Sîpan ŞÎNDA
Di nivîsên berê de me behsa sinsila civaka Kurd kiribû. Bi kurtasî me malbat, babik, mal, eşîr û wata wan ya di nav civakê de vegotibû. Emê di vê nivîsê de hineke din li ser pergala eşîretiyê û mîrîtiyê bisekinin.
Di nav pergala eşîretê de xwendin nîne yan ji gelik kême. Heta mirov dikare bêje di nav eşîretê de xwendin li endamên eşîran qet balkêş nehatiye. Bi pirranî malên xwe weke şêx bi nav dikirin zarên xwe dane xwendin. Bi vî hawî ji di nav pergalê de bûne stûnek yê îqtîdara pergala eşîretiyê. Zarên axa yan ji serek eşîran ji gelik kêm extûbar bi xwendinê kirine.
Piştî kû Kurdistan ketî di bin desthilatdariya Osmaniyan de, ewan ji xwestine kû li ser gel ango civaka Kurd desthilatdariya xwe qayîm bikin. Ji ber wê rêbaz bi kar anîne. Yek ji van rêbazan ji pergala Mîregiyê ye. Bi riya vê pergalê Osmaniyan eşîrên Kurdan weke konfederasyonekê girêdayî hev kirine û Mîr danîne li ser serê wan. Bi riya van Mîran him şer û nexweşiyên di nava eşîran de kêm bûne, him bac û him ji leşker kom kirin hêsanîtir bûye. Ev pergala henê mirov dikare bêje ji aliyê Osmaniyan ve di sedsala 16 an de hatiye danîn û heyanî sedsala 19 an dewam kiriye. Yên serkêşiya vê pergalê ji kirine mirov dikare bêje mala Bidlîsiyanin. Cara yekemîn di bin Mîrîtiya Idrîsê Bidlîsî de gelik eşîran di nava xwe yekitiyek ava kirine û bi awayekî fermî ketine di bin emrê dewleta Osmaniyan de. Di Serefnamê de, Idrîsê Bidlîsî behsa Mîrên Fedlawî, Mîrên Cizîrê û Amedê, yên Dînewer û Sehrezorê, Erdelan, Botan, Dêrsim, Hekariya dike. Evan Mîrîtiya hemiyan her yekê birek eşîr kirine di bin emrê xwe de û Mîrîtiya wan kirine, bac û leşker dane Osmaniyan. Ev Mîregiyên henê her yek di nava xwe de otonom bûn ango nîv ser bi xwe bûn. Lê tu Mîrek ji van, hewldana yekitiya netewî nekirine û ji bo vê li hemberî Osmaniyan nerabîne. Hinek ji van Mîran carna gelik xurt bûne û xwestine bi awayekî serbixwetir bijîn. Yek ji van ji Mîregiya Rewandizê ye. Mîrê Rewandizê Mîr Mihemed (1814-1838) di vî warî de gelik pêjve çûye. Heta li hemberî Osmaniyan rabiye û li ser navê xwe diravê sifir çap kiriye û li ser vî diravê sifir ji navê xwe û Mîregiya xwe Rewandiz daniye. Mîr Mihemed hetanî Behdînan tê û Mîregiya Behdinan ji têxe di bin emrê xwe de. Lêbelê vê ne ji bo yekîtî û netewbûyîna Kurdî dike; ji bo navê xwe û mîregiya xwe dike. Piştî Bedirxan Beg dibe Mîrê Botan, di vî warî de hewldanek ji derveyî rêzê dike. Bedirxan Beg, di demê Mîrîtiya xwe de, bi hestên netewî tevdigere û serhildana wî ya li hemberî Osmaniyan ji bo yekîtiya netewî ye û hewldana ava kirina dewleteka Kurdî ye. Ev pergala Mîregiyê piştî serhildana Bedirxan Beg ji aliyê Osmaniyan ve tête felişandin. Ji ber kû piştî serhildanên Mihemed Beg û Bedirxan Beg, Osmanî tehlûkeya serhildanên mestir di bin rêberiya Mîran de dibîne. Piştî vê êdî dewleta Osmaniyan dîsa eşîran bi serê xwe dihêle û di nava wan de şer û nexweşiyan dertêxe û wan berdide hevdû.
Di pergala mîregiyê de, Mîrîtî ji babî derbasî kurî dibe. Zarên Mîregan ji bi pirranî xwendane. Ev pergala henê her çend ji aliyê yekîtî û netewbûnê ve baş xwiya dike ji, lêbelê kes ango malên Mîrîtî kirine, ji berjewendiyên netewî pitir berjewandiyên Mîrîtiya xwe û hikimdariya xwe parastine.





