Binevş SARYA
Bi awayekî giştî em zanin gul û kulîlik demsala biharê dibişkivin, lê hin kulîlik payîzê xwezayê dixemilînin. Lê berfîn, di mehên herî sar û hişk de, ango zivistanê vedibe. Çîroka berfînê balkêş e. Kulîlkeke mê ye û li gorî mîtolojiyê çîroka wê wiha ye: Rojekê berfîn ji kulîlik û gulan tevan re dibêje, ji bo rojekê be jî ez dixwazim carekê demsala zivistanê ji bo dîtina rojê derkevin ser rûyê erdê. Lê tev li dijî wê derdikevin. Ji nava wan yek tenê dibêje ezê bi te re hevaltiyê bikim. Piştî ku dikevin ser riya zihimet hevala berfînê êdî nikare bimeşe û di nîvê rê de ji berfînê qut dibe. Lê ji ber ku berfîn bibiryar e ku daxwaziya xwe pêk bîne, bi serê xwe rêwîtiya zor û zehmet didomîne û herî dawî di navbera meha Sibat û Adarê de berfê diqelişîne û derdikeve. Piştî ku derdikeve û rojê dibîne dimire. Ji bo dîtina carekê ya rojê jiyana xwe tevê feda dike. Kulîlka di sermaya herî dijiwar de berê xwe dide bedewiya rojê, bi xwe jî kulîlkeke gelek nazik û bedew e. Pelên wê weke berfê spî, nava wê weke tîrêjên rojê zer û bedewiya wê ronî dide dilê mirovan. Dema ez li ser her sê jinên têkoşer dihiziriyam, çîroka berfînê hat bîra min. Çawa ku berfîn ji bo dîtina carekê ya rojê temenê xwe yê çend mehan dike gorî û bi wî awayî jî ji wê kêliya dîtina rojê pir bextewer e.
Di tevgera Azadiyê de jî, ji bo jiyaneke biwate, bi hezaran jin û mêran bê dudilî bedenên xwe feda kirine. Gelek lehengên vê şoreşê wiha gotine: ‘Ji ber ku em ji jiyanê pir hes dikin em giyana xwe feda dikin.’ Kesên ji têkoşîn û şerê jiyanê bitirsin wê nikaribin bibin pêşengên gelan. Ji bo jiyaneke birûmet pêwîstî bi kesayetên tekoşer heye.
Gelek caran her çiqas şêwe û kes cuda bin jî, bi aweyakî berbiçav mirov dibîne ku dîrok xwe dubare dike. Sala 1960î her sê xwîşkên Mîrabel, ku li dijî destihiladariyê derketin, bi awayekî hovane hatin kuştin. 9ê Çileya 2013an jî dîsa sê jinên pêşeng û şoreşger, bi destê hêzên dagîrker hatin kuştin û 4ê Çileya 2016an jî careke din sê jinên pêşengên civakê, li Cizîrê hatin kuştin. Dema mirov li dîrokê dinêre vê rastiyê bi awayekî eşkere dibîne. Hêzên destihiladar li kû û bi çi awayî bixwazin gelan bi tayibetî jinan tine bikin jî, li wir kesayeta jina serhildêr derdikeve û ji zordestan re dibêje na. Çawa ku salên 1960î jinan ji mirina civakê re gotiye na, îro jî bi pêşengiya jina serhildêr ji zordestan re dibêjin na. Li kû dibe bila bibe ji bo jiyaneke biwate, kesên birûmet heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe didin. Cihê hêviya serkeftinê lê hebe li wir têkoşîn jî mezin e. Çawa ku jina leheng Sara dibêje, ‘Jiyana min her tim şer bû.’ Bi rastî jî di meşa hevrê Sara de cî ji westan û seknê re tinebû. Min li jorê mînaka berfînî da. Dema min hevala Sara didît berfîn dihat bîra min. Bi wî temenê xwe yê mezin û ewqas êşa di girtîgehê de dîtî û meşa dirêj ya bi salan, coş, heyecan û germayiya dilê wê jiyan biwate dikir. Te digot qey nû îro dest bi têkoşînê kiriye. Di her kêliyê de şerê ji bo sekeftinê dikir.
Dema mirov dizivire li jiyana her sê jinên leheng meyze dike, mirovvê rastiyê bi awayekî baştir dibîne. Ku wan jî weke berfînan ji bo gihîştina roja azad zehmetî tev ji pêşiya xwe rakirine, bê westan berê xwe dane azadiyê û li pey wan bi milyonan jin ji bo jiyaneke azad û wekhev dimeşin.





