Rojnameya Ronahî

Qirker hîna li ser kar in û tên xelatkirin

Mihemed SEYDÎ

Meseleyeke di nava kurdan de tê gotin wiha ye: “giloka agir da destê hirç û paşê jî got ha vaye çawa xweş lotikan dide ye”. Ev jî rewşa sîstemên qirker û yên li pişt wan van komkujiyan destek dikin û xwe li hember wê bêdeng dikine ye.
28’ê Kanûna 2011 rojeke ku di hafîze û bîra gelê kurd e hatiye çandin. Salvegera komkujiya Roboskiye. Balafirên Faşîzma dewleta Tirk 34 kurdistanî qetil kirin û komkujiyeke din li ser komkujiyên bi armanca qirkirina gelê kurd zêde kirin.
Dema em bala xwe didinê ku ji destpêka avakirin komara qirkirinê ( dewleta Tirk) û heta roja îro, her komkujî û qetîlam li ser gelan pêk hatine. Ji komkujiyên derheqê kurd, Ermen, elawî û kêmnetewên him olî him jî etnîkî heta niha jî didomin.
Li hember van hemû komkujiyên ku dewleta qirker a Tirk yên bêdeng man jî hevkarin..Tevî bi destê xwe nekiribin lê yan bi çav lê girtinê yan jî bi çekên bi destê wan hatine çêkirin ev komkujî pêk hatine.
Beriya 2 rojan Projeya Hişyarkirina Zu ya ku bi piştgiriya Muzeya Bibîranîna qirkirinan ya DYA’ye te kirin hat pêkanîn. Li gorî vê lîsteyê, dewleta Tirk ya ku xwe bavê “demokraî û azadiyê” dibîne di nava dewletên destpêkê yên di qirkirinê de bi navûdengin cih girt.Li gorî vê lîsteyê, dewleta Tirk di rêza 8’an de piştî Komara Kongoyê, Afganistan, Misir,Sudana Başur, Pakistan, Yemen u Angolaye tê.her wiha Sûriya jî di rêza 15’an de ye.
Em bi taybet werin ser rêjîma li Tirkiyê û piştî wê jî Sûriyê û komkujiyên derheqê gelan de pêk tînin. li van herdû welatan tenê di salên dawî de bi dehan komkujiyên cûda belkî jî bi sedan qetîlam pêk hatine. Dewleta Tirk li nava Tirkiyê di çend salên dawî de li bakurê kurdistanê bi tank û topan êriş bir ser bajarên kurdistanê û ew rûxandin, xelkê wê jî an qetil kir an jî bi zanebûn dan koçberkirin. Dîsa ne tenê di warê mirovan de qirkirin û qetîlam, di warê çandî, ziman û dîrok de jî qirkirina ku daye destpêkirin didomîne. Dema ku tenê ti bala xwe didî dîmenên li Heskîfê ku dîroka bi hezaran salan tê dizîn ev rastî li holê ye. Ev komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne ne tenê di nava Sînorên ku dewlet netewan xêzkirine de pêk tê. Ew li derveyî van sînoran jî pêk tên.
Li Efrînê dewleta Tirk rojane talanî, wêranî, revandin û guhertina demografîk pêk tîne û rêjîma ku hin caran derdikeve behse serweriya axa sûriyê dike jî weke devemirîşka serê xwe dixe bin erdê û wekî tişt nebûye tevdigere.Ji xwe rêjîma qirker a Sûriyê jî ne kêmî dewleta Tirke.Ew jî di nava dewletên qirker de cih digre û 7 salin bi rengekî eşeker komkujiyan pêk tîne û dibe sedema qetîlam, qirkirin û komkijiyan.
Ger em komkujiyên van rêjîman tenê li kurdistanê rêzbikin bi pirtukan jî ev trajîdiyên heyî nayên ziman.
Ew hêz an jî rêxistinên navnetewî ku hin caran behse van komkujiyan dikin û qaşo parêzvanên gelanin, gelek ji wan bi xwe jî bi reng û rêbazên cûda hevkarê komkojiyanin û destê wan tê de heye.
Herî dawî li Meclisa federal a Almaniya mijara hebûna dewleta Tirk li Sûriyê wekî dagirkerî hat binavkirin. lê behse Tankên lePord ên Alman ku dagirkeriya Tirk pê êrîşî Efrînê kir nehat kirin. Dîsa biryara Amarîka ya vekşîna ji nava Sûriyê di hemwextî gef û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî rêvekirina ji dewleta qirker a Tirk re ye ji bo qetîlam û komkujiyên nû pêk bîne ye.
Ya ez dixwazim bibêjim ku divê ti hêvî ji van desthilat û sîstemên qirker û yên destekê didin wan neyê kirin. Çiqas pesna xwe bidin û silaoganan bavêjin jî êdî rastî li ber çavan e.Komkujîker û qirker hîne li ser karin û tên xelat kirin..