Idrîs HENAN
Pêşketin û guherînên bi lez li Rojhilata Navîn rû didin bi qasî kûrkirina aloziyan rûyê sîstemên faşîst jî aşkera dikin. Çiqas faşîzim di şiklê saziyan de xwe bi gewde kiribe jî, ne gengaz e heya dawiyê vîna gelan biniximîne. Hemleyên gelan ên azadiyê wan maskên qirêj diweşîne. Mînaka wê ya herî ber bi çav ya ji Franko, Mosolînî û Hîtler berfirehtir e faşîzma AKP- MHP, Erdogan- Bahçelî ye. Êdî nola faktorekî sereke ku gefan li civakbûyînê dixwe tê destgirtin û teşhîrkirin. Rêbazên wê yên komplogeriyê jî bi berxwedaniya gelan riswa bûne û heya dereceyekê bê bandor bûne. Ango bi salan e di hundirê yek xelekê de dizivire û hewl dide bi mekanîzmeya herifî heman encaman bi dest bixe. Jixwe ev rêbaza han bi giranî bi têkoşîna mafdar a gelan bi pêşengtiya gelê Kurd têra xwe bi Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê re hatiye tazîkirin û navenda wê ya hişmendî hatiye jinavbirin.
Piştî dagirkirina Efrînê û êrişên nemerdane yên bi ser gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê, rejîma desthilatdar a AKP hewl dide mîrateya xwe ya talan û dagirkeriyê li tevahî herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike. Hemû kiryar û hewldanên xwe jî dispêre erk û misyonên hegemoniya global ku armanca wê, li gorî hewceya desthilatdariya mayînde, ji nû ve dîzayînkirina herêmê û serweriya li ser Rojhilata Navîn e. Lê xuyaye bayê ku keştiya hêviyên AKP têve dida piştî qonaxa dagirkirina Efrînê ne heman baya ye. Êdî keştiya Erdogan di navbera îradeyên herdu kampên Amerîka û Rûsyayê de dinoqe çiraveke genî ku qet nikare xwe jê derîne. Qeyranên aborî, exlaqî, civakî, siyasî û hwd ên ku dijî, rastiya pozisyona Tirkiyê diyar dikin. Aliyekî din ku heqîqeta cewherê fiç ê tirsonek ê vê rejîma faşîst tivî dike, şidandin û girankirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, çembergirtina li dora Minbic û tevahî sînorên Rojavayê Kurdistanê ye . Texmîn dike wê bi vê yekê encamê bigire û xwe ji têkçûna muheqeq xilas bike.
Çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li ser sînor, duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê, sekn û mayîna gelê Efrînê li Şehbayê û her wiha berxwedana zîndanan li Bakurê Kurdistanê nîşan dikin ku êdî ev sîstema hov nikare bi rêbaza zorê heman encamên berê bi dest bixîne. Berovajî; wê avahiya wê ya qirker, mêtinger û kevneperest roj bi roj li ber rûyê dunyayê teşhîr bibe. Nêzîkatî û helwestên navdewletî piştî gefên Tirkiyê yên dagirkeriyê vê rastiya çors a faşîzma Erdogan isbat dikin. Bi qasî ku helwestên navneteweyî yên fermî û yên gelêrî berjewendiya xwe diparêzin, ewqas jî mecbûrin vê faşîzma ku êdî berjewendiyên wan li cîhanê dixe nav xeterî û metirsiyên cidî teşhîr û rawestînin. Tişta ku ev yek aniye vê radeyê rastî û heqîqeta Şoreşa azadiyê ya Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Ev rastiya ku xwe dispêre civaka birêxistinkirî û nirxên wê yên exlaq polîtîk, îro li ser hîmên paradîgmaya hişmendiya Netewa Demokratîk bi ser dikeve û hemû aliyan toşî naskirina vê serkeftinan dike. Ango keda ku Rêber APO di encama têkoşîna çil salî de daye, îro fena dareke ku hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn di bin siya wê de rûniştine berhem dide. Bi gotineke din; rastiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rastiya serkeftî a paradîgmaya Rêber APO ye. Ev rastî jî mane dide cewherê van guherîn û pêşketinên li herêmê û bi gewde dike.





