Medeni FERHO
Serê salê hat û divê em teraziya xêr û gunehan deynin holê. Tenê dîtina aliyekî, ji ya teraziyê korîtî ye û nedîtina rastiyan e.
Par, bi par re neçû, hemû keraset û xerabî radestî sala nû kirin.
Di dawiya sedsala bîstan û destpêka sedsala bîstûyekê de, Kurdan bi xwe navika xwe birî, xwe ji şikefta tarî rizgar kirin. Li herêmê jî bayê azadiyê bizivandin, “bihara gelan” jî encam bû. Bihara gelan, hatibe çilmisandin jî, têkoşîna gelan dewam dike.
Salek derbas bû, hêzên Kurd yekîtiya xwe avanekirin. Ev êşa Dantê, ya ji parçebûna Italya ye. Birêz Ocalan jî, ew êş dikişand û banga yekîtiya neteweyî kir, lê begzadeyên Kurd, dev ji berjewendiyên xwe bernedan.
Di aliyekî kefika teraziyê de Şoreşa Rojava heye, di aliyê din faşîzma DAIŞê+Tirkiye heye.
Ev şerê reş û spî ye. Eniya reş, netewe-dewlet+DAIŞ in; ji bilî derew, şantaj û bê exlaqiyê tiştek nedane gelan.
Kurdan, ligel exlakê siyasî, exlakê jiyana rojane jî ligel hev, wek Ibn-î Haldun dibêje, di “ummana mirovahiyê” de, parastin.
Bihara gelan, zû hate tefandin. Sîstema kapîtalîst, tirsiya û bi hemû hêza xwe êrîşî gelan kir. Li pirraniya herêmê, kulîlkên bihara gelan çilmisandin, hem hişmendî, hewngîrî û îdeolojiya tevgera sosyolojîk dîl girtin. Îro jî dibin tecrîdê de tê girtin.
Li hemberî hemû qedexeyên demsalan, hişmendî û hewngîriya entelektuelî kulîlk vekirin û hêvî xurt kirin. Intelijansiya Kurd jî, qaqilkê xwe şikand, bi hêza ku faşîzma Turk-î îslam, bi hemû argumentan binirxîne derkete holê.
Bûyera herî giring ya par, TECRÎD e… Tecrîdê, zihniyeta ku xwe bi xwînê xwedî dikê eşkere kir. Referanduma li Başûr, ku ji zihn-î feqîriya rayedarên herêmê, birîna mumarî di bedena Kurd de vekir, radestî sala nû dibe.
Kurdan, ji dîrokê û 40 salên dijqwar ders girtin; li hemberî hemû êrîşan berxwedan kirin û dan xuya kirin, ew, destîniyê bêqudoş qebûl nakin, tenê niyaz û hêviyan nakin, têkoşîna di aliyê sosyolojîk, psîkolojîk, siyasî û hiquqî de domandin. Gotina “sosyolojî şoreş e” kirin pratîkê.
Ev jî bu referansa dîrokê.
Ev referans, di têkoşîna Zindana Amedê de, îro jî di berxwedana Leyla Guwen de xuya dike. Divê hemû vijdan li hemberî qîrêna Leyla Guwen rabin se rpiyan.
Têkoşîna Kurdan, ya li dijî faşîzma sedsalê, herka çemê dîrokê guher û di qonaxa îro de cîhanşimulî ye. Emerîka diheje!…
Par, bû sala qirkirinê… Ji bo ku, teraziya salê baş werê xwendin, divê em her tiştî di zik hev de binirxînin. Sahîh e ku, faşîzma Tirk, ji tevahiya faşîzmên dîrokê cûda ye…
Di qirkirina Ermenî, Suryanî-Keldanî û Ruman de faşîzma Tirk, çi bû, îro jî di qirkirina gelê Kurd de ew e. Her dem, komên çete-kontra, (kurd, tirk û biyanî) bikaranîne û tîne.
Di amar-î salê de (bilanço), gunehkariya mezin ew e ku, faşîzma Turk-î îslam, ji hêzên global destekê distînê ye.
Lê, bi gotina Ibn-î Haldun, di riya ‘hadar-î Umman’, yan jî, ‘bedevî umran’ de, Kurdan, çerxa felekê guhertin. Kurd, nirx û pîroziyên gerdunê-kaînatê diparêzin.Di bîra me de ye, di 1984, ’85 û ‘86an de, rayedarên Tirk digotin, komek eşqiya ne, em ê wan jî tune bikin. Îro jî rayedarên Tirk, hemen gotin kirine benîştê devê xwe. Di dawiya salê de, biryara Emerîka ya vekişîna ji Suriye, wek biryara Emerşka ya li dijî 3 pêşengên Haraketa Azadiya Kurd, xelekek ji komploya navneteweyî ye. Şerê cîhanê yê 3mîn di qonaxek nû de ye. Lê Kurd, wê bi hamleyên nû, lîstik, bêqudoşî, bêşansî û nezanîna begzadeyan berteref bikin û serkevin.





