Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Namzetî û pêşbaziyê demokratîk

24/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şaredarî ji bo kurdan çi ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Gelên ku ji bo azadiyê dijîn û têdikoşin hertim di rewşên awarte de jiyana xwe didomîn in. Ji bo têkoşêran her roj ji roja din girîngtire û divê ku jiyan li ser serkeftina bê avakirin. Kurd jî bi taybetî di 30-40 salên dawî de hertim di demên nazik de derbasbûn û hin jî dibin.
Di vê merheleyê de jî kurd bi gelek ceribandin û azmûnan re rû bi rû ne. Her geşedanek hêz, bawerî, îradeya gelê kurd dipîve. Her wiha gelê kurd di demên pir xeter û dîrokî de hêza xwe da nîşan. Lewma îro kurd di qada navnetewî de di navenda geşedanên ku dengeyên cîhanê digurin de cîh digirin. Ev yek ji bo gelê kurd bi qasê talûkeyên mezin firsend û derfetên mezin jî di hewîne. Bê gûman geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê pir girîng in û divê ku bên nirxandin. Lê belê em di pêvajoya hilbijartinê de derbas dibin û em hemû neçarin ku encamek li ser van geşedanên heremî û Tirkiyeyê bike derxînin holê.
Pêvajoyên hilbijartinê pêvajoya xizmetê ne. Her welatparêzek, têkoşêrek, kesên azadîxwaz di demên wiha de wekî berpirsiyariyek xizmet û xebata têkoşîna gel bibin namzet. Ev nîşaneya berdewama kar û xebatan e û ji bo partiye me jî kêfxweşiyek mezin e. Di vê warê de pêşbaziya di navbera berendaman de pêşbaziya xizmetê ye. Bê gûman pîvanên vê yekê hene. Di her rewşên wiha de ji bo şarederiyê gelek kes serîldan dikin lê belê kêm kes dibin namzet. Partiya me vê carê biryar da ku namzetên xwe bi hilbijartina bi beşdarbûna gel diyar bike. Her deverek dê namzetê xwe diyar bike. Zihmet be jî biryara gel esas e û riya herî demokratîk e. Gelê jî di vê ferasetê de ku her berendamekî me dikare bibe namzet. Di vê warê de her hevalekî me dikare ji bo namzetiyê heya dawî xebatê xwe bimeşîne. Lê piştê ku namzet hatin diyarkirin divê ku hemû berendam, gelê me li derdora vê namzetê bibin yek ji bo serkeftina partiyê xebat bimeşîn in. Piştê ku namzet hatin diyarkirin niqaş û lêgerînên cûda divê bi dawî bibin.
Ev hilbijartin di navbera xeta serdestiyê û azadiyê tê lidarxistin. Mesele ne ewe kê dê kê/î bibe namzet. Mesele ewe ku dê kîjan xet bi ser bikeve. Tu fikare me tune ye ku her hevalekî me û berendamên me dê li gor vê hişmendî û hesasiyetê tevbigere. Ne xwe piştê ku namzet hatin diyarkirin lêgerînên cûda hesabên şexsî ne. Piştê ku namzet hatin diyarkirin divê tu berendam xwe venekişînin, nekevin nav lêgerînek cûda.
Em di vê hilbijartinê de tenê şaredaran diyar nakin. Di heman demê de gelê me dê li hemberî politikaya êrişkariyê, tûnekirina gelê kurd îradeya xwe diyar bikin. Dê tercîh û hilbijartinên me li hemberî lêgerîna dagirkirina Rojava bibe bersiv. Dê helwesta me ji lîstikên navneteweyî re bibe peyam. Niha çavê dinyayê li ser gelê kurd e. Hêviya gelên bindest jî têkoşîna gelê kurd e. Lewma di vê merheleya dîroka de ji bi serkeftinê ji bilî şoreşê tû çareyek gelekî kurd nîne. Berendamên me û namzetên me yên ku ji bo xizmeta vê gelê derketine rê jî dê di vê hişmendiyê de tevbigerin. Hemû derfetên serkeftinên mezin hene, tenê divê em pêwistiya vê yekê bi cîh bîn in.
Bêguman hevalên me hêja ne, namzetên me girîng in. Lê ya herî girîng azadiya gelê me ye, serkeftina vê têkoşînê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.