze bi dagirkirina herêmê him gelê Kurd ji nav bibe him jî encama têkoşîna li dijî DAIŞ hatiye girtin, ji holê rake. Ev jî ne tenê encama têkoşîna gelê Kurd ya li dijî terorê, têkoşîna Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ ya 5 salan jî ji holê rakirine. Niha li dijî vê siyaseta dagirker têkoşînê dikin.
Ji ber zextên heyî Trump wek gav paşde avêt û dema derketina ji Sûriyê dirêj kiribe jî, ev nayê wateya xetariya li ser gelê Kurd û yên Bakûrê Sûriyê rabuye. Berovajî wê dibe ku zêdetir buye. Ji bo wê li gorî hin gotinên rojane tên kirin Kurd nikarin xwe tevger bikin û siyaseta xwe diyar bikin.
Kurd di vê him di nava xwe de him jî di qada navnetewî de ketin nava tevgerek pirr cidî û derveyî dewleta Tirk ya dagirker bi hemû aliyan re hevdîtin û civîn lidarxistin. Ev dîplomasiya Kurdan bi heskirina gelên cîhanê yaji bo Kurdan bû û bandorek cidî kir.
Li cihanê hezkirineke cidî ji bo Kurdan heye. Ev hezkirina ji bo Kurdan ne ji ber xwe ye. Ev hezkirin di encama têkoşîn û fedekariya gelê Kurd ya ji bo parastina cîhanê ye. Kurdan di encama vê fedakariyê de bi deh hezaran qurbanî dan. Niha cîhana ku xwe li ser berjewendiya bi rêxistin kiriye jî êdî nikare vê ji nedîtî ve were. Kurd jî divê baş ji vê rewşê sûd werbigrin.
Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mafê xwe yên rewa mîsoger bikin, divê li herêmên sînorên dewleta tirk ya dagirker hêzekî di bin sîwana navnetewî de bi cih bibe. Ezmanê herêmê ji balafirên şer re bên girtin û nûnerên herêmê di hemû hevdîtinên li ser Sûriyê tênkirin de cih bigrin. Heta ev çênebin, hemû daxuyaniyên rojane tên kirin ne xeteriya li ser herêmê kêm dike, ne jî zêde dike.





