Binevş SARYA
Bi giştî çend şêweyên şer hene. Şerê pîskolojî, biyolojî, teknolojî, aborî û hwd bi rêbazên cuda cuda şer li ser gel û civakan tên meşandin. Şerê herî bi bandor ku di hemû deman de li ser civakan tê meşandin, dibe sedem ku gelek nexweşiyên cuda di mirovan de pêşbikeve şerê pîskolojiye.
Dema şerê cîhanê 1. Û 2. de jî destpêkê şerên pîskolojîk li ser civakan dane meşandin. Di dema niha de jî şêwayê herî bi bandor yê şer lingê wî yê pîskolojîke. Ji xwe di şeran de hemû hucreyên civakê bi awayek neyînî bandor dibin, lê belê yên herî zêde di şer de bandor dibin jin û zarokin.
Zarokên ku di nava şer de çêdibin û mezin dibin gelek ji hestên xwe ên mirovahiyê winda dikin, di heman demê de pirsgirêkên wan ên pîskolojîk jî pêşdikevin, hinek ji van zarokan dibin kesên tirsonek û hinek ji wan jî dibin mirovên xemsar û tu hêviyên jiyanê di wan de pêşnakevin. Ji xwe bi her awayî şer bandorên neyînî li ser deruniya mirovan dike. Jin ji ber ku milên wan ên hestiyarî ji zilaman zêdetir li pêşe ji ber wê sedemê di şeran de jin ji zilaman zêdetir bandor dibin. Di gelek deman de jin milên xwe ên hestiyar zêdetir bikartînîn û her wiha berpirsyariya jinê a li beranberî civakê ji ber ku ji ya mêr zêdetire di dema şer de jin ji kesayeta xwe zêdetir li ser kesên derdora xwe dihizire û ji xwe zêdetir dikeve fikara mirovên li gel xwe. Ev jî dibe sedem ku jin zêdetir ji mêran ji şer bandor bibe.
Kesên dem dirêj di nava şer de bimînin û bi awayên hovane mirovan qetil bikin ji xwe wan kesana bi her awayî ehilaqê xwe yê civakî ji dest daye. Ew kes êdî nikare bibe mirovek asayî yê civakê. Li gel wan kesan jiyan hemû wateya xwe winda dike. Tû nirxên manewî li gel wan kesan namîne. Ji bo wan her tişt kuştin û talan kirine.
Di milek din de jî bandora şer bi awayek cuda jî li mirovan dike. Kesên ku yekser ne di nava şerdebin lê li derdora wan, walatê wan û heta li herêmên wan şer hebin ew kesana nikarin bi awayek aram û asayî jiyan bikin. Nimûne kesên li herêmên nêzî şer jiyan dikin herdem di fikara mirinê dene. Ji jiyanê zêdetir li mirinê dihizirin. Xeyalên dem dirêj û projeyên berfireh nikarin danin pêşiya xwe, yanî em dikarin bêjin rojane jiyan dikin. Şer dibe sedem ku mirov nikaribe di milê dîrokî, civakî, sosyolojîk, aborî û zanistî de xwe pêşbixîne. Ya rastî şer çi awayî dibe bila bibe encama hemû şeran kuştin û qetilkirina jiyanê ye.
Şerên çekdarî beriya destpêbike bi her awayî şerê pîskolojîk û aborî li ser civakan tê meşandin. Ji xwe gelek fermandarên çekdarî dibêjin şer beriya şer tê qezençkirin. Yanî dema te bi awayek baş şerê derunî da meşandin wê demê tuyê bikaribî hêzên li beranberî xwe bi awayek hêsanî li bin bixînî. Nimûne dema ku nû çeteyên DAÎŞ’ê derketin li her deverê propagandaya wan a bi awayekî ku kes nikare bi wan, dihate kirin. Li ser gelek malper û dezgehên ragihandinê bi her awayî propagandaya wan dihat kirin û wisan dihatin pênasekirin ku tu hêz di cîhanê de bi wan nikare. Li her deverê dema behsa wan çetan dihate kirin tirs diket dilê mirovan û bê ku li gelek deveran civak li berxwe bidin malên xwe û Welatê xwe dihêlan û direviyan.
Di vê demê de jî dewleta dagirker Tirkiye jî li ser hemû dezgehên ragihandinê propagandeya hêza xwe a leşkerî û artêşa xwe dike. Bi vî awayî hewil dide ku civakê di milê pîskolojîk de hilweşîne. Lê pêwîste ku mirov ji bîra neke ên êrîş dikin jî bedena wan ji hestî, çerm û xwînê pêktê,ên ku xwe diparêzin jî bedena wan ji heman tiştî pêktê, dema mirov bi hêza aqil tevger bike ne gengaze ku tu nekaribî li beranberî hêzên dagirker li ber xwe bidî. Dema aqil hate bi karanîn wê tu hêz bi mirovan nikaribin. Di hemû deman de bawerî û hêvî mirovan digihîne serkeftinê.





