Ezîz KOYLUOGLÛ
Niha di rojeva cîhanê de Kurd hene. Kurdan ji bo hemû mirovahiyê li dijî terora cîhanî şerekî dijwar kirin û niha jî ev têkoşîn didome. Kurd di vê têkoşînê de heta asteyekê bi serketin. Niha cîhan li ser serkeftina Kurdan, kêmbe jî di nava aramiyê de dijî. Lê heman cîhana dewletî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî dixwazin Kurdan bikin qurban. Tişta nayê zanîn Kurd wê li dijî hemû êrîşên komkujiyan li ber xwe bide û xwe nake qurbana siyaseta berjewendiyan. Wê li gel hevkarên xwe li dijî hemû êrîşên komkujiyan li ber xwe bide.
Dijminên azadiyê, demokrasî û bi taybet yên Kurdan piştî biryara derketina leşkerên Emerîkî ji herêmê, ketine nava tevgerê û dixwazin azadî, demokrasî û bi taybet Kurdên serkeşiya vê dikin, di komkujiyê re derbas bikin. Yê ji bo vê herî bi xwestek di serî de dewleta tirk ya dagikere. Dewleta tirk ya dagirker ya bi serkeşiya faşist Erdogan, hemû siyaseta xwe li dijî Kurdan tevger kiriye. Dibêje bila serkêşê azadî, demokrasiyê Kurd negihêjin mafê xwe yên rewa û divê tune bibin. Siyaseta dewleta tirk ji roja damezrandina wê heta niha li ser vê ye.
Di siyaseta dewletan ya li ser Kurdan de heta niha tu guhertinek berbiçav tineye. Lê ji aliyê gelan ve êdî Kurd bûne wek hêviyek mezin û hemû gelên cîhanê Kurdan wek dostê xwe dibîne. Siyaseta dewletî dixwazin kurdan bi tenê nişan bidin û li ser Kurdan ferz bikin ku Kurd çi bikin jî, nikarin azadiya xwe bidest bixe.
Lê rastiya îro ya cîhanê ne wek siyaseta dewletî ye ku dixwaze li ser Kurdan ferz bike. Berovajî vê siyaseta dewletî ketiye nava qeyranek mezin, nikare rêya jê derketinê ji bo xwe peyde bike. Lê siyaseta gelan û dostê wan îro ji her demê zêdetir li pêşe û li dijî siyaseta dewletî ya ku dixwaze Kurdan ji bo berjewendiyê xwe bike qurban têkoşînek dijwar dide. Bertekên li dijî biryara serokê Emerîka Trump jî di heman çarçovê de pêktên. Êdî cîhan di derbarê Kurdan de tiştên ku diqewimin ji nêzîk ve dibîne, siyaseta komkujiyê ya li ser kurdan qebûl nake, bêdeng namîne û helwesteke tund nîşan dide.
Siyaseta dewletî dixwaze Kurdan lewaz nîşan bide û ji Kurdan re dibêje yan dagirkerî yan jî dev ji mafê xwe berdin û bi hinek tiştên pirr biçûk razî bibin. Dixwazin Kurdan bê çare bidin xuya kirin û Kurdan jî bi vê bidin bawer kirin. Lê Kurd ne bêçare ne.
Niha herkes gefên dewleta tirk ya dagirker yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo xwe bikartîne. Di heman demê de derketina leşkerên Emerîkî wek ji bo vê derfetek çêkiriye didin xuya kirin. Li gorî min ev ji rastiyê dûre. Berovajî vê dewleta tirk dixwest li ser hebûna leşkerên Emerîkî û bi destûra wan derbasî herêmê bibe. Lê niha bi vê biryarê bingeha êrîşên dagirkeriya dewleta lewaz bû. Lê ev nayê wê watê dewleta tirk ya dagirker dev ji dijberiya Kurdan berdeya ye. Nayê wê wateyê ku aktorên li ser Sûriyê siyasetê dikin van gefên dewleta tirk ji bo xwe bikarneyînin. Ji niha tişta dibe jî ew e.
Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze bi dagirkeriya xwe li herêmê hebûna xwe daîmî bike. Ji bo vê jî hebûna Emerîka ya li Bakûrê Sûriyê ji bo xwe wek derfetek didît. Rûsya jî dixwest di navbera Tirk û Emerîkan de nakokiyan çêbike, destek dida vê êrîşa dagirkeriyê. Niha ev rewş bi temamî hate guhertin. Bi biryara Emerîka ya vekişînê êdî sîwana li ser dagirkeriya dewleta tirk ya Sûriyê rabû.
Kurd dikarin firehtir xwe tevger bikin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk berfirehtir bikin. Ji hevsengiya nû zêdetir sûd werbigrin.





