Zekî BEDRAN
Tirkiyê gefa dagirkirinê li Sûriye dixwar. Êrîş bire ser xetên sînorê Bakurê Sûriyê. Emerîkayê dewriyên xwe derxist û daxuyakirin ku ew hewl didin êrîşan rawestînin û pirsgirêkan bi hevdîtinan çareser bikin. Ji bo vê nûnerê DYE yê Sûriyê J. Jeffrey çû Tirkiyê. Jeffrey piştî hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê di 12’ê mehê de çû Bakurê Sûriyê. Çend roj piştî wê Erdogan daxuyakirin ku ew ê êrîşî Bakurê Sûriyê bikin. An bi Emerîka re ji bo vê lihevkirin an jî Erdogan ev yek li ser wan ferz kir. Lê piştî ku Jeffrey encamên hevdîtinê ji Trûmp re kir rapor Qesra Spî ket dewrê. Bi Erdogan re hevdîtin û bazarî hatin kirin. Biryara DYE ya vekişîna ji Sûriyê ku her kes matmayî hişt ji aliyê Trûmp ve hat eşkerekirin. Rayedarên Emerîkayê gotubûn ku wê herî kêm du sal li Sûriyê bimînin. Mijarên mîna têkbirina DAIŞ’ê, bê bandorkirina Îranê û pêkanîna çareseriya siyasî ji bo mayîna xwe weke hêncet nîşan didan. Lê ev hemû dan aliyekî. Qasî ku tê fêhmkirin li Emerîkayê gelek sazî û rayedar li derveyî vê biryarê hatine hiştin. Dikare weke darbeyekê jî bê pênasekirin. Tê fêhmkirin ku pêşî Netenyahû hatiye agahdarkirin û misogerî hatiye dayîn. Hêzên Koalîsyonê ku hevparên Emerîkayê ne li derveyî vê bîryarê hatine hiştin. QSD ku di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevkarê koalîsyonê ye û li eniyê şer dike û rayedarên Bakurê Sûriyê qet nehatine agahdarkirin. Hêzên ku bi hezaran şehîd û birîndar dane û hê jî li meydana şer in tam bi komployekê re rû bi rû hatine hiştin. Tirkiye ji xwe hatiye ser sînor û dibêje ku wê dagir bike. Hêzên mîna Rûsya, Îran û Sûriyê bi hênceta ku bi Emerîkayê re tevdigere diranê xwe li hêzên Bakurê Sûriyê tûj dikirin. Di rewşa heyî de Kurd û gelên din yên Bakurê Sûriyê kirin hedefa êrîşan û bi xeteriyê re rû bi rû hatin hiştin.
Dema ku DYE vedikişe ewlekariya herêmê pêk nehatiye. Mînak, dikaribûn herêmê ji balafiran re qedexe bikin an jî bi Rûsyayê re lihevbikin bîryara li şûna şer pirsgirêkê bi hevdîtinan çareserbikin, bigirtana. An jî heta ku pirsgirêk bihata çareserkirin dikaribû hêzeke mîna Yekîtiya Ereban li şûna xwe qebûl bikira. Bi hêzên koalîsyonê re dikaribû ev yek bi awayekî hevpar bikira. Her kes xwedî wê nêrînê bû ku dema DYE biçe wê DAIŞ li ser xwe de were û hê xetere ji holê ranebuye. Dewletên xwedî tecrube yên mîna Fransa û Brîtanya fikarên xwe anîn ziman. Ma gelo rêveberiya DYE’yê ev nizanibû? Wan ji her kesî baştir dizanibû. Lewra ew li qadê bûn û herî zêde agahî li ba wan bû. Ev hemû dan aliyekî. Daxuyaniya dawî jî di serî de Kurd ji bo hemû gelên herêmê nîşan dide ku komployek tê pêşxistin. Kurd, Ereb, Asûr û gelên din li dijî DAIŞ’ê dan şerkirin û DAIŞ anîn ber bi qedandinê. Niha jî Kurd û gelên din yên li dijî DAIŞ’ê şerkirin dixwazin bi destê dewleta Tirk qir bikin. Di sedsala 21’ê de em dibînin bê çawa gelan li pêş çavên cîhanê dikin qurbana bazariyên tarî û qirêj. Em bi lîstikeke ku ti exlaq û hiqûqa wê tune ye û hemû nirxên mirovahiyê dide bin lingan re rû bi rû ne. Em bala xwe bidinê Wezîrê Parastinê Mattîs û Nûnerê Taybet yê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Mcgurk ku hinek ji leşkeriyê fêhmdikirin, qada pratîkî dizanibûn û bi Kurdan re dixebitîn îstifa kirin. Vê bîryarê nîşan da ku mirovên weke Trump yên xwedî zihniyeta bazirgan bê dikarin çawa gelan û tifaqan bifiroşin. Biryareke ku di nava sîstema kapîtalîst de ku nehat pejirandin hat girtin.
Misoger buye ku wê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Nîqaşa vê yekê kirin jî bê wate ye. Di bîryarê de çiqas aliyên xeter û xirab hebin hemû kirine yek. Bi gotineke din kezep dane ber pişîkê. Li dijî gelê Kurd komployeke gelek kûr û piralî hatiye amadekirin. Kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê li holê ye. paqijiya etnîkî kir. Sûcê mirovahiyê kir. Bi sed hezaran mirov ji axa wan derxistin. Trûmp ji faşîzma Tirk ya ku ev yek kiriye re dibêje, “ez diçim tu cihê min bigre.” Ev yek tê wateya ku Kurdan teslîmî qesabên wan dikin. Rûsya jî li hember vê plana xeter bê deng maye. Îran jî bê deng e. Tê fêhmkirin ku gelek hêz bi qurbankirina Kurdan dixwazin li ser hevsengiyan bi bandor bin û sûd jê werbigirin. Armanca planê tunekirine û xeter e. Eşkere ye ku xweparastina gelê Kurd mafekî rewa ye. Gelek derdor nîqaş dikin, qebûl dikin ku biryara hatiye girtin ne rewaye û derveyî exlaqî ye. Gelo wê bikaribin van planan bê pirsgirêk pêk bînin ew ê bi demêre bê dîtin. Sekn û helwesta gelên Bakurê Sûriyê û pêşketinên ku biqewimin wê bikaribe van lîstik û planan xirab bike.





