Abdulah Ocalan
Civaka bajêr a Sumer û Misrê xweber derneketin holê. Çawa ku bi van mînakan jî piştrast dibe, ji sedî sed çavkaniya wan çanda Mezopotamya Jor e. Sefera pêxember Brahîm a muhtemel sêhezarûheftsed sal berê ber bi Misrê ve kirî, delîlekî gelekî girîng e ku nîşan dide çawa diyalektîka dîrokî li Kevana Bi Bereket bi pêş ketiye. Çanda ku kir şaristaniya Sumer û Misrê derkevin holê, ev çanda li kevana çiyayên Toros-Zagrosê ye. Ya girîng hebûna qonaxeke çandê ya gelekî mezin e ku bandora wê di dîroka civakî de hê jî dewam dike. Şopên navenda vê çandê hê jî di nava Kurdan de gelekî tê dîtin û eger ev gel hê jî li ser vê cografyayê weke gelê xwecih ê herî kevin hebûna xwe dewam dike, divê bivênevê mirov pêkhatina rastiya Kurd bisipêre vê çandê. Civaka qebîle li derdora heşt hezar sal berê li cografya Toros-Zagrosê diyar bûye. Ev çandeke wisa otantîk e ku mîna ku xwe li aliyekî bi Kabeya mezin a pêşî, li aliyê din jî bi çanda muzîkê ya gerdûnî ya pêşî, bi dahol, zirne û bilûrê îlan dike. Zirne û bilûr îfadeyên hunerî yê vê çandê ne. Navenda dîn îfadeya wê ya fikrî ye.
Rastiya Kurd hem berhemekî vê qonaxa mezin a dîrokî ye, hem jî nîşaneyên bi hêz li wê rastiyê barkirî ne ku îşaret pê dikin ku ew di vê çandê de çikiyaye û maye. Bi rik e ku weke gelê çanda qebîleyê bimîne û mirov nikare vê bi tenê bi xweparastina wê ya li dijî hêzên şaristaniyê rave bike. Eger çandê bi xwe rehên xwe kûr bernedabin, yan wê bi xwe bibe şaristanî yan jî di nava şaristaniya jêre malovanî kirî de bihele. Em dibînin bi hezaran civakên qebîleyan ên bi vî rengî heliyane. Kurd bi vî aliyê xwe komeke gel in ku mînaka wan tineye. Heqîqeteke sosyolojîk heye; eger civakekê şoreşeke dîrokî bi kok û hûrûkûr pêkanîbe, gelekî zor e ku ew civak di nava xwe de ji duyemîn şoreşeke cuda û mezin re pêşengiyê bike. Ji ber ku şoreşa bi xwe pêk aniye, cîhana wî ya zêhnî û sazî bi temamî dagir kiriye. Şoreşeke din pêdiviya xwe bi zêhniyet û sazîbûneke din heye. Ev şoreş jî bi tenê li gorî çanda bi hêz a navend, di nava duyemîn çanda li hawîrdorê de pêkan e. Daneyên dîrokî hemû nîşan didin ku ne bi tenê şoreşa Homo Sapîens a sêsedhezar salî, şoreşa cotkariyê ya bi qasî çardehhezar salî jî li ser çanda Kurd a bi cihbûyî bandorên mayînde kirine. Nexşeyên genetîk piştrast dikin ku hem cinsê Homo Sapîens, hem jî şoreşa cotkariyê ji vê navenda çandê li hawîrdora xwe û dinyayê belav bûye.
Di gavavêtina qonaxa şaristaniyê de vê cografyayê ne bi tenê di warê danîna hîmê çandî de, her weha di warê naverok û şêwedana şaristaniyê de jî xwedî roleke diyarker e. Şaristaniyên Sumer û Misrê şaristaniyên pêşî yên dîrokî ne, lê li cografya wan a li ser hilat in û mezin bûn ango li Mezopotamya Jêr û Nîla Jêr (Geliyê Nîlê) gelekî berê bingehekî wan ê şaristanî li ser pêk bê, çênebûbû. Şert û mercên wan ji bo jiyana klanekê jî derfet û îmkan nedidan. Ev şaristaniyên pênc hezar sal berê bi pêş ketin, bi tevahî hîmê xwe yê zêhnî û yê saziyan bi saya vê çanda xwedî jiyaneke hezar salan a bi heybet danîn: Çawa ku şaristaniya Ewrûpayê xwe sipart şaristaniya Îslamê û ya Çînê, şaristaniya Emerîkayê jî xwe sipart şaristaniya Ewrûpayê. Hê jî aliyê herî qels ê dîroknasî û civaknasiyê ew e, têra xwe nikarin aliyê teorîk û pratîk ê têkiliya di navbera çand û şaristaniyê de ji hev derxin. Ji ber ku derbasbûna çand û şaristaniyan ji Mezopotamya Jor ber bi Mezopotamya Jêr û Geliyê Nîlê ji hev nehatine derxistine. Mirov nikare civaknasî û dîroknasiyê bi tenê bi rêbazên analîtîk bike zanist. Dîrok çawa qewimiye bi wî awayî neyê fêhmkirin dîrok, civak jî weke xwe neyên fêhmkirin hingê mirov nikare civaknasiyê bike zanist.





