Avesta AMARGÎ
Şoreşa Bakûrê Sûrî 7 salên bi berxwedan, têkoşîn û serkeftinê li peyî xwe hişt. Sala 2018’an jî, bû yek ji salên xwedî berxwedana herî mezin. Berxwedana bê hempa, bi ked û xwûdana li ser rûyê ew şervanên ku ji rika şerê tinekirinê, şerê azadiyê didin de xwe gîhand wateyek mezintirîn ya jiyana bi hev re bûyî.
ji roja ku pêla şer li ser Sûriyê bilind bû, gelên sûriyê di her warî de para xwe ji şerê xirakirinê yê ku di serî de tinekirina gelan ji bo xwe kiribû armanc girtine. Vê şerê tinekirinê 7 sal li peyî xwe hêştin û dikeve sala xwe ya heştemîn. Gelê Bakûrê Sûrî, di van heft salên derbas bûyî de, hema bêje her roj ewladekî xwe sparte xaka ku ew di oxira wê de şerê berxwedanê dide. Gelê Bakûrê Sûriyê, gelekî xwe bi wan şehîdan avakirî ye. Bi hezaran beden li hemberî dagirkerî û faşîzma dewletên serdest ketin ser vê xakê, îro wê kijan hêz karibe gelê ku xwe bi rastiya şehîdan ve daye girêdan qut bike. Wê kijan qanûn bipejirîne, ev gel wisa bi rihetî dev ji nirxên manewî yên ava kirî berdê. Bêguman gelê Bakûrê Sûrî di zanebûna parastina nirxên da ye avakirin de ye.
Gelekî, di nava 7 salan de bi hezaran şehîd bide, êdê kes nikare wê gelî ji wan nirxên manewî dûr bixe. Şehîd, ji bo gelan diyardeyekî bê nîqaşe. Êdî di her malbatekê de wêneyên şehîdan daliqandîne. Di kolanên bajaran de, di dibistan û akedemiyan de wêneyên şehîdan hatine danîn. Hinek malbat jî xwedî bi dehan şehîdan e. Ev gel bi şehîdan re, dijî. Rastiya şehîdan, di her qada jiyanê de bi wan re ye. Gel her roj bi şîara şehîd namirin darbestên şehîdan radikin ser milê xwe û soza girêdana bi şehîdan re didin.
Di jiyana mirov de hinek diyarde hene ne xwediyê ristên sereke ne. Lê hinek jî hene, mirov bê wan ne tişteke. Hebûna mirovan ya fîzîkî wateyeke xwe heye lê, ji bo ew wateya heyî mayînde bibe, mirovahiyê her tim hewce bi mezinkirina wateyê dîtiye. Mirov di hin deman de dikare hinek tiştan ji dest bide, mînak jiyana xwe ya madî, pere û hwd, lê ger mirov tenê careke hebûna xwe ya manewî ji dest bide êdî vegerandin gelek zehmete. Ya ku niha pergal dixwaze bîne serê mirovahiyê jî ev rastiye. Gelê Bakûrê Sûriyê, tişta dike mayîndekirina wateyê ye.
Ev heqîqet tu caran nabe sedem gelek, ji tekoşîna dide bitirse an jî, ji hêza xwe ne bawer be. Ji bo gelekî, bedel dayîn yek ji biryara herî bi hêze. Îro hemû çalakiyên gelê Bakûrê Sûrî vê armanca wan datîne holê. Wê ev heqîqet zû dereng bi serbikeve.





