Mihemed ŞAHÎN
Ji peymana Lozanê ya 1924’an virve 95 sale dewleta Tirk ji bo çewisandin û tunekirina civaka Kurd tu tişteke nebixêr nemaye ku nekiribe. Li dijber hemû rê û rêbazên qirkirinên siyasî, fizikî, çandî û xwezayî yên ku li ser civaka Kurd pêk hatin wijdanên civakên Tirkiyê yên dîl girtî bêdeng man. Hişmendiya qirker a ku 95 sale wijdanê civakên Tirkiyê dîl girtiye niha dixwaze wijdanê mirovhiyê jî dîl bigre.
Hişmendiya îtîhat terakî ya nîjadperest a ku sed sale li Tirkiyê hebûna Civaka Kurd ji xwe re xeter dibîne û dixwaze tune bike niha li çarparçeyên Kurdisatnê hebûna civaka Kurd ji xwe re xeter dibîne û dixwaze li çarparçeyan Kurdan tune bike. Hişmendiya ku sed sale ji bo qirkirina civaka Kurd demokratîkbûna Tirkiyê asteng dike niha demokratîkbûna Sûriyê jî asteng dike. Ji bo statukoya sed salî ya qirker li Sûriyê berdewam bike û pergaleke demokratîk ava nebe û pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser nebe hemû rê û rêbazên kirêt diceribîne.
Ya ku di 2015’an de dawî li muzakereyan anî û li dijber civaka Kurd şereke topyekûn da destpêkirin ev hişmendî bixwe bû. Tecrîda der mirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd, qirkirinên siyasî û fizikî, wêrankirina bajêr û navçeyên Bakur û herêma Efrînê berhemên vê hişmendiyê ne. Hişmendiya qirker niha berê xwe daye parçeyên din. Armanc li çarparçeyên Kurdistanê tunekirina destkeftiyên Civaka Kurd e. Armanc tunekirina civaka Kurd bixwe ye.
Hişmendiya ku li Îdlibê parêzvaniya hemû çeteyên Terorîst ên ku NY terorîst îlan kirine dike, DAÎŞ’a ku li Hacînê ketiyê tengasiyê û li ber mirinê ye bi êrşên xwe yên Rojava hewl dide wê ji tinebûnê rizgar bike, li ber çavê hemû mirovahiyê bi awayeke bênirx û bêpîvan her roj gefan li Kurdan dixwe û êrîşê Kurdan dike.
Bi çeteyên xwe Efrînê dagir dikin, talan û wêran dikin, mîretaya dîrokî ya hezar salan tune dikin, darên zeytûnan dibirin, zeytûn jî dinav de hemû destkeftiyên çandiniyên gel didizin, ji bo fîdyê sivîlan direvînin û li ber kamereyan îşkence lê wan dikin, bêsûc bêguneh her roj bi dehan sivîlan qetil dikin.
Ji bo ku Kurd bi rêveberiya Esad re hevdîtinan nekin û di maseya diyarkirina pêşeroja Sûriyê de cih negrin li hemû dewletan gefan dixwe û şantajan dike, ji hêla din ve jî ji bo çeteyan di maseya çareseriyê de bi cih bike û wan bike şirîkê desthilatdariya Şamê hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî bikar tîne.
Piştî zîrveya Stenbolê ji hemû cîhanê re dibêje hewceye li Îdlîbê şer neqewime û êdî li Sûriyê xwîn nerije, lê çend saet piştî van gotinên xwe berê tang û topên xwe dide Rojava û li Kurdan bombeyan dibarîne, niha jî dixwaze dagirkerî û talangeriya ku li Efrînê pêk aniye li hemû erdnîgariya bakur û rojhilatê Sûriyê dubare bike û wêderê jî bike gola xwînê.
Li ser esasê tinekirina civaka Kurd bi hemû şêwazên kirêt êrîşê heremên rizgarkirî dike û bi wan êrîşan dixwaze siyaseta xwe ya qirker û dagirker a ku gûhartina demografiyê, talan, wêran û xespkariyê esas digre li ser hemû civakên bakur û rojhilata Sûriyê ferz bike. Dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne û wê ji tunebûnê rizgar bike.
Erdnîgariya ku bi xwîna dehan hezarî şehîdên civakên wê axê ji çeteyên DAÎŞ’a hov hatiye rizgarkirin DYA dixwaze pêşkêşî hevalbendê DAÎŞ’ê bike. Bendewariya ku wê Tirkiyê şerê DAÎŞ’ê bike xeflete ke mezine û xwe xapandine. Lewre di bin navê paqijkirina bermahiyên DAÎŞ’ê de pêşkeşkirina wê erdnîgariyê û di bin însafa dewleta Tirk de hiştina wan civakan bê wijdanî û bê exlaqiye.
Hemû cîhan dizane, yê ku her tim alikarî û piştgiriya DAIŞ’ê kiriye dewleta Tirk bixwe ye. Dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya piştgiriya DAê. Dagirkeriya Tirk wê rê li xurtbûna DAÎŞ’a hov û çeteyên din vebike û herêmê zêdetir ber bi alozî û tevliheviyê ve bibe. Heke hêzên navneteweyî dixwazin DAÎŞ û çeteyên din biqedînin û erdnîgariya Sûriyê ber bi aramîve bibin pêwiste bi berpirsyarî û bi biryardariyeke zelal ji bo parastina herêmên rizgarkirî yên herî bi aram û bi ewle xwedî helwest bin û êrîşên dewleta Tirk rawestînin. Bi taybet dewleta Sûriyê û Rûs heke erdnîgariya bakûr û rojhilata Sûriyê parçeyeke erdnîgariya dewleta Sûriyê dibînin û di parastina yekparetiya Sûriyê de bi israrbin hewceye li dijber dagirkeriya dewleta Tirk xwediyê helwesteke zelal bin.
Hişmendiya dewleta Tirk a ku 95 sale wijdanê civakên Tirkiyê dîl girtiye niha jî hewl dide wijdana mirovahiyê dîl bigre. Belkî karibe wijdanê desthilatdaran dîl bigre lê wê nekaribe wijdanê mirovahiyê dîl bigre. Wijdanê mirovahiyê li gel berxwedana Rojava li berxwe dide. Bi hêviya sala 2019’an bibe sala serkeftina wijdana mirovahiyê.





