Qasim ENGÎN
Em di serî de bînin zimên ku DYE çuye ku derê li wê derê ji derveyî aloziyan û xwînê ti tişt pêşneketiye.
Em dûr neçin, tenê çend numûne bes in ku ev rastiya were dîtin.
DYE ket Iraqê, çi anî serê Iraqê li ber çavan e.
DYE ket Afganîstan, çi anî serî Afganîstan jî berçavan e.
DYE ket Lîbyayê, Lîbya niha di çi halî de ye li ber çavan e.
DYE di dema xwe de ketibû Vîetnamê, çi anîbû serê Vîetnamê herkes dizane.
DYE di dema xwe de ketibû Nîgaraguayê, çi anîbû serê Nîgaraguayê jî herkes dizane.
Em hîç behsa qala Somalî û Yemen nekin.
Erê, beyî ku em dûr biçin DYE çuye ku derê bi xwre xwîn û talan biriye. Gel berê hevdane û li cihê ku çune alozî ango bêîstîkrarî bi xwe re birine.
Em dizanin ku yek prensîba hêzên emperyal rêbaza; dabeş bike, perçe bike û bi rêvebibe ye. Û DYE çuye ku derê ev prensîb bi xwe re birine û welatê ku wan dagirkirine perçe perçe kirin e.
Dîsa em dizanin ku hêzên emperyal ti caran bi mabesta aşîtî an jî azadî bibin neçûne wan herêman. Berovajî, ji bo ku berjewendiyên xwe yên aborî û dewletî biparêzên êrîş birine wan deran.
Hatina DYE ji bo Suriyê jî bi heman mabestê bû. DYE yek mabesta xwe ew e ku di Rojhilatanavîn de rêya petrol, gaz û avê kontrol bike. Dîsa bê guman ji bo sermayeû malên xwe bi rehetî û serbest di herêmê de bigere dest avêtin Sûriyê, Lîbyayê, Iraqê, Afganîstanê, Yemenee û hwd…
Armanca wan Rojhilatanavîn li gorî berjewendiyên xwe amade kirin e. Ev proje hê bi dawî nebuye û dev ji vê projeyê jî bernedane. Bi rê û rêbazên cuda yê vê projeya xwe hê bidomînin.
Em wek Kurd gerek bizanin ku DYE ti projeyê xwe çareseriyê ji bo Kurdan û ji bo Kurdistanê nîne.
Em dûr neçin, dema rehmetiyê birêz Mele Mustefa Barzanî tevahî heviyên xwe bi DYE’yê ve giradabû di bîra me de ye. Dema xwe de birêz Barzanî gotinên: “Wek Kurd me baweriya xwe bi soza şerefê ya DYE û Îranê anî û me li dijî dijmin serî rakir û şer kir (Iraq). Ka xweseriya ku soza wê hatibû dayîn? Birêz serok, Kurd ji min dixwazin ku ew soz pêk were. Ez jî, birêz serok, bendewariyê ji we dikim. Gelê min tevahî bawerî û hêviya xwe bi min girêdayî ye, niha ez jî vê hêviyê bi we girêdidim” bi dil û can anî bû ser ziman. Lê me dît ku DYE li Cezayîrê Kurd çawa firot.
Dîsa bi salan şûn ve jî DYE her anî ser ziman ku li cem Kurdan e. Lê me di 16’ê Cotmehê 2017 dît ka çiqasî DYE li cem Kurdan e. Axaftinên birêz Mesûd Barzanî ya di derbarê tenê hêştina Kurdan ji aliyê DYE piştî ketina Kerkûkê de hê di guhê me de ye.
Bêyî ku em dirêj bikin, hê ti projeyên çareseriyê yê DYE ji bo Kurdan nîne. Û em bizanin ku, DYE tifa xwe jî bê berdêl nade kesekî.
Di encamê de çareseriya pirsgirêka Kurd di herême de bi rê û rêbazên Netewa Demokratîk dikare çareser bibe. An bi helwestek demokratîk li ser esasê naskirina mafên Kurdan yên wan dewletan, an jî bi berxwedanek bêhempa dij wan dewletên ku di hişmendiya dagirkerî û qirkererî de israr dikin.





