Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mêjiyê dewşirme aşûfte ye

01/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Mêjiyê dewşirme  aşûfte ye
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Dîrok gelekî bi lez dimeşe. Herka lezgîn ya dîrokê, biqasî şoreşa karbidestî, ya salên1780yî li Ewropa, wê Rojhilata Navîn, bibe bingeha hilweşandinek mezin.
Di vê serdema ku wek şiyarbûna gelan, şikandina nîrê koletiyê tê binavkirin, zêde bi xwîne. Her sê danên rojan, xwîn dirije. Ev jî, bi destê dewleta kontra Tirkiyê û çeteyên wê tê kirin.
Balkêş e, Dewleta Tirk, bi gotineke arzan, di faşîzma aşûfteyî û “cêrîtî”yê de, sînoran nasnake. Ev biwêjên wek birînên sosyolojîk in, exlak, edalet û nirx û pîroziyan nas nakin. Cureyên, qutbûna ji binyata mirovî ne. Cûreyekî heywanî ye.
Dewleta Tirk, sedû deh-bîst sal in, li dîwarê rastiyê dikeve, lê aqil nagire
Skenderê Mekedonî jî, dema kete Kurdistanê û xaka Ahuraî dagir kir, li dîwarê rastiyê ket û dît ku dîrok ne tenê dîroka Yewnan e. Dît ku, ji bilî orîjînalîteya Yewnan, orîjînalîteyek din heye, ew jî orîjînalîteya kultur, şaristaniya Zagrosan e.
Vêce: Di wê serdemê de Tirk li hole nînin. Dîroka “Tirk”, berhemê sedsala bîstan e û bi dewşirmeyên “JonTurk”an dest pê dike. Piştre, bi ideolojiyek nijadperestî dibin navê Îttîhat û Terakî de, xwe bi rêxistinî kir, di sedsala bîstan û sedsala bîstûyekê de bûne bela serê gelan.
Dîroka Tirkan ne dirêj e; dîmenên wek palyaço ku Erdogan di nava wan re bi “hikmet-î kaînat” dimeşê jî, dîrokek çêkiriye. Tirk bi xerakirin-tahrifata dîrokê de navdar in.
Di, 28 Kanunan 2018an de, di ajansa ANFê de nûçeyek derket. Sernav, “Rektorê ku El-Kamil fi’t-Tarih’î tahrîf kiriye, bêdengiya xwe didomîne.”
Rektorê Zanîngeha Artuklu Prof. Dr. Ahmet Agirakça, pirtûka El Cizîrî, “El-Kamil fi’t-Tarih” vergerandiye Tirkî; li cihên ku navê KURD heye, rakirine, di dewsa wan de TIRK nivîsî ye. “Prof.” tîtreke feylesofiyê ye. Lê “prof”ên tirk, bi pirranî ji cîhana zanistî dûr in. Prof. Agirakça, zanistekî bi duvê xwe ve girêdayî ye, wek di şikeftek tarî de bijî, qet hesab nekiriye ku pirraniya Kurdan, hay ji pirtûke El Cizîrî hene.
Prof. Agirakça, ji Mêrdînê ye, dewşirme ye. Di, çêkirina kevirên şekirî-katoro de jî, got: “Ji doh ber bi îro, hunerê Misilman, Suryanî û Ezidiyan”, xwe inkar kir. Kurd, Ereb inkar kirin, dîroka herêmê înakr kir, Êzîdî jî cûda bi nav kirin. Ev jî dide xuya kirin ku, tîtra “Porf.”, ji bo îdeolojiya Îttîhat Terakî perdeya herî baş ya komkujiya kulturî ye.
Mixabin, zanistiya cîhanê, ku nirxekî dide şahtî-kulokiya dewşrimeyan, di nava şermek mezin de ye.
Helbet armanca min ne inkara gelê Tirk û kultura gelê Tirk e. Lê gelê Tirk, wek her demê, dibin desthilatdariya dewşirmeyan de nalîye, îro jî dinale. Dîroka bi çîrokan dagirtî, di atlasê mêjiyê wî de neqiş kirine.
Gelek zanistên Tirk rastiyê diqîrin, lê rastî êrîşa dewşirmeyan tên, yan têne girtin, yan jî ji welat direvin.
Dewşrime xwe dixapînin: Êdî Kurd jî, gihane wê qonaxê, reş û spî ji hev cûda bikin… Êdî dibêjin, çavkaniya wejeyê jiyan e û her pirtûk, neynika dema xwe ye. Bi wê baweriyê jî, di eniya medya de, di eniya wêjeyî de, lingê xwe li erdê didin û dibêjin em hene.
Balkêş e, ji avakirina Îttîhat Terakî û heta îro, ti kar û kiryarên dewleta Tirk, têkildarî diyalektîkê ninin.
Erdogan jî, intelijansiya gelê Tirk li holê rakiriye, tenê “prof’ên” di şikefta tarî de û bi duvê xwe ve girêdayî mane.
Ji bo vê jî, faşîzma aşûfteyî, di dagirkirin û qirkirina fizîkî de, qirkirina kulturî jî dikin.
Notek kin: Emperetoriya Osmanî, îslamî bû û cûdatiya wê, ji emperetoriya Eyyubi, Emewî, Abbasî Baburiyan nîne. Van emperetoriyan artşên dewşrime li pey xwe nehiştin. Lê Osmaniyan, artêşek mezin ya dewşrime li pey xwe hişt. îttîhadî qewm-î dewşirme ne, ne gel in. Lewma 110-20 sal in, di lêgerîna union boulding-çêkirina gel’de de ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.