Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêbazên berxwedanê em nîşan dikin

29/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rêbazên berxwedanê em nîşan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Kengî û çawa du pirsên bingehîn di jiyana mirovan de ne. Yek hêvî û azweriyan rave dike û yek jî rêbaz û çawaniya pêkanînê destnîşan dike. Dema ku zindiyek rêbaza jiyana rast a xwe dispêre hêmanên azadî, wekhevî û komonalbûyînê ji dest dabe, wê çaxê tekez bê hêvîtiyekê dijî. Ango bi pîvanên derdorê yên ku sîstemên serdest afirandine re marjînelîze bûye, bê hîle û bê altirnatîf maye. Di bersivên herdu pirsan de, ango di hilbijartina bersiva pirsa yekemîn de asta vîn, israr û enerjiya bicihanînê diyar dibe. Gelê me beriya damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û lidarketina Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê her di nava lêgerîna bersiva Kengî de bindest mabûn. Hêza xwe ya jiyanê ji dest dabûn. Ne dikarî berpirsiyartiya pisîkekê jî hilde ser milê xwe! Ev jî asta koletiya ku li ser hatibû ferzkirin ji aliyê rejîma serdest ve diyar dike.
Gelê li beramberî hemû cureyên înkar û tunekirinê li gorî xwezaya xwe ya mirovî tev digeriya, ango hewldanên wî yên afirandina rêbazên têkoşîna serkeftî her di nav qalibên bermahiyên jidestdanê de kilîtkirî mabûn. Tevî fedekariya mezin ya gelê me ku mînakên wê di dîroka Rojhilata Navîn de kêm in, lê ji ber şidandina asta îzolê û hovîtiya neyaran her di nava hewldanên xwe de dihate perçiqandin. Îro jî hêzên hegemon ên nûnerên serdestiya modern ên global dikin, hewl didin serketina gelan di şexsê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştî nêzî heşt salan têk bibin û ji nû ve li gorî qubleta hêza navendî, dewrûberê dîzayin bikin. Mirov dikare tevgerbûna hêzan vê dawiyê li ser axa Sûriyê û biryara serokê Amerîka Trump di vê çarçoveyê de jî binirxîne.
Berovajî hemû pêşbînî û analîzên ku bi salane serê vê civakê werimandine, carek din isbat bû ku hêza Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza bersiva guncaw a çareseriyê ye. Enerjiya teqyayî ya daneheva berxwedana dîrokî ya gelan e. Her wiha di hunavên xwe de cewherê çawaniya jiyana azad a ku xwe dispêre nirxên gelan ên azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê dihewîne. Ji ber vê taqeta xwe ya herikbar êdî veguheriya hêza têkneçûyî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji vê jî zêdetir; bi îradeya xwe ya berxwedanê li ser esasê xweparastina rewa, ji hemû gelên cîhanê re bûye hêvî û çirûska ku riya azadiya gelan ronî dike ye. Ji rojên destpêkê ve îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad bû, îro jî bi hinek biryarên ku dixwazin vê îradeyê kedî bikin û ji xwe re bikin mal, ti firsenda wan a jiyanê nîne. Tam berovajî vê yekê wê hemû siyasetên aliyên ku hewl didin li gorî hişmendiya xwe ya zordest nexşeyên rê diyar bikin û mîna gayan gelan di xetên cot de bajon, têk biçin.
Gelên ku bi salane şopên narvîna xwe bi xwîna zarokên xwe li ser vê xakê dineqişînin, ne gengaz e li hemberî van siyasetên desthiladariya navendî gav paş ve bavêjin. Jixwe bi hilbijartina bersiva rast a pirsa “Em ê çawa jiyana rast biafirînin” re vê têkoşînê dest pê kiriye. Dema ku têkoşînê jî dest pê kir, baş dihat zanîn ka wê rêbaza berxwedanê çawa be. Tevgera ku soza xwe bi xwîna şehêdan mihur kiriye, tevgera serkeftinê ye. Ji bilî çawaniya serkeftinê li kengtiyên qeder û li ber deriyan nasekine. Bi xwe rêbaz û şêwazên xwe yên azadiyê diafirîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.