Burhan ERDEM
Di hefteya derbasbûyî de gotina `erda Sûrî gereke ji aliyê rejîma Şamê ve were kontrolkirin` gelekî hate bihîstin. Pêşiyê di 26ê Kanûnê de, Rûsyayê li ser vekişîna leşkerên Amerîkî daxuyaniyek da û ev gotin bikaranî. Îranê jî wê şopand. Lê bikaranîna vê gotinê ya aliyê Kurd girîng bû. Li ser îhtimala îşgala dewleta Tirk a Herêma Minbicê, di 28ê Kanûnê de YPGê daxuyaniyek da û bang li rêveberiya Şamê kir ku Minbic bi serekeyî, ji deverên ew jê vedikişin divê artêşa Sûriyeyê hebe û gel biparêze. Piştî vê jî daxuyaniya artêşê hat, ku tê de dihate gotin yekîneyên wan ketine Minbicê û ala Komara Sûrî lê çikandine.
Wê ev mijar li zîrveya Moskovê were axivîn ku Rûsya, Tirkiye û Îran dîsa tên cem hev. Zîrveya rêveberiya van welatan di rojên pêşiyê yên 2019an de pêk tê. Li ser vê lutkeyê ji Moskova û Enqereyê daxuyanî hatin. Di van daxuyaniyan de jî nirxandina rewşê ya piştî biryara vekişînê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û plana nû ya çalakiyê hebû. Jixwe ev dewlet li Astana, Soçî, Tahran û Enqereyê bi mijara Sûrî hatibûn cem hev. Vê carê jî dora Rûsyayê ya malovaniya vê civînê ye.
Ev sê dewlet li ser dahatûya rêveberiya gelên Sûrî gelekî dûrî hev difikirin. Lê belê, ji ber berjewendiyên xwe, kanîne bên cem hevdû. Ev hersê dewlet li ser dijberiya Kurdan jî li hev kirine ku pratîkên vê yekê gelekî tên zanîn. Mînaka Kurd gelekî pê êşiyan radestkirina Efrînê bû ku Îran û Rûsyayê tevî rejîmê destûr dabûn dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Bêdeng mayina Rejima Şamê jî mirov divê lê zêde bike.
Lê vêcarê wê çiqwasî kanibin daxwazên Serokomarê Tirk Erdogan bi cih bînin ne kifş e. YPGê bi bangkirina Artêşa Sûrî ya ji bo erka xwe ya parastina li dijî dagerkeriyê bike, rê li ber îşgala Minbicê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve girt. Erdoganê ku leşkerekî giran biriye ser sînor, li ser vê hamleyê gotinên glover kirin. Weke ew li dijî terorê têdikoşin û armanca wan ne Minbic e, artêşa wan tedbîr girtine û hwd. Nikarîbû tiştekî kesîn û têkûz bibêje, lewra hînê bazariyeke giran li benda Enqerê ye. Divê Moskova û Tahranê qanih bikin û wê berdêla wê jî gelekî giran be. Jixwe beriya vê zîrveyê Erdogan ji bo vê bazariyê bikin, tevî serokê MÎTê, wezîrên xwe yên aleqedar şandin Rûsyayê.
Tirkiyeya ku siyaseta xwe ya derve û ya hundir li ser rêlibergirtina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ava kiriye, wê zextê li Rûsya û Îranê bike. Me berhemên vê zextê dîtine ku çawa didema Efrînê de bi ser ket. Hetta zexta wê ya li ser rêveberiya Washingtonê çawa bi xwe re birayara vekişînê ya Trump a ji Sûriyeyê anî. Ji bo fetisandina rêveberiyeke kurd lê xwedî rol bin, ewê Tirkiye hertiştê xwe li ser bike. Ji bo Erdogan û neteweperestên Tirk ên pê re ne, ku di arîfeya hilbijartinê de gelekî teng bûne, serkeftineke li dijî Kurdan a li Rojava derman e. Divê mirov li bendê be ku tiştên qet nayên payîn jî di vê zivistanê de pêk werin. Weke nêzîkbûna rêveberiya Enqere û Şamê!..





