Farûk SAKIK
Di sala 1960an de şeva 27ê gulanê artêşa Tirk dest danî ser rêvebiriya Tirkiyê.
Piţtî dadgehek ţeklî serokwezîr Menderes tevî dû wezîrên din hat dardekirin. Artêşe
duxwest dîsa hîmên rejima Kemalîst ku di dema revebirya Partiya Demokrat de sist bûbû cardin
bijdîne.
Leşkeran Partiya Demokrat tasfiye kir. Di nav cûnta ya artêşê de nîjadperestên wek Alparslan Tirkeş jî hebûn.
Piştî darbeyê hemû girtiyên siyasî hatin berdan. Ji bilî 49 girtiyên Kurd. Ev hîn jî di hicreyên Harbiyê de bûn.
EWROJ….
Grûba nîjadperest a di nav cûntayê de duxwest welatparzên Kurd îmha bike.
Şeva ku artêşe dest danî ser rêvebiriyê lîsteyên nûh ên Kurdên ku wên bên girtin amadebû.
Çar meh piştî darbeyê endamê cûntayê Mîralay Samî Kuçuk li Wanê wiha digot.
“Bajar, gund û kesên ku cesaretê li dij derketina şoreşa me ya netewî bikin emê wan bi balafir û topan îmha bikin.”
Çar roj piştî derbeya leşkerî rejima Tirk ji hezar û çil serekên heremî ku di wan de potansiyela Kurdayetiyê didîtin girtin.
Girtiyên Kurd li bajarê Siwasê hatibûn sirgûn kiribûn. Lê ji ber ku tû tawanbariyek huqûkî nedîtin ji vana 55 kesan girtin û ê din serbest berdan.
Di nav 55 serekên Kurd ê şêx, melle, serekeşîr, axa û rewşenbîr gelek kesên navdar hebûn.
Ji wan kesên yên wek Faik Bucak, Saît Ensarioglu, Seyh Ali Riza Firat, Seyh Selahatin Firat, Zeynel Abidin Inan, Kinyas Kartal, Cemil Kufrewi, Abdullah Ozturk, Sait Ramanli, Kutbetin Septioglu bal dikişandin.
Ev serekên Kurd li Sivasê di meqerek leşkerî de hatibûn civandin.
Ev bûyera ku bi navê sirgûna 55an derbasî lîteratûra siyasî a Kurdan bû, rengê rejima Tirk jî nîşan dida. 55 girtiyên Kurd 4 sal li sirgûnê man.
Di vê navberê de nîjadperestên nav cûntayê hatibûn tasfiyekirin. Girtiyên Kurd ê wê demê piştî tasfîyekirina nîjadperestan rizgar bûbûn.
Piştî derbeya 27ê gulana sala 1969an li Tirkiyê di warê fikrî de hin serbestî hatin
bidestxistin. Di tevgera çep û demokrasîxwaz de pêşketin çebû. Partiyên çepgir hatin damezirandin, kavar û rojnameyên cudareng hatin weşan.
Welatparêzên Kurd jî ji bo ku ji vê rewşê îstîfade bikin gihîştin hev. Di nav wan de tawanbarên doza 49an jî hebûn. Wan hewldabû ku kowarek Kurdî derxin. Berpirsê kovarê Yaşar Kaya bû.
Ev serpêhatî jî bi hatina mirovekî ecêb destpêdike. Abdulsettar Hamawendî ku Kurdekî basûrî ye tê Istenbol û li vir bi hin welatparêzên Kurd re têkilî datîne û dozeke nûh destpêdike.
Di vê dozê de sê grûbên ji hev cuda tên darezandin. Grûba yekem ku 3 kesên
bi tawana çekirina rêxistinek dizî tên sûcdarkirin. Dû kesên ji vê grûbê Dogan Kiliç û Hasan Buluş li Istenbolê bi navê Roja Nawe kovarek Kurdî jî diweşinin.
Grûba dûyem xwendevanên Kurd ê li Istenbolin. Ew jî bi damezirandina şaxa rêxistina xwendevanên
Kurd tên tawanbarkirin.
Grûba sêyem jî rewşenbîrên li dora govara Dengin.
Ev tev bi hevre ji ber sedemê Kurdayetî tên darezandin û salek zêdetir di zindanê de dimînin.
Di encama dozê de kovarên Kurdî hatin girtin û rewşenbîrên welatparêz ê ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî tên dertixûbkirin.
Girtiyê doza 23an Yaşar Kaya aqûbeta hevalên xwe yê dozê jî wiha tîne ziman.
ÎROJ..
Heman hişmendiya wê demê, wê darbeyê, îroj li Tirkiyê li desthilatdariyê ye. Pêşengiya vê yekê jî Erdogan dike. Li kuderê destketinek kurdan dibîne erîş dike. Gelek siyasedmedarên kurd jî di vê demê de di girtîgehandenin. Gelek siyasetmedar li derveyî welat li xeribiyê nin. Dijminatiyek wisa li hember kurdan tê meşandin ku, li her deverê cîhanê ji bo kurd nebin xwedî tu mafek çi dest tê pêktîne. Li hember vê yekê kurd jî bê sekin, çawa ku di salên 60’î de bi sirgunkirinê dawî li xebatên xweyên kurdewarî nanîn, îrojî li hember hemû hovitî û dijminatiya Erdogan têkoşîna xwe di domînin.





