Hozan SEYÎDXAN
Dema welatek tê dagirkirin û ji bo hêzek mêtinger dibe mêtingeh, ev hêz dixwaze bi hemî şêwaz û rêbazan gelê wî welatî kedî bike û bihelîne.
Ji bo pêkanîna vê mebestê destpêkê destê xwe davêjê çanda wî, yan didize dike ya xwe, yan xerab dike, wenda dike û dihelîne. Eger ku nikaribe van kiryaran, bi zor û hêza leşkerî qedexe dike, û ji koka wê bi dûr dixe. ji ber ku xala yekem ya mirov bi axa welatê wî ve girêdide çande. Lewma çand, hest, bîr û raman neteweya demokratîk şiyar û gur dike û nasname ya neteweya demokratîk diparêze.
Gelan an jî netewên ku çiqas bi çanda xweve girêdayibin ewqas ew li ser rûyê cîhanê mayin de dijîn. Ev qet nayê wê wateyê ku gel di hundirê xwe de girtî bimîne. Berevajî vê yekê dikare bi pîvanên hemdemî, zanistî û ramyarî be.
Ji ber vê egerê ewlekariya netewa Demokratîk ji bo gelan û welatan giringiyek hebûnî û pêşerojê ye. Ji ber ku ew ji bo êrîşên hundirîn û derve pergala parastinê ye.
Pêwîste em ji bîr nekin ku gelên ku nikaribin çanda xwe bi parêzin, hingî dê nikaribin hêbûn û kesayetiya xwe ya netewî û niştimanî jî biparêzin. Ji ber ku parastina çandê tê wateya zindî mayina nirx, kevnetor, resentî û bedewiyên azadbûna kesayetiya netewî xurt û bi hêz dikin.
Ya herî balkêş û giring, beriya siyasetmedarên me “Siyaseta doza kurd ya sed salê derfetê parastin û xwedî derketina li çandê afirandiye” pêwîste ji aliyê birawer, ramyar û hunermendê kurd li ser vê mijarê rawestin.
Baba Tahire Hemedanî, her çiqas bi van çend rêzan ji beyta xwe bahsa sewdaya xwe kiribe jî heman demê jî rewşa kurda raste rast îfade kirye.
“Gula ku min çandiye, pêre cefa kêşaye
Min ew bi rondikên çavên xwe avdaye
Ma qey ev li dergehê xwedê rewaye
Ku gul a min be, kesekî din bêhn bike”
Ger çiqas li Bakur, Rojava, Rojhilat hewildanên parastin û pêşdaxistina çand û nirxan hebin jî, lê mixabin tevî ku rêveberiyeke herêmî ya Başûrê welat heye jî roj bi roj çand û nirxrên xwebûnê ji koka xwe bi dûr dikeve û di bin bandora çanda Tirk û Ereban de ber bi helandinê ve diçe. Egera herî mezin ev jî ku rêvebiriya başûr xwe tevlî yekbûn û yekîtiya Kurdistana mezin nake.
Îro gelê kurd li seranserê Kurdistanê komkujî û dagirkirinên ku ji hêla hêzên dagirker ve tê pêk anîn rû bi rû maye. Ji ber vê sedemê helwest û xîreta mirovan dihêle ku mirov li ser axa xwe bi serbilindî, zîndî û mayinde bimîne. Ev egera jî yek jê girêdayibûna mirov ya bi nirx û çandê ve dest nîşan dike.





