Qasim ENGÎN
Têgeha Zagonên Daristanê pirranî ji bo pêvajoya hovîtî ango beriya ku mirov bibe mirov tê bikaranîn. Lê em jî dizanin ku gelek dem liser vê pevajoyê re derbas bûye. Mirovahî xwe li ser esasên exleq û polîtîk pêşxist û kir civak. Bi civak bûyînê mirovahî pêşket û heta îro hat.
Lê mixabin hinek kes di hişmendiya beriya mirovahî ango hovîtiyê de hê jî israr dikin. Dewsa ku xwe bi ramanên xwe îfade bikin, bi kulmên xwe û hêza xwe ya lêdanê peywendiyan datînin. Bi gotinek din, dewsa fikir-ramanan, û pîvanên exleqî li ser piya bisekinin bi gurmiska hewldidin jî xwe re rê ve bikin.
Yek jî hêza ku îro di dema beriya mirovahiyê maye û hê jî li ser wan prensîban dixwaze hebûna xwe bidomîne, serdestên Tirk in. Serdestên Tirk li seranserî dîroka xwe de xwe bi şer li piyan hêştine. Dîroka wan dîroka şer e. Dîroka wan şerê dijî gelan e. Şerê perçiqandinê û talana gelan e.
Em hîç dûr neçin, dîroka nêz a serdestên tirk tevahî li ser talanê avabûye. Di sed salê dawî de çi anîn serê herêma me herkes dizane. Xwîna ku wan rêjandiye hê zuha nebûye. Kuştina Ermenan, kuştina Keldan-Suryanan, Kuştina Pontûsan, Kuştina Rûman, Kuştina Êzîdiyan, Kuştina Elewî û Ereban û her wiha kuştina Kurdan tenê çend mînak in.
Di mirovahiya piştî hovîtiye de dema ku hovîtî tê kirin -herî kêm bi şermayî jî be -yên ku hovîtî kirine di ferqa hovîtiya xwe ne. Bi durûtî jî be caran lêborîn xwestine û heta caran xwestine di milê madî de jî tazmînatan bidin.
Lê hovîtiya serdestên tirk ne wiha ye. Tevî ku her roj dikujin, her roj talan dikin, her roj erîş dikin wek tiştek nebûye bi xemsarî dijîn. Tevî ku destdirêjiyê li namûsa gelan dikin wek mirovên serbilind dikarin dakevin qadan û lotikan biavêjin. Tevî ku li cihên din yê cihanê hatine lê dikarin xwe wek xwedanê malê nîşan bidin. Tevî ku dagirker, mêtinger û qirker in dikarin xwe leheng û egîd nîşan bidin.
Êrê, serdestên tirk hê di dema beriya hovîtiyê de aliqî mane. Hê pêvajoya civaka hoveber de dijîn. Ji bo wan zagon derbasdar nîn in. Zagon ew bi xwe ne. Zagonên wan jî zagonên daristanê ne.
Di zagonên daristanan de pivanê exlaqî nabin. Pivanên mirovahî nabin. Cihê ku mirovahî heyî raman heye, guftogo heye, peywendî danîn heye. Lê cihê ku mirovahî nebe, cihê ku zagonên daristanan hukmê xwe îcra dike ya heyî hêz e, zor e. Ya rastin hêza çors e.
Dewleta tirk bi serdestên xwe yên hov tam jî li gorî prensîbên yên li ser çar destan dimeşin rêve diçin. Yên ku li ser çar destan rêve diçin jî hê ji daristanan derneketine.
Ger rastiya serdestên tirk wiha bibe, wê demê ji me re tenê rêyek dimîne, ew jî, bi înadek û vînek gelek mezin berxwedan e.
Wekî din jî rê nîne.





