Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYE, wê Tirkiyê bike bela serê Sûriyê

01/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
DYE, wê Tirkiyê bike bela serê Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Piştî bîryara Trûmp ya vekişîna ji Sûriyê pêşketinên bi lez diqewimin. Tê fêhmkirin herî zêde Tirkiyê bandor li vê bîryara Trûmp kiriye. Tirkiyê mîna ku şer li Emerîkayê ferzkir. Tirkiyê got ku wê êrîşê Bakurê Sûriyê bike û ewê li wir destûrê nede ti sazîbûneke Kurdan. Emerîkayê li hember vê yekê helwestek nîşan neda. Ger koalîsyonê helwest bigirta wê Tirkiyê wiha xwe ferz nekiriba. Tirkiyê jî ev aliyên lewaz dît û zekt li wan kir. Rûsyayê jî her çû Tirkiye sor kir. Di dawiyê de Trûmp bi Erdogan re lihevkir û got ez Sûriyê ji were dihêlim. Qaşo Erdogan paqijkirina DAIŞ’ê jî girtibû ser xwe. Tam jî bi cîhanê dilîzin û bi hişê mirovahıyê henekên xwe dikin.
DYE û Rûsya bixwe jî li Sûriyê ne. Baş dizanin ku Tirkiyê çawa bi DAIŞ’ê re lihevkir û bi hezaran çete li ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn. Tirkiye niha jî buye berdevkê El Nusra. Di dunyayê de herkes dizane ku Erdogan li ser masê li ser navê El Nusra bi Rûsyayê re diaxive. Ev Erdogan qaşo wê here çolên Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê şer bike! Ji xwe hêzeke ku li dijî DAIŞ’ê şer dike heye. QSD ya ku ji destpêkê de bi DYE û Koalîsyonê re bi hevre operasyonê dike û bi hezaran şehîd daye, hê jî li eniyê şer dikin. Ma van hêzan şer nekir pêdiviya bi hêzeke din derket holê? Tiştekî wiha nîne. Ji xwe Tirkiyê gelek caran ji Emerîkayê re got ku bila QSD tevlî operasyona Reqayê nebe û ew tevlê bibe. Rêveberiya Emerîkayê ji Tirkiyê piştrast nebû û bawer nekir ku wê bikaribe bike. Heman Emerîka çima niha DAIŞ’ê hewaleyî Tirkiyê bike? Hem jî Kurdan û gelên herêmê yên ku mil dane wî, şer kirine û berdêlên giran dane pêşkêşî dijminê wan Tirkiyê bike.
Di rewşa heyî de li Sûriyê li şûna aşitî û çareseriyê deriyên pêvajoyeke nû ya komkujiyan û hilweşandinê tê vekirin.Tirkiyê ji nişkêve bi hezaran çete komî ser hev kir û got ku wê bikeve Minbicê. Dibêje ku teqez wê Rojhilatê Feratê ji hev bixîne. Weke ku tê dîtin bîryara vekişîna Emerîkayê xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne. Li hember gefên Tirkiyê yên dagirkirina Minbicê bi rêveberiyên Rusya û Esed re dest bi hevdîtinan hat kirin. Rêveberiya Sûriyê daxuyakirin ku dixwazin werin hêzên xwe li Minbicê bi cih bikin û li dijî dagirkeriyê hevkariyê bikin. Rûya di pêvajoya Efrînê de cihê ku jê vekişiya bû careke din lê vegerî. Weke ku we der erdên Tirkiyê ne li dijî hatina Sûriyê derket. Her wiha Erdogan zilamên xwe komî ser hev kir û ew xistin ser rêya Moskowayê. Dixwaze bi Rûsyayê re li hev bikin û komkujiya Kurdan biqedînin. Em nizanin bê ka wê Rûsya bixwaze dagirkeriya Tirk li Sûriyê belav bibe û wê daxwazên Erdogan qebûl bike an na. Dîn û xwedayên dewletên heyî berjewendiyên wan in. Hiqûqa dewletan, hebûn û mafên gelan ji bo wan mijarên ewil nîn in. Ger wiha nebuya Erdogan ewqas bê perwa nedibû.
Erdogan dibêje ku hêzên Sûriyê nehatine Minbicê û propagandaya psîkolojîk e. Yanî Minbicê mafê xwe dibîne. Li gor wan divê rêveberiya Sûriyê neçe Minbicê û dagirker wê derê bigirin. Eşkereye ku armanca wî tevlihevkirina Sûriyê ye û afirandina qeyranê ye. Li Îdlibê jî ji bo El Nusrayê soz dabû Rûsyayê. Wê ew hêzên çekdar ji wir vekişandiba. Li şûna ku wê bike dixwaze şer derbasî Bakurê Sûriyê bike û rojevê biguherîne. Ji ber ku Tirkiyê ewqas destê xwe xist nava Sûriyê ji dewletên herî zêde para wê têde heye Rûsya ye. Rûsyayê rê li ber ketina wan ya Cerablûsê vekir. Efrîn pêşkêşî wan kirin. Her wiha nêzîkatiyên Emerîkayê jî hêz da Tirkiyê. Emerîkayê di mijara Kurdan de polîtîkayek diyar nekir û daneynî ser masê. Li hember Tirkiyê timî di parastinê de ma. Tirkiyê jî ev yek baş bikaranî. Ji ber ku hêza xwe derbasî Sûriyê kir û bi hezaran çete li dora xwe kom kir ji gef û şantajan heta her awayî tawîzan serî li hemû rêyan da. Di dawiyê de bi Trûmp re bazarî kir û ragihand ku destûra dagirkirina Bakurê Sûriyê girtiye.
Erdogan, ji bo ku helwesta DYE ya vekişînê bê fêhmkirin daxuyakirin ku dagirkirin demeke kurt paşvexistiye. Heyeteke xwe şandin Rûsyayê û heyeteke Emerîkayê jî diçe Tirkiyê. Ji bo dagirkirin û qirkirinê hewl dide hêzên hevrik bi bazariyan bikşîne aliyê xwe. Emê bibînin bê ka hesabê wan yên li mal û sûkê li hev were an na. Lê berfirehbûna dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê ne di berjwendiyên Rûsya, Îran û rêveberiya Esed de ye. Tirkiye êdî wê li gel NATO û DYE’yê tevbigere. Lê weke me got bawerî bi sozên dewletan nabe. Ji bo berjwendiyên xwe wê her tiştî bikin. Divê gel jî hesabên xwe bikin, berxwedana xwe bi rêxistin bikin û amadekariyên xwe bikin. Wê cîhan nebe ceneta zaliman.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.