Rojnameya Ronahî

Pirsgirêka Kurd a DYA’yê

Burhan ERDEM

Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê bi xwe re pirsgirêkan tîne. Yek ji van pirsgirêkan jî ew e ku Amerîkî nû pê hesiyan e. Ev pirsgirêk jî ewa ku bi salan e her di devan de ye. Pirsgirêka Kurd! Ev pirsgirêk demeke dirêj tenê ya Iraqê, Sûriyeyê, Îranê û herî zêde jî pirsgirêka Tirkiyeyê bû. Lê dewletên daxilî xwedêtiya vê pirsgirêkê jî bûne, vê dawiyê çêbûbûn. Weke Almanyayê. Ji sala 1993yan ve ye bi biryara qedexekirina faaliyetên PKKê re Almanya jî bûbû xwediya pirsgirêka Kurd. Lê tucarî nedihate bîra kesî ku wê rojekê ew dewleta mezin ali pişt deryayan û jendermeya cîhana me jî bibe xwediya pirsgirêka kurd. Lê ew jî bû. Belê îro Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bûye xwediya Pirsgirêka Kurd!
Sedema vê yekê wê biryara Serokê DYAyê Donald Trump a vekişîna leşkerên xwe yên ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Di demekê de ku kesî bawer nedikir tiştekî wiha bike, Trump rabû ev biryar da. Siyaseta navxweyî ya amerîkî pê re hejiya. Hewldan wî qanih bikin. Giregirên di kabîneya wî de pê re rûniştin da ku wî ji vê biryarê vegerînin. Dîtin ku nabe, rabûn îstifa kirin. Çimaniya van îstifayan jî ew bû ku dixwestin kurdan bi tenê nehêlin. Lewra dijminê wan î sondxwarî Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi eşkereyî li wan kurdan gef xwaribû. Gotibû ewê Rojava û Bakurê Sûrî îşgal bike. Webala vekişînê ya piştî vê gefê gelekî zêde bû. Xeynî rêveberên Washingtonê jî, birek siyasetmedarên xwedî giranî, rabûn li dij derketin.
Niha li nava Amerîkiyan gelek pirs tên kirin. Dibêjin ka armanca me li Sûriyeyê veguherîna rejîmê bû, ka têkoşîna bi DAIŞ’ê re û dîsa hêzên dişibine wê bû, emê çawa vê qadê ji vê rejîmê re bihêlin ku ewqasî di bin tesîra Îran û Rûsyayê de ye û di ser re jî emê wan mutefîkkên xwe yên bi leşkerên me re şehîd bûne, li hemberî van gefên Erdoganê dîktator bi tenê bihêlin. Mutlaka wekî din jî pirs hene, lê ya ku ew amerîkî gelekî pê diêşin ev a dawiyê ye.
Xweş xuyaye ku bi vî awayî derketina ji sûriyeyê wê tucarî ne bi dilê Amerîkiyan be. Lewra xeynî têkoşîna li hemberî DAIŞê jî, di warê rêlbergirtina Îranû Sûriyeyê de jî hebûna Rojava û pêve girêdayî herêmên Bakurê Sûrî, ji bo DYAyê fersendek bê. Li vê qada ku kontrola rejîma Şamê naxwaze DYAyê dikaribû karên di çarçoveya vê stratejiya xwe de bi hêsanî bike. Li vêderê ku dewlemendiya ser erd û bin erdê heye, wê Amerîkiyan nexwestiba ew rêveberiya Şamê ya di bin kontrola Rûsya û Îranê de xwe lê serdest bike. Li aliyê dinê, ji bo qanihkirina Tirkiyeyê jî gelek qert di destê Washîngtonê de ne hebûn ku bi demê re karibû derxe pêşiya rêveberiya Enqerê.
Êdî herkes ji roja pênşemê ve ye ku ev biryar hatiye eşkerekirin van pirsan dipirse; çima ev surprîza hanê? Wê Tirkiye çawa êriş bike? Û ji hertiştî jî girîngtir; wê rewşa Kurdan çawa be? Gelek şîrove û analîz hene ku ji gelek aliyan ve bersiva van pirsan didin. Ji vana hemûyan jî xuya dibe ku êdî Amerîkî bûne xwediyê wê pirsgirêka temen dirêj; Pirsgirêka Kurd!