Mihemed ŞAHÎN
Statukoya Rojhilata navîn piştî şerê yekemîn ê cîhanî bi destê emperyalîstan hat avakirin. Welatê Kurdan kirin çar parçe û civaka Kurd bi tunebûnê re rûbirû hiştin. Berxwedana Tevgera Azadiyê helwesta redkirina vê statukoyê ye.
Di destpêka salên 90’te avakarên statukoyê dîtin ku êdî ev statukya heyî xitimiye û ji berjewendiyên wan re xizmetê nake. Lewre pedivî bi nûjen kirina vê statukoyê dîtin. Navê nûjen kirina statukoyê “Projeya Mezin a Rojhilatanavîn” (BOP) danîn.
Di sala 1990’de Sadam kişandin Quweytê û ji wê rojê vir ve ye di bin navê şerê sêyemînê cîhanî de projeya wan a mezin di meriyetê de ye. Armanc li ser qirkirina civakan parastin û xurtkirina berjewendiyên dewletên kapitalîste.
Di armanca nûjenkirina statukoya sed salî de demokrasî tuneye, berjewendiyên civakan tunene, heq, hiqûq, edalet, maf tunene. Tu nirx û pîvan ji bo wan derbasdar nîne, mirina milyonan ji wan re ne xem e. Xurtkirina sînoran, dijberkirin û hevûdû kuştina civakan ji bo wan esas e.
Li dijber paradîgmaya kapitalîst paradîgmayeke alternatîf weke wijdana mirovahiyê rojbiroj li Rojhilatanavîn pêş diket. Di armanca paradîgamaya alternatîf de parastina nirx, rûmet û pîvanên civakan, parastina berjewendiyên civakan, parastina aştî û aramiya civakan, parastina heq, hiqûq, edalet û mafê civakan, rakirina sînoran û di nav aştî û aramiyê de jîna hemû reng, deng û etnîkan a bi hevre hebû. Di bin sêwana neteweya demokratîk de helmêzkirina hemû civakan hebû, avakirina jiyaneke nû, aşt, azad û aram hebû.
Ev paradîgmaya demokratîk bû. Avakar û pêşengê wê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Di bin pêşengiya Tevgera Azadiyê de weke stêrk diburiqiya û rojbiroj li rojhilatanavîn geş dibû.
Bêguman paradîgmaya demokratîk ji bo emperyalîstan xeternak bû. Jibo serkeftina paradîgmaya kapitalîst a xwîn rêj û heq, hiqûq û pîvan nenas asteng bû. Lewre ji salên 90’î virve ye ev herdu paradîgma li dijber hevûdu di şereke bêeman de ne.
Ji bo têkçûna paradîgmaya demokratîk bi piştgiriya NATO’yê di bin pêşengiya Tirkiyê de çi ji destê wan hat kirin lê biserneketin. Di sala 1999’ de bi komployeke navneteweyî avakarê paradîgmayê Rêberê Gelê Kurd dîl girtin û avêtin girava Îmraliyê. Xwestin pardîgmaya ku wî ava kiriye di şexsê wî de têk bibin lê dîsa biserneketin. Ew girtî bû lê paradîgmaya wî weke tîrêjên Rojê dilê civakên Rojhilata navîn germ dikir.
Paradîgmaya ku dixwestin têkbibin li Rojava weke alternatîfeke sêyemîn derket holê. Bi germahiya vîn û baweriya xwe jiyaneke nû afirand. Ji bo hemû civakan bû hêvî. Di dilê civakande aj da û rehên xwe berda erdnîgariya Mezoptamya ya qedîm û bibereket.
Dilên ku bi vîn û baweriya paradîgmaya demokratîk hatibûn xemilandin li dijber çeteyên DAÎŞ’ê yên hov bûn kelheyên bexwedanê. Piştî ku emperyalîstan dîtin tenê ew dilên bi vîn û baweriya paradîgmaya demokratîk dagirtî dikarin li dijber çeteyên DAÎŞ’a hov li berxwe bidin û wan têk bibin neçar man bi paradîgmaya demokratîk re tifaqê çêbikin. Bê guman ev tifaqeke nestratejîk bû, tatîkî û derbasdar bû.
Paradîgmaya kapitalîst di bin wê tifaqê de jî dest ji dijberiya xwe berneda. Ji bo qels kirin û têkçûna paradîgmaya demokratîk piştgiriya xwe ya ku bi salane dida dewleta Tirk bênavber berdewam kir. ji bo karibe civakên li Rojava ji paradîgmaya demokratîk dûr bixe her tim di nava hewldanên komployan de bû.
Di 25’ê avrêla 2017’de êrîşên Qereçox û Şengalê, di 20 çileya 2018’an de dagirkirina Efrînê, di 6’ê mijdarê de xelat danîna ser girtina sê pêşeng û parazvanên paradîgmaya demokratîk, di 13’ê berfanabara 2018’an de bombebarankirina Mexmûr û Şengalê ji komployên kapitalîstan çend mînakin.
Li gel hemû komplo û dek û dolabên xweyên kirêt û nebixêr di armanca xwe de biserneketin. Nekarîn şewqa paradîgmaya demokratîk kêm bikin, germahiya wê ya di dilê civakên Rojava de derbixin û civakan berbi paradîgmayeke din ve bikşînin. Roj bi roj xurt bû û şewqa xweda cîhanê. Weke temsîliyeta wijdana mirovahiyê di dilê mirovahiyê de cih girt û bû payebilind.
Biryara vekişîna DYA’yê 19’ê berfanbarê ne suprîze, li dijber paradîgmaya demokratîk komployeke nû ye. Wisa xwiya dike ku di vê komployê de gelek hesabên kirêt hene. Ji van hesaban ya herî sereke qels kirin û tunekirina paradîgmaya demokratîk be ya din jî kûrkirin û geş kirina şerê navbera civakan e. Serkariya vê komployê dane dewleta Tirk. Bêguman di vê komployê de yê ku herî mezin winda bike wê dewleta Tirk be.
Parazvanên paradîgmaya demokratîk tifaqa xwe bi wijdana mirovahiyê re çêkirine. Lewre di vê komployê de piştgirê wanê herî mezin wijdana mirovahiyê ye. Yên ku bi vîn û baweriya paradîgmaya demokratîk di şert û mercên herî dijwar de hetanî niha xwe parastine û hemû komplo vala derxistine wê bi piştgiriya wijdana mirovahiyê bi hêsanî karibin li dijber vê komloyê jî xwe û paradîgmaya xwe biparêzin û hemû hesaban vala derbixin.
Her qeyranek bi xwe re gelek derfetan jî diafirîne. Dibe ku ev komplo bibe sedema gelek encamên girîng û erênî.
Ya diyarde her tim vîn û baweriya civakaye. Çeka ku karibe vîn û baweriya civakan teslîm bigre nehatiye peydakirin.





