Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2018’an bû sala berxwedana bi heybet

01/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
2018’an bû sala berxwedana  bi heybet
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Gelê kurd li kurdistanê, li her welatê tê de dijî, bi berxwedanê dest bi salê kir û di dawiya salê de, bi berxwedanê xatirê xwe dixwaze. Gelê Kurdistanê, saleke tijî berxwedan û tekoşîn jiyan kir. Bê goman ev berxwedan û tekoşîn di serî de, li Efrînê dest pê kir, li çiyayên Kurdistanê deng veda û bi herikandina demê re, li tevahiya Kurdistanê belav bû. Dewleta Tirk, tevî hevkarên xwe, bi êrîşa li ser Efrînê re, bi awayekî çalak biryara qirkirina Kurdan da. Li hemberî vê biryara qirkirinê, ya dewleta tirk û hevkarên wî, bê goman gelê Kurd, bê deng nema û bi destpêkirina berxwedana serdemê bersiv da dagirkeran û ket sala 2018’an. Her çendî li kêleka berxwedanê saleke tijî êş bû, lê van êşan bi tu awayî, bi gelê Kurd gav paşde neda avêtin di warê tekoşînê de. Em karin bêjin sala 2018’an ji bo gelê Kurdistanê, weke sala berxwedanê hat bi navkirin. Bi dawiya salê re ev berxwedana destanî di şexsê Leyla Güven û bi sedan dîlên azadiyê de, xwe gihand qonaxek tekoşînê ya bi heybet.

Bê goman rastiya vê tekoşînê, heqîqetek wiha bi xwe re derxiste holê. Hêzên qirker, li hemberî gelê Kurd, li kijan perçeyî dibe bila bibe, hişmendî û kiryarên xwe yên dagirkeriyê, bi heman rêbazî û şêwazî  pêşdixînin. Em dema vegerin salên borî jî dîsa heman rastî derdikeve pêşiya me. Dibe ku her demek xwedî taybetmendiyên cuda be lê, ji bo gelê kurd dîrok bi tu awayî nayê guhertin. Ev sal bû yek ji salên herî zêde gelê Kurd bîra xwe ya dîrokî zindî bike. Di tevgera azadiyê de û di dîroka gelê Kurd de li cihê ku xeta îxanetê serî hildaye, li wir bi pêşengiya berxwedêran berxwedanek bi heybet, bi pêşketiye. Tekoşîna gelê Kurd, dubendiya xwe bi van diyardeyan derxistiye holê. Ji ber wê Dîroka Kurdistanê her tim li hemberî xeta îxanetê bi berxwedanê hatiye nivîsandin.

Rêber Apo, dibêje; “ji bîrkirin îxanete.” Bi rastî jî wisa ye. Ger mirov dîroka xwe ya borî ji bîr bike, wê nikaribe pêşeroja xwe jî baş bibîne. Êrîşa ku li ser gelê Efrînê pêşket, bi qasî tiliya hêzên dagirker têde heye ewqasî jî hişmendiya ku para xwe ji îxanetê girtiye tê de bi bandore. Di dîrokê de dema ku van êşan bi gelê Kurd hatine kişandin, piştî wê gelê Kurd, hêviya xwe ya careke din karibe serî rake lewaz bûye. Lê gava ku fikir û felsefa Rêber Apo, li Kurdistanê belav bû, ev dîroka hatibû berovajîkirin imrê xwe temam kir û dawî lê hat. Ji ber wê girînge gelê Kurd, Efrînê bi rastiya Kurdeyetiya îro û ya dîrokê ve bigre dest û wisa dersan ji dîrokê derbixîne.

Êrîşa li ser Efrînê, di aliyê zindîkirina dîrokê de, em birin bi sedan bûyerên dîrokî. Ez ji wan çend bûyerên dîrokî wiha dikarim rêz bikim.  Rastiya li Efrînê em birin dîroka helebçeyê, em birin Cizîr û Surê, em birin Roboskî, em birin komara Mihabadê, em birin komkujiya Parîsê, em birin Qomploya Navdewletî ya li ser Rêber Apo û her wiha bi sedan êşên gelê Kurd jiyane. Li hemberî vê rastiya dîrokî ya bi êş, bê goman bîra xeta berxwedanê hiştiye her tim, gelê Kurd pêşiya xwe bibîne û hemû astengiyan derbas bike. Berxwedana Rêber Apo ya 20 salan, berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana gerîla, berxwedana jina Kurd, berxwedana Serêkaniyê, berxwedana Kobanê û îro jî berxwedana serdemê, gelê Kurd rûpela sala 2018’an digre û di rûpela 2019’an de, biryardariya wê, berxwedana 2019’an bibe misogerî, ji bo azadiya Rêber Apo, rizgariya Efrînê û Kurdistana azad.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.