Farûk SAKIK
Di navbera hikumeta Enqerê û Frensizan de hevdîtinan di adara sala 1921an de destpêkir.
Di meha Hezîranê de Fransizan bi navê Franklin Bouillon dîplomatek xwe şandin Enqerê
Fransa di destpêkê de li benda Enqerê û qedera wan a şer sekînîn. Piştî ku şerê Tirkan û Yûnaniyan bi dawî bû, Fransiyan ji bo peymanek navnîşanek û demek tayîn kirin. Enqere. 20ê Cotmehê.
EWROJ… Binxetê
Di 20 Cotmêha sala 1921an de hevdîtininan destpêkir. Mustafa Kemal bîzat tevlî van hevdîtinan di bû.
Di encama peymanê de sînorê başûrê Tirkiyê hat destnîşan kirin. Bi vê peymanê Fransa jî ewê dewleta Tirk ya nû nas bikira.
Peymana dîrokî ya Enqerê de 2 xalên ku qedera kurdan destnîşan di kir hebûn.
Xal 8. Ji kendava Skenderunê ji Payasê destpê dike û heta Meydan-1 Ekbez-Kilîs-Stesona Çobanliyê diçe û bi şertê ku rêya Tirênê di nava Tirkiyê de bimîne, wê ji Çobanbeyliyê bigihêje Nisêbînê. Pays û Meydan-1 Ekbez û stesona Çobanbeyliyê ji Suruyê re bimîne.
Xal 13) Xelkê xwecihî û nîvkoçer yên li her du aliyên Sînorê ku di xala 8. de hatiye destnîşankirin, karibin ji reyên van deveran sud werbigrin, yên ku mal milk û erdên wan hene, wê karibin weke berê mafên xwe bikar bînin.
Piştî ku ev peyman hat îmzekirin esas xetên sînor nehatin zelal kirin. Bi salan domkir. Di sala 1930an de di navbera herdûn dewletan de ji bo zelalkirina esas sînor komisyonek hat avakirin û ev komisyon esas sînorê îro destnîşan kirin.
Salên dirêj ev herêma Kurdistan di bin rêvebiriya Fransiyande ma. Di şerê cîhanê duyem de, di sala 1941an de Fransiyan rêvebiriya vêder qismî radest kir.
Fransa di sala 1946an de temamî ji Sûrî vekişiya. Neteweyên yekbûyî evder wek Komara Sûrî qebûl kir.
Xeta trênê ya ku di nav xaka Kurdistan derbas dibû bûbû sînor. Kurdistan kiribû 2 parçe. Ji ber ku ev xeta trênê di nav gelde Kurdistan serxetê û bin xetê hat binav kirin.
Nîvî malbatan û eşîran li aliyek man nîvê dinan li aliyek dinan. Lê kurd bi îmkanên xwe ev sînor îxlal dikirin û çûyin hatina domandin.
Rejima Tirk ev tevgera kurdan wek qaçax û qaçaxçitî îlan kir û xwest tedbîrên bingehîn bigire û li ser vê yekê behsa têl û mayina kirin.
Sal 1950 bû. Li Tirkiyê Adnan Mednderes li desthilatdariyê bû. Di destpêkê de bangî qeymeqamê Mêrdînê Kamuran Çûhrûk kir û ji wî dixwest ku serenserê sînorê rojava were mayinkirin.
Li ser vê yekê, di sala 1956an de serenserê sînor hate mayin kirin. Ev zeviyên mirinê 350 û 750 metre bi ber û bi 700 km dirêjî, bi giştî 3 milyonû û nîv erazî hate mayin kirin. Di navbera 5 û 10 km de kûleyên eskeran hatin bicîh kirin.
ÎROJ…Rojava
Din sala 2011an de li Rojhelatanavîn dema bahara gelan bû. Pêl bi pêl di rêveberiyên dewletan de guhertinên nû çêdibûn û dor hatibû Sûrî.
Dema ku dor hat Sûrî, êdî hertişt wê wek berê nebûya. Şer destpêkir. Şerê navxweyî. Kurdan jî bi navê “şoreşa rojava” şoreşek çêkirin. Di vê şerî de xeta sêyemîn bijartin. Bi gelê heredmê re rêveberiyên xweser îlan kirin.
Li aliyê dina, mixalifên şerê Sûrî hatin birêxistin kirin. Enqerê ji wan re malovanî di kir. Di destpêkê de li dijî rejimê şer kirin. Roj hat dewleta Tirkiyê berê wan da axa Kurdistan. Bi salan li ser xaka Rojavayê Kurdistan şer û berxwedan bêsekin dewam kir.
Dewleta Tirkiyê bi wan tixûbên ku di peymana Anqerê de hatibûn destnîşan kirin dileyîst. Heroj bi çavsorî gefên dagirkirina axa rojava dikir. Efrîn dagirkiribû û evcar li du heremên dinan bû.
Di demek waha de, di dawiya sala 2018an de, Amerîka ya ku demek dirêj bû aktorek şerê Sûrî bû, biryar da ku ji Sûrî vekişe. Dewleta Tirkiyê ya dagirker ji vê yekê cesaret girt.
Îroj, li rojava amadekariyên erişên dagirkeriya Tirkiyê û amadeakriyên berxwedana kurdan tên kirin. Lê herkes baş dizane êdî kurd bêxwedî nînin. Herkes baş dizane ku leyîzkên li ser kurdan yên dîrokî wê dubare nebin.





