Mihemed SEYDÎ
Dema ku êrişa li ser Efrînê destpêkir wê demê dewletên yekbûyî yên Amerîka DYA got ku ew midaxeleyî Rojavayê Firatê nabin. Ew ne qade wan e ji ber ku di navbera Rûsiya û Amerîkayê de qad hatine parvekirin. Bi vê helwestê xwest hinekî xwe ji berpirsyariya parastina hevalbendên xwe yên Şerê li dijî DAIŞ’ê bide alî. Bi vê yekê jî heta cihekî xwest bibêje ku tişta dewleta Tirk li Efrînê dike Rûsiya berpirsyare, lê ger ku êrişek li ser herêmên bakurê Sûriyê yên rojhilatê Firatê pêk were ew ê bibin xwedî helwest.
Bi vî rengî heta astekê hêzên Bakurê Sûriyê dane qanih kirin da ku şerê li dijî DAIŞ’ê bidomînin.
Piştî ku navenda DAIŞ’ê ya sereke hat rizgarkirin dagirkirina Efrînê jî ket rojevê. Li hember van êrişan berxwedana 58 rojan ku pêngava yekem a berxwedana serdemê bû dewam kir. Lê bêbextiya navdewletî û bêdengiya hemû sazî û rêxistinên Mafên mirovan li hember komkujî û qirkirina ku dewleta Tirk pêk dianî bêdeng bûn.
Êriş û gefên dewleta Tirk li ser herêmên rojavayê kuridstanê didomin. Çiqasî zimanê gefê yê rasterast hinekî hatibe guhertin lê dîsa him komkirina çeteyan him jî sewqîyeta Leşkerî ya dewleta Tirk li ser sînorê Bakurê kurdistanê û rojava didome.
Serok çete Erdogan beriya demekê bi rengekî eşkere li hemberî Rojavayê kurdistanê Şer îlan kir. ev şerê ku dewleta Tirk careke din destpêdike ji xwe çileya 2018’an dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê raste rast hate destpêkirin. Wê demê DYA soz dibû ku ger li hember herêmên Rojhilatê Firatê êrîşek pêkwerin wê bibe xwedî helwest.
Rayedarên Amerîkayê derdikevin û daxuyaniyan didin ku ew amadekariyên perwerdekirina hêzeke leşkerî ya ji 40 heta 50 hezarî ji bo rojavayê kurdistanê dikin û beşeke wê jî niha perwerdekirin dide. Dema êrişa dewleta Tirk li ser Efrînê çêbû, beriya wê bi çend rojan (di 14 çile de) Koalisyona Navdewletî ya bi pêşengiya DYA’ê raghandibû ku ew amadekariya hazirkirina û perwerdekirina hêzeke 30 hezarî dikin û vê jî hîşt ku gefên dewleta Tirk û hincetên wê zêdetir bibin..
Dîsa beriya gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên rojavayê kurdistanê yên vê dawiyê ku wekî Îlankirina Şer e, rayedarên Pantagonê derketin û gotin ku ew amadekariyê dikin ku hêzekî parastina hundirîn perwerde bikin.
Bi van daxuyaniyan Amerîka dewleta Tirk li hember Rojava Sor dike û vê yekê dibêjin: “ ger şer di navbera we(QSD) û dewleta Tirk de derkeve em ê nikaribin tiştekî bikin ji ber ku dewleta Tirk endamek NATO ye.” Lê yên dibin sedemeke sereke ku ev êriş pêk werin Amerîka bi xwe ye.
Dema em bala xwe bidin van daxuyaniyên DYA di esas de bi armanca tehrîkkirina dewleeta Tirk ji bo êrişî rojava bike tên dayîn. Yên berovajî li meselê binêrin wê xwe bixapînin.
Bi vî rengî dixwazin hêzên bakurê Sûriyê teslîm bigrin.
Tam di dema gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên rojhilatê Firatê, serokê Amerîka Donald Trump biryara vekşînê da. Ev biryar çiqas rast be ne rast be em wê nabêjin lê bi vê yekê kurdan davêjin ber devê kuran (dewleta Tirk û hwd).
Li hember vê yekê çiqas bê gotin ku rayedarên bakurê Sûriyê pişta xwe nedane hêza Koalisyonê jî ev yek li ber çavaye. Erê wiha tê gotin, lê ya rast tenê bi gotinê na, ji bo ku karibin destketiyên Rojava biparêzên divê heta dawiyê gel û hêz ji bo parastinê bên amadekirin û xebat bê meşandin..





