Tayîp TEMEL
Bi taybetî Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi merhaleyek nû ya berxwedanê dikevin sala 2019’an. Bi hêza cewherî ya gelan a bi hezaran sal in li ser vê axê kok daye, li dijî destwerdanên derve li ber xwe dide. Û bi paradîgmaya ku çavkaniya xwe ji heqîqeta dîrokê digire xwe bi rêxistin dikin û rengekî nû dide cîhanê. Ji pêşeroja gelên cîhanê re dibe ronahî. DYA û Rûsya ku hatin li Sûriye bi cih bûn xwestin Kurd û gelên li ser axa Rojava di nava nal û bizmarê de bêçare bihêlin. Tirkiye jî ji vê rewşê sûd werdigirt û hêzên çekdar li wir bi rêxistin kirin. Lê êdî Kurd dê hevsengiyê ava bikin.
Niha jî DYA biryar da ku xwe ji Rojava ango ji Bakurê Sûriyeyê vekişine. Tirkiye ku li Efrinê xwest weke cambazekî bilîze û ket nava kuravê, niha piştî DYA xwe vekişand û xwest dilê Tirkiye xweş bike, Tirkiye vê carê neçare refê xwe diyar bike. Tirkiye êdî divê an xwe bide milê DYA an jî xwe bide milê Rûsya û refên xwe diyar bike. Rûsya bi Efrînê ew kişand aliyê xwe, vê carê DYA bi vekişînê dixwaze Tirkiye bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku êdî Tirkiye nikare li her du aliyan cih bigire divê êdî aliyê xwe diyar bike.
Lê vê hewldana DYA êdî dê hem refan diyar bike û hem jî hêza cewherî ya kurdan bêtir nişanî cîhanê bide. Êdî hêzên xwecihî û hevsengiyên herêmê dê bêtir zelal bibin. Tirkiye ku difikirî gelê Rojava pişta xwe daye hêzên derve êdî dê rastiya hêzên herêmê û yekitiya gelan zelaltir bibînin. Ev hêzên gelê herêmê ku berê li ber xwe didan dê dîsa li ber xwe bidin û dê di sala 2019’an de xeyalên gelek dewletan hilweşîne. Her çend Tirkiye vê vekişîna DYA wekî cejnekê pêşwazî bike û bêje ‘DYA vekişe dê di nava çend rojan de Şoreşa Rojava hilweşe’ jî hêza cewherî ku heta niha li ber xwe da dê dîsa ji berê bêtir bi tevlêbûna hêza gelên ereb, suryan, asûrî û gelên din li ber xwe bide.
Hêza berxwedana gelê Kurd heta niha di bin siya hêzên Rûsya û DYA de xuya nebû. Lê ji niha û şûn de piştî ewrê DYA û Rûsya vekişe tê Tirkiye bêtir rastiya berxwedana gelê Rojava bibîne. Ji bo zehmetiya dagirkirinê fêm bike, divê Tirkiye li 2 mehên berxwedana Efrînê mêze bike.
Ji ber ku her sal pratîk û cerebeyên kurdan ên şerê bajar û destê zêde dibe. Kurd di berxwedana bajar, deştê de dibin xwedî pratîk û zanînek nû. Gelê kurd, ereb û Suryanî bêtir ji xwe bawer û bi tifaqa xwe ewle ne. Dizanin ku ji bilî berxwedanê xelasî ji wan re tune ye. Dizanin ku ji cih û warên xwe qut bikin êdî li cîhanê star ji wan re nabîne. Ji ber vê yekê dê sala 2019’an bibe sala berxwedana gelên Rojava. Rewşa nû dê hevsengiyê nû peyda bike.





